Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şêx şemseddînê qutbê exlatî yê birîfkanî - tirşik
şêx şemseddînê qutbê exlatî yê birîfkanî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî

Jiyan û Berhemên Wî



Jînenîgeriya Wî

Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî di sala 1588’an li Bakurê Kurdistanê li bajarê Exlatê yê bi ser Bidlîsê ji binemaleke rewşenbîr û navdar hatiye ser dunyayê. Ew bi koka xwe digêhe pêxemberê Îslamê Cenabê Muhemmed.

Xwendina xwe ya destpêkê li dibistanên Exlatê li ber destê bavê xwe Seyîd Ebdulkerîm xwendiye, piştre wekî hemû şagirtan li gelek ciha li ber destê çend seydayên pispor li ser xwendina xwe berdewam bûye heta ku îcazên olî û zanistî wergirtiye û bûye yek ji alimên serkêşê zemanê xwe.

Seyîd Ebdulkerîmê Exlatî di gel her du kurên xwe Şêx Şemseddîn û Mihemed Emîn, Exlat hiştin, çûn li Hekkariya ku di wê demê de di bin nîrê Mîr Îmadedînê Hekkarî de bû û li wir di nava eşîra Doskiyan de bi cih û war bûn. Ev mişextbûna wan ji ber şerê ku di nêvbera dewletên Sefewî û Osmaniyan de li bakurê behra Wanê û devera Exlatê domdarbû hatibû pê.

Şêx Ebdulkerîm hetanî demekê li wir ma lê di axiriyê de di gel kurê xwe yê bi navê Mihemed Emînê ku bi navê Qu’tbeddîn dihate nasîn û bav û kalê seyîdên Sen’aniyan bû ji wir koç kir.

Piştre kurê Seyîd Ebdulkerîm ê bi navê Şêx Şemseddînê Exlatî di gel biraziyê xwe Sen’anê kurê Mihemed Emîn, di gel koçeke eşîra Ertûşîyan, di sala 1620’ê zayînî de, gihîştine li devera Behdînan li Amediyê. Eşîra Ertûşiyan ji bo silavdanê û destûrxwestina ji hakimê heremê li Amêdiyê rawestiya. Hingê hakimê Amêdiyê Seydî (Sîdî) Xan bû.

Dema Seydî Xanî, Şêx Şemseddînî Exlatî dît û bi zanîn û oldariya wî hesiya, jê xwest ku li devera Behdînanê bimîne û rêça xwe ya sofîtiyê li wir belav bike. Seydî Xanî heft gund (Birîfkan, Gelî Riman, Bazîdkê, Bêgeh, Rikava, Aluka û Tildêbê) diyarî Şêx Şemseddînê Exlatî kirin. Şêx Şemseddînî daxwaza hakimê Amêdiyê erê kir û li gundê Birîfkan tekiyaya xwe damezirand û dest bi belavkirina rêça xwe ya olî kir.

Ev bûyer di sala 1621’ê de qewimiye û Şêx Şemseddîn ji wê salê bi şûn de heya dawiya temenê xwe an ku bi qasî 53 salan li wir, li ser karê Îrşadê xebitiye.

Şêx Şemseddîn di sala 1674’ê de li gundê Birîfkanê çû li ber dilovaniya Xwedê. Gora wî heta niha jî ji bo gel cihê ziyaretê ye.

Pênc kurên Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî hebûn. Kurê wî yê mezin Seyîd Mûsa bû (1023-1111 hicrî). Seyîd Mûsa bavûkalê Seyîdên gelê Riman û Dergel û Bêskê û hin deverên dî ye. Şêx Şemseddînî karê rêvebirina mulkan, xizmeta mêvanan û karûbarê navmalê spartibûn wî. Kurê duyê Seyîd Ebdilrehman bû (1025-1103 hicrî). Ew jî bavûkalê Seyîdên Ertûşê, Dêrê, Navkurê û hin deverên dî ye. Şêx Şemseddînî karê îrşad û we’izê spartibû wî. Kurê sêyem Seyîd Ebdulxenî bû (1027-1121 hicrî). Ew jî bavûkalê Seyîdên Beroşkê û beşek ji Seyîdên Nesrê ye. Wî jî karên wekî xwendin, fêrkirin, xwendekar, zanîn û rewşenbîriyê bi rê ve dibirin. Kurê çaremîn Seyîd Zeynûl’abiddîn bû (1035-1119 hicrî). Ew jî bavûkalê binemala el-Nûrî û Şêstnavdîn û binemala Xezalî ye. Kurê wî yê biçûk Seyîd Mu’hyeddîn bû (1039-1120 hicrî). Seyîd Mu’hyeddîn, bavûkalê Seyîdên binemala mela û Seyîdên ’A’sî û beşek ji Nisirê û beşek ji Seyîdên Birîfkan û Sernê ye. Li mizgefta Birîfkanê karê pêşnimêjiyê dikir.

Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî yekem kes bû, ku li Birîfkanê yekem tekiya ava kir û dest bi belavkirina rêça olî ya Xelwetiyê kir. Vê yekê bi qasî 200 salan bi destê zarok û neviyên wî berdewam kir. Dema ku Şêx Nûreddînê Birîfkanî derket holê rêça Qadirî jî bi ser rêça Xelwetiyê ve hate zêdekirin. Şêx Nûreddîn karê îrşadê hilgirte destê xwe û bû serokê binemala Birîfkaniyan, bi vî hawî ji hevçaxên xwe zêdetir bi pêş ket û bû şêxekî mezin. Navê “El-Nûrî” bû navê vê binemala ku berê xwe dabû li rêça Terîqa Qadirî.

Şêx Şemseddînê Exlatî zana û sofiyekî navdar û helbestvanekî jêhatî bû. Wî ji însanan bi dûr diket û di şikeftan de ji bo dagêrî kûrahiya tesewifê bibe ji bo demeke dirêj dikete xelwetê.

Ji xêncî zimanê xwe yê zikmakî Kurdî, bi zimanê Erebî û Farisî jî helbestên pirr hêja nivîsandin. Pirraniya helbestên wî li ser sofîtiyê, nesîhet û şîretvaniyê bûn. Ji bilî helbestê, gelek berhemên din jî nivîsîne lê belê ev berhem heya niha nehatine çapkirin.

Nasnavê (Mexles) Wî

Şêx Şemseddînê Exlatî wekî nasnav (Mexles) “Xelwetî” bi kar aniye. Peyva “Xelwetî” navê terîqeta wî ye. Her wiha di hinek helbestan de wekî nasnav “Şemdîn” jî bi kar aniye.

Heta ku Xelwetî heye, ’aşiqê bê gavê te ye

Her te’zmîmî ku lome ye, ez tibêjim ji derdê ’işq.



Ji derdê ’xema ’işqê dîsan sotiye Şemdîn,

Ez im ’samitê teslîm, ez im bendeyê ferman.



Wêjekariya Wî

Hemû berhemên Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî negihîştine roja me. Neviyê wî Şêx Nûredînê Birîfkanî ku ew bi xwe jî helbestkarekî navdar bû, diyar dike ku ji dîwana Şêx Şemseddîn bi tenê şanzdeh helbestên temambûyî û du helbestên netemam li ber dest in. Helbestên wî yên ku hatine komkirin bi destê Mihemed Emîn Doskî hatine şerhkirin.

Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî wekî Melayê Cizîrî helbestkarekî mutesewif e û di dîroka wêjeya Kurdî de ekola terîqeta Xelwetiyan dinimîne. Ji bilî malbata wî di nava helbestkarê Kurdan de tu kesî ev ekol nenimandiye.

Ji ber ku pirraniyên helbestên xwe di xelwetê de nivîsandiye, her rêzik rengê tesewifê bi xwe ve digire. Di helbestên Şêx Şemseddîn de taybetmendiyeke din jî rîtm û muzîk e. Şêx bi rêya dubare û neqeratan di helbesta xwe de rîtm û muzîkekê ava dike.



Mest û xerabim ji meyê, ten telelat lala

Dibêjim ez ya lebeyê, ten telelat lala



’Alem eger çî qal tikin, ezê bêjim ji derdê ’işq

Qetlim eger ’helal tikin, ez tibêjim ji derdê ’işq



Di hin helbestan de jî Şêx Şemseddîn cih dide deng û olana xwezayê. Bi dubarekirina peyvên ku şûna dengên xwezayê digirin rîtmeke bêhempa diafirîne.



Car car ke tibit şeb şeb, hey hey çelebî qûm qûm

Xûş xûş tibim ez ’heb ’heb, hey hey çelebî qûm qûm



Sotim ji ’xemê mûmû, ta çendî biçim sû sû

Ey dostê were zû zû, hey hey çelebî qûm qûm



Me’hbûb ke vehat xeh xeh, te dilim kir hareh reh

Dîsan xweşim ez weh weh, hey hey çelebî qûm qûm



Hûn lêm negirin zewq zewq, yêkcarî bûyîm şeq şeq

’Heq maye tinê ’heq ’heq, hey hey çelebî qûm qûm







Di helbestên bi vî rengî de deng û leylana sewalan bi awayekî helbestîk dirije û olan dide.



Kûnde tibêjit qo qo, hûd hûd xu tibê po po

Ez her tibêjim ho ho, hey hey çelebî qûm qûm



Me li jorê jî diyar kiribû ku Şêx Şemseddîn helbestên xwe exleb di xelwetê de nivîsandine. Ji ber wê ye ku Şêx di nava evîna îlahî de tê sohtin. Ew weke Melayê Cizîrî bê evîn netemam e, bêser û bêpê ye. Ji agirê ‘işqê aqil avêtiye, dîn e:



Dîsan ji ’xemê ’işqê, ez bê ser û bê payem

Mecnûn im la ye’iqîlû, dêwane û sewdayem



’Işqê ku ’ulû kerde, ’aqil ji serim borde

Bê nav im û bê deng im, bê ’ar im û rûswayem



Carinan bi rêya “teşbîh”ê xwe weke keştiyekê dihesibîne û di nava xem û kederê de diçe û tê:



Ez keftime deryayê ’xemê te wekû keştî

Heyhat ke biçî ’xerqetê be’hrê, ve kinaran



Wisa dagêrî kûrahiya xelwetê dibe ku di nava evîn û xemê de dike feryad lê belê ji dost û yaran tîka dike ku bila wî mezûr bibînin an go nekin gazin û lomeyan.



Ev xelwetî bêgav tikete nale û firyad

Me’izûr bikirin hûn bi kerem jê, gelî yaran



Mirov dikare helbesta xwarê wekî manîfestoya wî ya fikr û ramanî bipejirîne. Şêx Şemseddîn di vê helbestê de mîna ku dibêje ez ev im û ramanên min wiha nin:





Te ne na ha ya hû

Ez kû mestê meyê ’işq im, te ne na ha ya hû

Mi’sir û Be’xdad û Dîmeşq im, te ne na ha ya hû



Têşneyê avê wî’sal im, ji ’xemê ’işqê tinalim

’Aşiqê ’heyê celal im, te ne na ha ya hû



Kelekê, cerge kebab im, bêxew û mest û xerab im

Saqî û xemr û şerab im, te ne na ha ya hû



’Aşiq û beng im û kas im, melek û cinn im û nas im

Xeyrî wî kes dî nenasim, te ne na ha ya hû



Waleh û kas im û beng im, mest im û şox im û şeng im

Ser bi ser pêt û pereng im, te ne na ha ya hû



Ezê bêcah û meqam im, xadim û şah û ’xulam im

Meşrûq û nûr û ’zelam im, te ne na ha ya hû



Mezherê zat û ’sifat im, me’idenê ’eynî heyat im

Keştî û Nûh û necat im, te ne na ha ya hû



Hadiyê di rê û delîl im, nemek û xwan û xelîl im

Benîyê xas û Celîl im, te ne na ha ya hû



Sahibê qelbê selîm im, dijminê dêwê recîmim

Cebelê Tûr û Kelîm im, te ne na ha ya hû



Muşkil û hellê beyan im, xefî û sirrê ‘eyan im

Nadirê ehlê zeman im, te ne na ha ya hû



Waleh û mest im û faş im, ser û rîşantî tiraş im

Geh evist mal û qumaş im, te ne na ha ya hû



’Enber û misk û bixûr im, Suhûf û Lewh û Zebûr im

Agir û av im û nûr im, te ne na ha ya hû



Ji meyê ’işqê xumar im, min nema sebr û qerar im

’Aşiqê wesletê yar im, te ne na ha ya hû



Walih û mest û cinûn im, ji xemê ’işqê zebûn im

’Aşiqê Heyyê bê çûn im, te ne na ha ya hû



Bilbilê ’aşiqê werd im, kulkeyê bêxwab û xwerd im

Ji xemê dostê bi derd im, te ne na ha ya hû



Samit û lal û xemûş im, sirrê yarê xwe dipoşim

Ger çi ez badefiroş im, te ne na ha ya hû



Xelwetî ’aşiqê mest e, qedehê bade bi dest e

Ji dinê ew bi perest e, te ne na ha ya hû







Çavkanî:

Doç. Dr. Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, 2013.

Selîm Temo, Kürt Şiiri Antolojisi, Agora Kitaplığı, 2007.

Şêx Şemseddîn Qutbê Exlatî yê Birîfkanî, Dîdarê Yar (Dîwana wî), Amd: Zahid Birîfkanî, Weşanên Roja Nû, Stockholm, 2001.



Mem zînistanî



05.04.2015 17:27 ~18:09 | mem zînistanî

2. (bnr: kerê min par mir)



05.04.2015 17:52 ~17:53 | ceso

3. bo xwediyê gotara li jor mem zînistanî û bo cihê ku lê hatiye weşandin li hejmara çaran ya kovara wêje û rexneyê binêre.



05.04.2015 22:18 ~22:20 | serhednişîn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêx evdîrehmanê aktepî
» şemseddînê daholvan
» yên ku îro têketine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî