Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
ez ji amedê hez dikim qirêj nakim - tirşik
ez ji amedê hez dikim qirêj nakim
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê kampanyaya nû ya şaredariya bajarê mezin a amedê amade kirî.

Ji bo xel dev ji edeta xwe ya qirêj kirina derdorê berde şaredarî dixebite lê karê wan zor e wele.

Bilboardên amedê bi wêne û nivîsan hatiye xemilandin û ev vîdyo jî ji aliyê şaredariyê hatiye amede kirin. Pir xweşik e.

.





05.04.2015 18:43 | brusk56

2. helmet û projeyeke baş e, lê wê çiqasî kêrhatî be, nediyar e..

rast e gelê kurd di vî warî de miaxabin hebekî sersar e, xema qûna wan nîn e.

jixwe ji dêrûdorên bircên amedê bêhna gû û rêxê difûre, mariv nikare nêzî wan deran be..

ez însanên xwe fêm nakim ku mariv çawa dikare nava mala xwe qirêj bike, hin hevalên min jî weha li bajarê xwe dikin, dema dibêjim kuro eyb e, şerm e weha li me nekin, bi mejiyên xwe yên piçûk tinaz û henekên xwe dikin..

ne tenê li amedê, li her dever û bajarên kurdistanê û bajar û devrên ku kurd lê dijîn, bi vî awayî qirêj e, ez tirkan dibînim ku qet çopa di destê xwe navêjin erdê, tim û daîm paqij in..

dema mariv daw'a welatparêziyê bike divê raman û tevgerên marivî jî li hev were, nakok nebe, bila nekeve di paradoksê re, ma kuro her tişt li aliyekî, ma qet hefya we li wan xizmetkar û kedkarên jin û mêrên kurd ên ku ji siharê heya nivê şevê potax û sergo û qirêjiyên we yên li sikak û kolan û pêyarêyan paqij dikin dîsa jî nagihîjin qilêriya we, nayê?

divê hebekî wijdan hebe, hebekî tirsa xwudê hebe, hebekî hejêkirina welêt û bajêr hebe, hebekî dilovanî hebe, hebekî însaniyet hebe di dilê mariv de..

kesên ku bajarên kurdistanê qirêj dikin û eziyet didin kedkarên xwe, ne dikarin bibin welatparêz ne dikarin bibin însan..

he bêje he bejê tû di devê me de neman lê hezar heyf û mixabin ku em hê jî nepijiyane, tênegihîştine, ne zaro ne xama ne nûciwan ne navsere û ne jî kalik û extiyarên me...

zilam çil pêncî sal emrê wî ye dikare bêî şerm û fedî di nava qelabalixiya bajêr de balxema xwe bi xirxira qirikê xwe paqij bike û berra zikê bajêr bide..

de tu rabe ji wan kesan re qala azadiyê û qala ekolojiyê û qala giringiya xwezayê bike..



05.04.2015 19:52 | ferhenga şikestî



5. (bnr: ez ji rihayê hez nakim dixwazim qirêj bikim)*



14.04.2015 21:32 | ceso

6. çi eleqeya hejêkirina bajarekî û qirêjnekirinê heye îcar? wek peyama li jor jî dibêje nexwe dema em hej bajarekî nekin divê em wî bajarî bilewitînin? paqijî anku qirêjnekirin edet û elimandinek e, ku tesîra gelek faktoran li ser heye, faktora pêşiyê jî perwerdehî ye..

lê cara ewil e ez dibînin ku şaredariya amedê bi vî hawî li ser bîlboardan giringiyê dide kurmancî, ji vî milî ve min divê destxweşiyê lê bikim..



14.04.2015 22:11 | endazer

7. Divê wilo bûya: ez ji amedê hez dikim, wê qirêjî/gemarî nakim



15.04.2015 01:36 | maro

8. (bnr: alternatîf)yan ez û amedê ji hev hizdikin em hev paqij dikin

yanji

ez û amedê ji hev hez dikin gundî cirana çi ji meye

ez ji amedê hizdikim amed jimin hiz nake

ne bû newsa

werhasıl bira disa wek berêve



15.04.2015 13:36 | shorbevan

9. ew kampanyaya ku bîskeke berê li televîzyonê jî lîqayî wê hatim û tiştekî bala min kişand..

di nava vîdeoyê de gelek kes hene ku diaxifin, lê kesên ku bi tirkî diaxifin (du keçikên xweşik) bi awayekî ji awayan bi cil û bergên xwe û bi tarza xwe modela îdeal ên nûjeniyê ne!

yanê çendîn qebul nekin û çi eleqa bêjin jî, ev yek ji derûniya bindestiyê tê..

yanê di videoyê de tê gotin ku zimanê tirkî sembola modernîzmê ye, kesên modern û xwende bi vî zimanî dipeyivin lê kesên temendirêj û nexwenda û nemodern jî bi kurdî dipeyivin..

ne şaş bim du zarok hene bi kurdî dipeyivin lê, te dît edet e, di wî çaxî de kurd jixwe bi pirranî kurdî dipeyivin..

wek encam şarederî jî bêhemdê xwe(!) dibêje ku tirkbûn sembolê modernîteyê ye û keçikên xweşik û xwende bi tirkî dijîn..

yanê şarederî di reklam û kampanyayan de jî nikare vî zimanî bike bajarî



30.04.2015 20:58 | ferhenga şikestî

10. Belê ez jî ji amedê hez dikim û naxwazim qilêrî bikim lêê belêêê malmîratno ez kîlometreyekê dimeşim lê liqayî kutiyeke çopê jî nayêm! Ka em ê çawa qirêj nekin..



30.04.2015 21:01 | mergehez


dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» hezkiriya/yê berê
» qirêj

Kategoriyên mijarê:: jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî