Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dr.yusuf eren - tirşik
dr.yusuf eren
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. xwendevanê fakûlteya tipê bû li zaningeha dîcleyê. sala borî tevlî refên gerîlla bûbû.

ev demek dirêj bû ku me dizanî li kobanê şer dike û car caran wêneyên wî jî diket destê me.

îro bi telefonekê min bihîst ku li kobanê şehîd ketiye û cenazeya wî li rihayê benda dozger e ji bo bê amedê.

serê gelê kurd sax be..



04.04.2015 17:58 | brusk56

2. Kesê ku duh şev saet 10an de cenazeya wî gihişt amedê. Lê polêsan xwestin her tiştî asteng bikin. Serî de hatin û ji kesên li ber ava petrolê benda ceazeyê ne re gotin hûn nikarin li vir bisekinin li erebeya xwe siwar bibin herin. Li wir berxwedanek çêbû û polês kir nekir nekarî xelkê belav bike. Paşê cenaze hat vê carê destûr nedan konvoy çêbe. Gotin em ê yek bi yek erebeyan kontrol bikin paşê destûr bidin yek bi yek derbasê alê bajêr bibin. Gel dîsa qebûl nekir. Vê carê dest bi avêtina ava bitazyîk ya tûj kirin. Wê sermayê de gel şil û pil kirin. Bombeya gazê avêtin derdorê. Axirê saet bû 12ê şevê encax me karî em bigihin goristana yenikoyê.

Cenazeya wî û şehîdek din ya amedî ku ew jî duh pêre hatibûwê îro saet 11an de bê veşartin...



05.04.2015 10:12 | brusk56

3. şehîdê qehreman, rûmet û şerefa me ye.

heval yusuf, mirovek têr û tijî bû. tu caran nedikarî di cihê xwe de bisekine û her dem bi xwesteka serkeftinê tijî bû. rewşa kurdan qebûl nekir. dev ji perwerdeya xwe ya bijişkiyê berda û çû li kobanê li gel şervanên ypgê şerê daîşê kir. ew şerê ku me ji nexşeyên li ser vikipediayê dişopand, wî dikir û ew nuqteyên zer bi keda wî û hevalên wî çêdibûn. piştî girê miştenûrê hatibû bi dest xistin li wir bi çekê xwe wêneyek kişandibû. dema ferhat tunç çûbû ba wan, bi wan re wêneyek girtibû û dema me ew wêne dît em gelek kêfxweş bûbûn û me gotibû çi qas xweşik derketiye.



şehîd ket. daîşiyekî hov bi 3 guleyan canê wî stand û agir xist nava me de..



Here lînkê



Here lînkê



10.04.2015 00:54 | brusk56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dr.yusuf eren
» eren derdiyok

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî