Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
behra wanê - tirşik
behra wanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yan Jî gola wanê tê gotin.



Bi rastî Golek e lêbelê ziman û dilê mileta kurda de behr e.



Kesên ku navçe û bajarên devdorê wê ne, jê re nabêjin gola wanê, navê wê behra wanê ye.



Ez wextê zarok bûm zahf ketim nava wê. zarokên ku di demsala havînê de hingê dikevin porê wan ê reş dibe zer, ji ber ku ava wê sodayî ye heke meriv roj bi roj bikeve avê çend roj şûnde rengê porê meriv zer dibe.



Ava wê sodayî ye seba wê Di hundirê wê de tenê cûreya masiyekî dijî jê re dibêjin darex yan jî masiyê behra wanê. Ev masî hêka xwe berdide di nava çemên ava şêrîn ya devdorê behrê wanê, piştî ji hêka xwe derdikevin dîsa dizivirin tên nava ava behrê, heke wusa nebûya ew masî jî nikaribû vî avê de sax bisekine. Bi Vî Masiyê masiyê şoravê tê çêkirin,Dibe ku ev nav ne tenê xwarinê ye belkî yek jî navê vî masiyê wek Masiyê şoravê be.



Di Behra Wanê de çar heb girav hene:



axtamar

lîm

artî

Çixatan



06.04.2015 21:45 ~22:46 | mîr

2. navê Stranek şivan perwerî ya arabeskî ye an hestên arabeskî diderxîne..dema mîrov guhdarî vê stranê dike dinya reş û tarî dibe, hestên ku xwe avêtina li erdê, jilet avêtina li piyan, vexwarina araqiyê tîne bîra meriv..ger meriv li ber behra wanê guhdarî vê stranê bike meriv dike ku xwe bavêjî gola wanê jî…



(lînk:

)



07.11.2015 22:24 | havka

3. bi ya min hemê hecî bêhtir xweş xandîye.
vîdeoyê temaşe bikin:




stranên bajaran aliyê şêniyên wî bajarî va were şirovekirin baştir dibe *

(bnr: dilê min bû behra wanê)



31.12.2016 18:17 ~18:18 | bûtîmar

4. behra wanê ye.
li gorî kurdan ava aliyê wê yê dinê nayê dîtin behr e. her wiha ormiye jî behr e. an go em xwedî 2 behran e.
bala xwe bidin behra hazarê. ma ew jî li gorî zanistiyê ne gol e? çima jêre dibêjin behr?

di vî wextî de derdora wê bi çiyayên berfê xemilandî ve pêçayî.



31.12.2016 20:27 | berxweda

5. stranekî hemê hecî



01.01.2017 00:53 | morado

6. dewleta tirko li ser behra wanê danasîneke bi kurdî amade kiriye:



09.10.2020 21:46 | tizbîkêş

7. bi germbûna global her diçe ziwa dibe, hejmar û cureyên jîndarên lê dijî, kêmtir dibin, tune dibin.
çalakiya avêtina xwarinan ser tabloyên wênesazan/140859



04.11.2022 21:14 ~21:18 | biruya hayao miyazaki

8. Ji ber mezinbûna golê wek behrê jî tê pênasekirin lê ji ber ku ava wê wek ya behrê ne şor e, bi okyanûsan re pêwendiya wê tune ji aliyê zanyarî ve gol tê hesibandin



04.11.2022 22:13 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» behra navîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinemaflm zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî