Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
seyda perinçek - tirşik
seyda perinçek
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

16. li qoserê dijî. her roj polîs wî digirin rebeno. strana wî a 'çû çû nema tê' ya herî navdar e.



23.02.2014 11:17 | maro

17. xwezî bes strana bêjê... stranê wî nexweş in.. hê amator ê...



06.03.2014 15:40 | mamostanısebin

18. Stranbêjê ku berî çend rojan di derbasbûna sînor de hatiye destgîrkirin piştî îfadê dilxwede hatiye berdan, lê piştî hatî berdan û heta niha ti agahî jê nîn e. niha winda bûye An jî hatiye windakirin. Înşelah tiştek bi serê wî neanîbin.



01.03.2015 11:15 | xendekî

19. li ewrûpayê penaber e; ne şaş bim li almanyayê. hê jî li ser bûyerên siyasî yên rojevê stranan çê dike *



11.06.2019 02:11 | roza

20. di stranên xwe de zêde zêde diqîre bila yek jê re bêje qurban ca hinekî sakîn be ecele neke sekan be! binêr mem ararat ji ber sekaniya xwe bi çi qasî stranên berkeftî distrê lê tu mîna şêrekî ku ji gamêşekî pehin xwaribe qarewar dikî.
di radayoyê de wexta dor tê wî frekansê diguherînim lê ger di guhertina frekansê de liqayî hawara wî bêm radyoyê ji kokê digirim.



23.11.2019 01:43 ~01:44 | ferhenga şikestî

21. Gava ku Seyda Perinçek distrê ziravê min diqete! Bi rastî jî gelekî diqare, bi qarînan jî stran xweş nabin.



23.11.2019 11:20 | fatoş xanim

22. Carna qêrîn jî lazîm e.
Her tîm klasîk muzîk her tîm slow nabe.
Dem hene ku ez her tiştî dest berdidim û seyda perinçek, şahe bedo û hozan beşir gûhdar dikim.
Delê mekin bila bi stîla xwe berdevam bikin.



23.11.2019 12:07 | cinorek

23. straneke bi tirkî û anîmasyonî weşandîye. anîmasyon ne serkeftî ye klam jî ne wek klamen wî yên kurdî. e ku dixwazin guhdar kin fermo beyaz toroslar.






13.02.2020 23:34 | golikvan

24. Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ew qêrînên jê derdikeve dixwaze xwe bigîhijîne zarokatî, bav û hêviyên xwe. Ew berê xwe dide hêviyên xwe distirê ji ber hêvî dûr ın ew jî gelekî diqîre.



25 roj berê 19:38 | derdxane

25. camêr gelek authentik e, divê bêhna meriv fireh be



14 roj berê 19:48 ~2024.04.10 14:07 | keloş

26. Li gor rîwayetên kevnar, naveke wî jî; "birêz qîreqîr"e. Fmmdmd



12 roj berê 03:07 | bayê xerbî

27. Kû meriv mirova nasnake dibe ku şiroveyên wisa bê bingeh meriv karibe bike normale.
Ku bavê te jî bihata kuştin ji aliyên dagirkeran dibê ku te ji wî bêtir bikira qîre qîr.
ne ji devê xwe ji qûna xwe.. te fêm kir brêz.



12 roj berê 05:23 | derdxane

28. Ku mirov peyamên xelkê fam neke, keybordê dixe cihekî xwe da wisa bersivê dide xelkê... Te fam kir, ne birêz.



12 roj berê 18:20 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» seydayê mele tivirloismail

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî