Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çîlek - tirşik
çîlek
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fêkiyek e..

sor e û li ser wê jî xalên reş hene, dişibe xalxalokekê

dema mariv bi şekira toz dixwe, tehma wê gelek xweş dibe..

fêkiyeke buha ye û sed û hezar mixabin ku bi pirranî gelek zaroyên kurd bêyî wê ku bitehmijînin balix bûne..

min gelek gelek hej jê dikir lê derfeta bavê min nîn bû ku here bikire, bila ne derew be, hêşt sal li qersê mam û di nava hêşt salan de tu bidî berhev bi tenê şeş an heft car tenê min xwariye.

dema li amedê bûm jî di eynî rewşê de bûm, her ku li ber marketekê derbas dibûm an jî bi xaltiya re diçûm bazarê çavên min tavilê li wê ziq dizeliqiya û min dil dikir ku ji xaltiya xwe re bêjim 'ma çi dibe hele bistîne' lêê min şerm dikir û nedigot. çi fêkiyeke karîzma bû! li cihê xwe qet nedilebitî min wan çaxan fêm nedikir, çima ji cihê xwe nalive, meger kes nikare bikire, sêv erzan bû li malê herkesî hebû lê çîlek?!



sê roj berê çûm marketeke li ber mala me û min dît ku çîlek hatiye, kîloya vê bêmiratê şeş milyon bû lê min du kîlo stend û kir sarincê.. axirê vê êvarê min sarincê vekir û min dît ku çîlek heye, şêrina li ber zarotiya min bi hemû karîzmaya xwe li benda min e ku wê bixwim..

yanê sê roj temam ji kirîna wê derbas bûn belam min ew ji bir kiribû, ez ku di zarotiya xwe de ji bo çîlekan siberojeke afirandibûm, ez ku ger mezin bûma qaşo min mala xwe bi çîlekan tije dikire lê tevî sê rojan tew destên xwe nedabûm, aniha jibîr dikim ku çilêkên min li sarincê li benda min in..

tavilê zarotiya min hate bîra min mi got xwezî dîsa zar bûma, min bi destên xwe qirasa xaltiya xwe pêbigirta û ji çîlekan xeyalake biafiranda, derûdora xwe sor bikira, hama min qet nexwara...

min çima qal kir?

beriya kêlîkekê min sarincê vekir, çîlekên min ên jibîrbûyî çav bi min ketin û heyfa xwe ya salane li min anîn..

erê, herin sûkê û ji bo zarokên xwe yên kurd çîlekan bikirin, bila ji du kîlo kêmtir nebin û şekira toz jî jibîr nekin..



06.04.2015 22:08 ~22:13 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîlek

Kategoriyên mijarê:: nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî