Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 11 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; aramî û bêdengiya li ser tirşikê
    peyamên çepikkirî

    3. tiştek normal e ji ber ku vê gavê kurdistana bakur parçeya herî bêaramî ye.

    her roj ewqas tişt diqewimin û tu kes ewqas ji tu tiştî fêhm nake ku kes naxwaze û nikare li ser bûyeran şîroveyan bike. aniha hûn ji min bipirsin ez nizanim bê ka li kîjan navçeyên kurdistanê qedexeya derketina derve heye, nizanim îro çend sîvîl hatin kuştin, çend çekdarên pkkê mirin û hwd. êdî em nikarin bişopînin. û bûyer jî ne zelal in.



    berê ugur kaymazek dihat kuştin û me ji bîr nedikir. me bi salan şîna wî digirt. êdî her roj zarok dimirin, qene em nizanin çend salî bû û navê wî çi bû. an jî gelo bi guleya kê hat kuştin...



    di pêvajoyek wisa de, mirov nikare li ser tiştên din jî tiştek binivîse.

    welhasil ewrên reş in li ser kurdistanê û mejiyên kurdistaniyan.



    2015.12.02-20:29 | simurg56

    10. piştî mehekê ferhenga şikestî vegeriya..

    bêdengî lê ne aramiya ku ez jî gelek pê eciz bûme loma bila herkes sibehê şûr û mertalên xwe amade bike, wa ye hat mirina zer*



    2016.02.18-21:54 [guhertin:2016.02.18 21:56]| ferhenga şikestî

    14. a ku eva 2 rojê dikewime ye.mirov xemgîn dike.tu tem,kêf û dilxweşî nahêle ber mirov :(












    2016.04.25-20:26 | quşxaneli

    15. Bi vê bêdengîyê dilê min dişewite,

    Canê min diêşe û ez kelogirî dibim..

    Lê ez dîsa jî xwe dixapînim dibêjim: Na na eva bêdengîya pêşîya bagerê ye (:



    2016.04.25-20:30 | hozan serhad

    19. rewşa ku van rojan zêde zêde bûye. Her ku ez li panela tirşikê dinêrim hew navê xwe dibînim di nav kesên têketî te.

    (bnr: hûn li ku ne, ez ditirsim)



    2016.06.03-17:02 | xewnname

    21. deng bide tirşik radyo



    2016.09.13-10:28 | cinorek

    24. Gava ez dikim ku wê aramiyê bişkinim kes derdikevin kelfên xwe bi kurdiya min dikin. Lowma ez newerim pir teqûrek bikim.
    Here lînkê



    2017.01.11-18:47 [guhertin:2017.01.11 18:48]| cinorek