Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
seyda perinçek - tirşik
seyda perinçek
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dema ez wî guhdar dikim, dil û hundirî min parçe parçe dibe, ewqas bi dil dibêje.



24.07.2013 23:55 | kurdmisê

2. Bi wî zirnavê xwe û bi wî dengê xwe xortê Kurd ku di siyasetê de germin û nû gihayî ne pey xwe de kaş dike. Hinek3i sloganik be jî dîsa jî nagihê hêza stranbêjên salên 1990an .



25.07.2013 00:06 | rojan

3. Seyda Perînçek di sala 1978’an de li dêrika Çiyayê mazî ji dayik bûye û ji zarokatîya xwe pê ve bi hunerê re eleqedar e. Heta niha nêzî 800 helbest û kilamên wî hene. Ew besteyên ku wî bi xwe afirandine bi saz û dengê xwe yê bêhempa pêşberî gel dike. Ji xeynî vê jî berdevkê navenda çanda Mêrdînê ye, li NÇM'ê mamostetiya muzîkê dike û perwerdehiya baxlemê dide..

Ev besteyên ku Seyda Perînçek bi xwe afirandine, tevî notayên wan, kiriye pirtûk. Niha pirtûka besteyên Seyda Perînçek di destê enstîtuya kurdî ya amedê de ye û li ber çapê ye..



25.07.2013 05:31 | endazer


9. her tim li gorî mijarên rojevê stranan distrîne.



15.09.2013 21:26 | ramanwer

11. ew hunermend e ku wexta buyerek polîtîk çê dibe ji nişka ve derheqê vê buyerê de dikare stranekê çê bike!



12.10.2013 13:12 | mem alan

12. stranbêjê online



19.10.2013 23:58 | tivirloismail

13. stranbêjê her daÎm aktîv û aktûel.. lê ji mêj de ye pêjn jê nayê.. *



20.10.2013 00:00 | endazer

14. enstrumanê wî bi tenê tembûr e xwezî enstrumanen di jî bikaranî ba . yê hingê bêtir peş ketî ba



20.10.2013 01:04 | rêzan

15. *giştî gotinên seyda, çawa ku ji tekstên nûçeyan hatiye jêgirtin.. *ji dilî gotin wiha çênabe ev xwe kuştin e û pir kenewer e :



..

*seyda ez qurban ne hewce ye ewqas didî ber qîra jî..



20.10.2013 11:17 | rexnegirêtagirtî

16. DI NAV KURDA TIŞTEKÎ YEKEM E.BI GERMAHÎYAN BUYERA DEST BI GOTIN NIVÎS U MUZÎKê dike,heta ku buyer tevêhev diqewime,STRAN AMADEYE. bi vê sedemê Tê gotin ku tekîlîyên wÎ BI rêxistinên îstîxbarata heye.



20.10.2013 14:23 | bawero

17. mirow klama nabeje qey şer dike.





20.10.2013 14:47 | cinorek

18. tesîra pakrewan hozan hemîdo gelek li ser heye.herdû jî ji quserê ne.deng û awazan wan jî dişibe hev.



26.10.2013 13:55 | tivirloismail

19. xwedÊ ji te razÎ be sÊyda



26.10.2013 15:00 | tariq

20. stranbêjê ku îro li amedê hatiye binçavkirin.



13.01.2014 22:56 | simurg56

21. li qoserê dijî. her roj polîs wî digirin rebeno. strana wî a 'çû çû nema tê' ya herî navdar e.



23.02.2014 11:17 | maro

22. xwezî bes strana bêjê... stranê wî nexweş in.. hê amator ê...



06.03.2014 15:40 | mamostanısebin

23. Stranbêjê ku berî çend rojan di derbasbûna sînor de hatiye destgîrkirin piştî îfadê dilxwede hatiye berdan, lê piştî hatî berdan û heta niha ti agahî jê nîn e. niha winda bûye An jî hatiye windakirin. Înşelah tiştek bi serê wî neanîbin.



01.03.2015 11:15 | xendekî

24. li ewrûpayê penaber e; ne şaş bim li almanyayê. hê jî li ser bûyerên siyasî yên rojevê stranan çê dike *



11.06.2019 02:11 | roza

25. di stranên xwe de zêde zêde diqîre bila yek jê re bêje qurban ca hinekî sakîn be ecele neke sekan be! binêr mem ararat ji ber sekaniya xwe bi çi qasî stranên berkeftî distrê lê tu mîna şêrekî ku ji gamêşekî pehin xwaribe qarewar dikî.
di radayoyê de wexta dor tê wî frekansê diguherînim lê ger di guhertina frekansê de liqayî hawara wî bêm radyoyê ji kokê digirim.



23.11.2019 01:43 ~01:44 | ferhenga şikestî

26. Gava ku Seyda Perinçek distrê ziravê min diqete! Bi rastî jî gelekî diqare, bi qarînan jî stran xweş nabin.



23.11.2019 11:20 | fatoş xanim

27. Carna qêrîn jî lazîm e.
Her tîm klasîk muzîk her tîm slow nabe.
Dem hene ku ez her tiştî dest berdidim û seyda perinçek, şahe bedo û hozan beşir gûhdar dikim.
Delê mekin bila bi stîla xwe berdevam bikin.



23.11.2019 12:07 | cinorek

28. straneke bi tirkî û anîmasyonî weşandîye. anîmasyon ne serkeftî ye klam jî ne wek klamen wî yên kurdî. e ku dixwazin guhdar kin fermo beyaz toroslar.






13.02.2020 23:34 | golikvan

29. Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ew qêrînên jê derdikeve dixwaze xwe bigîhijîne zarokatî, bav û hêviyên xwe. Ew berê xwe dide hêviyên xwe distirê ji ber hêvî dûr ın ew jî gelekî diqîre.



23 roj berê 19:38 | derdxane

31. camêr gelek authentik e, divê bêhna meriv fireh be



12 roj berê 19:48 ~2024.04.10 14:07 | keloş

32. Li gor rîwayetên kevnar, naveke wî jî; "birêz qîreqîr"e. Fmmdmd



11 roj berê 03:07 | bayê xerbî

33. Kû meriv mirova nasnake dibe ku şiroveyên wisa bê bingeh meriv karibe bike normale.
Ku bavê te jî bihata kuştin ji aliyên dagirkeran dibê ku te ji wî bêtir bikira qîre qîr.
ne ji devê xwe ji qûna xwe.. te fêm kir brêz.



11 roj berê 05:23 | derdxane

34. Ku mirov peyamên xelkê fam neke, keybordê dixe cihekî xwe da wisa bersivê dide xelkê... Te fam kir, ne birêz.



11 roj berê 18:20 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» seydayê teyran

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî