Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    26 mijar û 45 peyam
    black mirror - tirşik

    her beşek dîstopyayeke nû ye. temaşekirin firekirina hişî pêşerojê ye...
    (11 şîrove)
    black mirror
    (2) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. navê rêzefîlmekê ye. Kurdiya wê "mirêka reş" e. Rêzefîlmeke gellekî serkeftî ye. Her beşek wê bi serê xwe ye. Li beşek wê temaşe bikin û werin vir ez we bibînim *

    Here lînkê



    2015.04.03-23:14 | berxweda

    2. bişeref mirov dxe nav dest û lepê depresyonê hema bêje min hemî seyr kir min xwelîserê xwe kir niha ez ji çay ber xwe jî tû tehmê nagrim



    2015.04.04-00:02 | tivirloismail

    3. rêzefîlma bi beşa dawiyê dîsa min ji xwe biriye.

    ji qewla gotinên me nivîskarê vê rêzefîlmê "pîç" e.



    2015.04.27-15:46 | berxweda

    4. rêzefîlma sezaona wê ya sêya derketiye.
    piçekî têsîra wê qels e. dibe ku ji ber hişê me piçekî bi ser ên berê ketibe jî.
    berê di tvyek brîtanî de derdiket. niha netflixê heqê weşana wê stendiye û wê weşandiye.

    rêzefîlmek dîstopîk e. an go dîstopyayekê ava dike. yanî a li hemberî utopyayê.
    di utopyayê de xeyal an fikrên gelekî baş lê çêbûn/çêkirina wê gellekî zehmet e, heta meriv dikare bibêje nemimkun e.
    dîstopya jî dija wê ye. ango tiştê meriv naxwaze û çêbûna wê zor e ye.
    lê ev rêzefîlm destegulek jiyanê datîne ber te, dawiyê tu dikevî nav û tu wê jiyanê weke 'dibe ku bê jiyîn' dibînî. dûr e derba mirinê li te dixe û te pûç dike..

    kerem bikin temaşe bikin û bêpar nemînin.



    2016.10.21-23:16 | berxweda

    5. di hemû sohbetên fîlm û rêzefîlman de derdiket pêşberî min, loma min jî destpê kir û sezona ewil qedand û beşek ji sezona 2emîn temaşe kir. (jixwe her sezon 3-4 beş in).

    ger tiştek neyê serê min, min zêde neeciband. heta heta niha min hema bêje hîç jî neeciband. halbukî ez ji tiştên der-asayî jî hez dikim ha.



    2018.05.08-17:58 | simurg56

    6. Rêzefîlma ku sezona wê ya pêncemîn di netflixê de derketiye.

    Li gorî min wek sezonên ewil baş çênekirinê. Bipirsin çima; Welleh nizanim hema min neeciband gelo.

    (bnr: no idea)



    2019.07.25-19:37 | xelîl

    7. rêzefîlmekî di pêşiya serdema xwe de ye. Hin beşên wê pirr serkeftî ne.



    2019.12.02-14:05 | giyanster

    8. erê hin beşên wê yên xweş hene lê ne zêde. weke ku tê fîşal kirin nîne. dîsa jî hêjayî temaşekirinê ye.



    2019.12.02-14:51 | nazim tolhildan

    9. gelek gelek serkeftî ye.
    hin beşên wê hinek tewşomewşo bÛn lê yên xweş jî tam xweş bûn.
    û di her beşî de mijarek din bi lîstikvanên cûDA tê listîn ew jî taybetmediyeke gelek xweş e.



    2019.12.02-21:20 | brusk56

    10. min çend sezon temaşe kir. di beşa yekem de min go ev çiye gidî!! hê di beşa yekem de kêfa min gelek jê re hat.

    di çend beşan de teknolojîyek wulo hebû: mirov bi tiştê ku çavê xwe dibîne dikare wek video qeyt bike an jî wek wêne bigre. berî ku min vê temaşe kir min di go xwezî ez jî karîba tişten ku bi çavê xwe dibînim wek wêne bigrim. (bnr: şerrefsizim benim aklıma gelmişti)



    2019.12.03-14:52 | xwelî li ser

    11. hêjayî temaşekirinê ye. par min di nava 2 heftîyan de hemû sezonên wê qedandibûn. hinek bşên wê kêrî tiştekî nayên lê hinek kî gelek baş in. wek fîlmekî xweser in.
    piranîya mijaran li ser bandorên potansîyel ya teknolojîyê ye li ser jîyana me ya di pêşerojê de. mixabin hema bêje di hemû rewşan de ev yek bi nêrînek neyînî û dîstopîk hatîye nîşandan.
    mirov loma hebkî ji pêşvçûna teknolojîyê ditirse.



    2019.12.03-23:04 | simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    xeyda [1]
    Keç an jî jina ku herdem xeyîdî ye, an jî li ber xeydê ye. Weke ku ...
    pazarcix/dîgor [1]
    bajarok ê dîgor a navçeya qers ê.navê wî tirkî dağpınare. nezî...
    nav û nûçikên gundiyan [1]
    li ba me herî zêde rişko û rişkê,kêzika şevê,teneqe,zuro qurifî hwd. d...
    golikvan [1]
    navê nivîskarekî nû yê tirşikê ye ku ji navê wî jî xuya dibe gundî ye(...
    rêbera rastnivîsînê [1]
    bi heman navê pirtûkek mistefa aydogan heye ya di 2012an de ji...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » black ram

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî