Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
eşq - tirşik
eşq
(5) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. rengê însên yê herî xweşik...

beravêtina hiş û mentiqê...

çargavîya hestan...

ji her tiştî her tiştir...



Were pezkovîya min were

Şikefta dilê min stargeh e ji te re

Eşq kedî nabe tu carî

Were bi çargav bibeze û were

(ji kejnameya min çarînek)



25.07.2013 00:13 | devliken kelogiri

2. eşq şehwetek e ezîzekem wekê pûşa kayê zû vêdikeve û zû ditemire.. Û wekê gurên har çav bi çi dikeve mirarî dike û dihêle.. ya girîng rehm e sidq e dilovanî ye şefqet e dilsozî ye.. eşq şehwet e, çavsorÎ ye, çavbirçîtî ye..



25.07.2013 00:28 | endazer

3. bêjeya eşq rihê xwe ji erebî distîne. Erebî wateya wê; tiştê ku nikarê werê tarifkirin e.



25.07.2013 00:33 | fuad hemedxan

4. eşq şehwet e, wekê liba nîskê bê ber û pişt e û wekê kela nîskê zû dikele, zû difûre û zê datîne!



12.10.2013 01:53 | endazer

5. eşqa dila zorê.......



12.10.2013 09:35 | newenda

6. eşq; meşk e. ev meşk carinan tijî dimse, carinan dew.



Yê dimsê dixwe sêrîn dibe, yê dew vedixwe dikeve xew.



12.10.2013 13:20 | dîno

7. çalakî: Ez ji te hez dikim

encam: tu min hez nakî!



12.10.2013 13:52 | mem alan

8. bela serê keç û xortan e...dema yek ji wan aşiq dibe,serma paşiya çilêyê germ dibe...



12.10.2013 13:55 | mem alan

9. Li gorî melayê Cizîrî derdekî bê derman e.



06.09.2021 23:49 | bûtîmar

10. Li gorî min jî derdekî bê derman e welle



07.09.2021 07:01 | xabûrî

11. kelecana ku dixe dilê mirov ne weke tiştekî dî ye. laşê mirov bi şiklekî ecêb dixebite. dibe ku ravekirina vê ya zanistî hebe. belkî di derbarê vî tiştî de belgefîlmek jî hebe zahf balkêş e bi rastî.



08.09.2021 00:48 | hueyn

12. Min hîn derb jê nexwarîye, Xwedê bistirîne ku ez nexwim jî lê stranek xweş anîye bîra min... Dîyarî hemû tirşikvanan dikim..
Ziwan Brahîm distire:






Wesen distire:




08.09.2021 09:40 | pîroz

13. Ez dixwazim behsa serpêhatiya dotmama xwe bikim. keçik dil ket mêrekî zewicî , zilam jî jê hez kir û Îjar hat ji bo xwezgînî . Apê min got ez ê çawa keça xwe bidim ser hewî? û neda . Neda îjar xwezgînî dihatin bo wê, nav xelkê da belav bû ku keçik dibêje bû Hesen nebû Hesen!( Navê zilam hesen bû) êdî nema kes keçikê xwest . De de bû neh deh sal navbera keçikê û ya malbata wê nema , ne axaftin ne tu tiştek, destê xwe ji hev şûştin. Bav û diya keçikê ji hev veketiyan ne ew alî xwest keçik li cem wan be ne jî ew alî . Keçikê got ger wiha ye qene min bidin ( zilam jî hê pê wê bû) . Bi alîkariya nasekî çêbû û zewicîn. Gelo Niha çawa ne? Xwe dikin qurbana hev. Wate eşq heye Hevalno.

Nîşe : ez nabêjim tişkî baş e jiber ku zilam zewicî bû , lê evîn şaş be jî her evîn e.



11.09.2021 20:18 ~20:17 | navîgiranmezelîwêran

14. (bnr: mirina bi saxî)



01.10.2021 21:25 | xabûrî

15. (bnr: xwedê zêde bike)



02.10.2021 19:26 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» eşq

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî