1. li hunerên ciwan a pera, ji hûnermendê opereyê marsel adamadze dersên hûnera pêşxistina dengê wergirtîye. li zanîngeha teknîk a stenbolê di konserwatuara dewletê ya musîkiya tirkî de beşa muzîka gelerî xwendîye. di albûma koma azad (2) ya ku navê wê bihûşta min de çend stranên koro û solo, di albûmên şahiya stranan (1) û (2) de stranên bi navê ax lê nûrê, dêra sorê, zara şîrove kiriye. di koma asmîn a ku ji jinan pêk tê de cih girt, li welat û derveyî welat beşdarî gelek konser û çalakiyên hûner bû. di homegrown istanbul volume (1) de strana dilo, di albûma ji deh zimanan deh stran (anlat) de strana qûmrîkê şîrove kiriye. di rêzefilmê seher vaktî de strana seher vaktî ya jenerîk xwendiye. li îtaliya festîvala carovana pêk hatibû, bi projeya lawjeyê jinan beşdar bûye. di projeya ‘‘dîwana dûbeytî‘‘ ya ku besteyên wan ji helbestên baba tahirê uryan hatine honandin wek bestekar û stranbêj cîh girtiye û tevî komê li gelek deveran konseran dane. di İmc tv de tevî burcu yankın, feryal öney û özlem taner bi nave, kadınların dilinden (ji zarê jinan) bernameyeke muzîkê amade kiriye. û di swr tv ya alman de, di belgefîlma turkei - die kinder der sonne (tirkiye - zarokên rojê) wekî kesek sereke cîh girtiye. albûma wê ya solo ya yekem ’’solîn’’ (bexçeyê gulan) ku di nav de ji bilî stranên zaravayên kurdî, stranên tirkî û ermenî jî heye, di sala 2012an de wê derketiye. |
|
06.04.2015 03:23 ~15:54 |
remlavêj
|
2. ew hûnermendê ku min bi SÎNEMÊ re nas kir hawara xwedê sînemêêê |
|
06.04.2015 13:16 |
mîrzayêbiçûk
|
4. (bnr: li her derê, her tiştî disitirê) |
|
15.06.2015 20:33 ~20:39 |
mergehez
|
5. stranbêja ku ez mereq dikim bê gelo zewicî ye yan na û eger ne zewicî be, dê bi min re bizewice yan na!! |
|
26.10.2015 22:05 |
dijber
|
7. kesa ku merê wê hindaye lê tê gerîn, me tu lêgerîn bê nihartin nehişt kesê ku wî dît ji kerema xwere i'lamê dijberî pêxin bira hima xêra webe.. |
|
08.12.2015 21:42 |
shorbevan
|
8. çaxa ku ez stranên wê guhdar dikim, ez dibêjim qey qîzikeke, jinikeke gundê me ye distre.. |
|
21.11.2017 13:17 |
bûtîmar
|
10. ez bi dengê vê jinikê ra dihelim yaw :( |
|
28.01.2019 15:28 |
bûtîmar
|
11. xwediyê dengekî bêhempa ye. bi taybetî gava (bnr: xalê cemîl) dibêje pê re girîyê merivan tê. |
|
29.01.2019 02:55 |
jifêzagorda
|
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
|
kompleksa îkarus [3] |
|
inglourious basterds [5] |
|
tiştanok [1] |
|
Grass: A Nation's Battle for Life [1] |