Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    zelal gökçe - tirşik
    zelal gökçe
    (2) (0) ecêb (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. li hunerên ciwan a pera, ji hûnermendê opereyê marsel adamadze dersên hûnera pêşxistina dengê wergirtîye. li zanîngeha teknîk a stenbolê di konserwatuara dewletê ya musîkiya tirkî de beşa muzîka gelerî xwendîye. di albûma koma azad (2) ya ku navê wê bihûşta min de çend stranên koro û solo, di albûmên şahiya stranan (1) û (2) de stranên bi navê ax lê nûrê, dêra sorê, zara şîrove kiriye. di koma asmîn a ku ji jinan pêk tê de cih girt, li welat û derveyî welat beşdarî gelek konser û çalakiyên hûner bû. di homegrown istanbul volume (1) de strana dilo, di albûma ji deh zimanan deh stran (anlat) de strana qûmrîkê şîrove kiriye. di rêzefilmê seher vaktî de strana seher vaktî ya jenerîk xwendiye. li îtaliya festîvala carovana pêk hatibû, bi projeya lawjeyê jinan beşdar bûye. di projeya ‘‘dîwana dûbeytî‘‘ ya ku besteyên wan ji helbestên baba tahirê uryan hatine honandin wek bestekar û stranbêj cîh girtiye û tevî komê li gelek deveran konseran dane. di İmc tv de tevî burcu yankın, feryal öney û özlem taner bi nave, kadınların dilinden (ji zarê jinan) bernameyeke muzîkê amade kiriye. û di swr tv ya alman de, di belgefîlma turkei - die kinder der sonne (tirkiye - zarokên rojê) wekî kesek sereke cîh girtiye. albûma wê ya solo ya yekem ’’solîn’’ (bexçeyê gulan) ku di nav de ji bilî stranên zaravayên kurdî, stranên tirkî û ermenî jî heye, di sala 2012an de wê derketiye.



    û dawiya dawî bnr: keçikên seksîtirîn ên kurdistanê/64104














    2015.04.06-03:23 [guhertin:2015.04.06 15:54]| remlavêj

    2. ew hûnermendê ku min bi SÎNEMÊ re nas kir hawara xwedê sînemêêê



    2015.04.06-13:16 | mîrzayêbiçûk

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.06-14:19 | elegez

    4. (bnr: li her derê, her tiştî disitirê)

    (bnr: li ku dinerim ew, li kîjan stranê dinerim ew)



    2015.06.15-20:33 [guhertin:2015.06.15 20:39]| mergehez

    5. stranbêja ku ez mereq dikim bê gelo zewicî ye yan na û eger ne zewicî be, dê bi min re bizewice yan na!!



    2015.10.26-22:05 | dijber

    6. Nizanim çima kêfa min pê re nayê. Dengekî ecêb lê dertê yan jî ew pirr xwe dide zihmetê bo wî dengê(!) strana "keçkên gundê me"tenê bi pesna ye



    2015.10.27-01:14 | sergijik

    7. kesa ku merê wê hindaye lê tê gerîn, me tu lêgerîn bê nihartin nehişt kesê ku wî dît ji kerema xwere i'lamê dijberî pêxin bira hima xêra webe..



    2015.12.08-21:42 | shorbevan

    8. çaxa ku ez stranên wê guhdar dikim, ez dibêjim qey qîzikeke, jinikeke gundê me ye distre..
    yanî dengê wê ewqas bi kurmancî ye.

    strana sînanê kirîv ji gulîstanê xaştir şirove kirîye.
    û Sînemê sînemê hewara xwedê sînemê.. zehv xaş dibêje yaw



    2017.11.21-13:17 | hozan serhad

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2017.11.22-03:55 | tevnepirk

    10. ez bi dengê vê jinikê ra dihelim yaw :(
    (bnr: şêxê delal)



    2019.01.28-15:28 | hozan serhad

    11. xwediyê dengekî bêhempa ye. bi taybetî gava (bnr: xalê cemîl) dibêje pê re girîyê merivan tê.



    2019.01.29-02:55 | jifêzagorda

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [4]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    arinlabs [1]
    şirîkatiya ku li ser bingeha big datayê hatiye avakirin û navê...
    tirsik.net [2]
    Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hev...
    pismam.com [3]
    malperek din yê şorbeya kurdî û tirkî ye. malperên wisa dilê kurdên...
    serê şevê çîrokek [2]
    Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zelal gökçe
    » gökçe fırat çulhaoğlu

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî