Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
omer dizeyî - tirşik
omer dizeyî
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Xewn le xewda

Dwênê shew bînîm le xewê

leser cêy ber mange shewê

xom xizande leser cêy fênik

nemhêsht ber henasem bikewê



Kijî xawî, be lêdawî alozawî

car car daydeposht le chawî

xwaye gîyan chendîm xosh dawê



Zor be aspayî û be nermî

demim bird bo lêwî germî

chawï helhênaw pêy gutim

xawnîm adît eto hawsarmî



Nêyhêsht hestim, girtî destim

lêwi gastim bo chirkêkî xoshî daygirt

sertapay hena û hestim



Wêk rata mella bang dananê

têk aran û dest le millanê

le nakaw dengî mella hat

daybirîm le bejnî cûwanê



Be ser samî, be nakamî bêaramî

bêcêmhêsht beheshtî xewnim

chawim pir bû le giryanê



(bnr: homer dizeyî)



25.07.2013 00:25 | babedyo

2. li başurê jê re dibejin mamoste. stranbêjekî mezin e û wekî din helbestvan e jî. û nîvîskar e jî camêr. pirtûkekî wî bi navê 'çîroka muzîka klasîk a rojavayê' derketiye. mamoste homer niha jî şewîrdarê brêz celal talabanî ye.



25.07.2013 03:21 | spizello

3. li başûrê kurdistanê nizanim lê li parçeyên din yên kurdistanê nav û şohreta heq kirî nestandiye mixabin.. hunermend e.. bi nav çendî geram le şaran stranek ya vî camêrî heye ku guhdarê xwe li ser xalÎçeya dengê xwe yê nerm ê şîfonî yê ji pûrtên çûkan bêyî ku pê bihesîne dibe dinyayên din.. cara pêşîn di fîlmeka bahman ghobadi de ez ne şaş bim fîlma dema hespên serxweş bû min ev stran bi ber guhê min ketibû.. hingî baş tê bîra min li ser înternetê tu nema min nenivîsî lê min nekarî ez vê stranê peyda bikim.. paşê piştî ku min têkilî bi çend canik û camêrên ji başûrê kurdistanê re danîn ez serderî vê stranê û stranbêjê stranê homer dîzeyî bûm.. ev stran paşê ji aliyê rojîn û tara mamedovayê ve jî hate gotin lê hê jî kesekî nekariye bi qasê homer dîzeyî evê stranê ev çend xweş û serkeftî bistirê.. nizanim çima lê dema ku ez vê stranê dibihîsim du ristên ku di helbesta xwe de hilnehatine ya şairê nemir ê rehmetî arjen arî bi bîra min tên û dikevin.. 'min dixe rê newaya stranê / mîna tu bê pêrgîniyê, bi coş..' li ser youtubeê qeydeka vê stranê ku homer dîzeyî û hanî bi hev re dibêjin heye ku mirov ji guhdêrînê têr nabe.. ji xeynî vê stranê stranên wî yên wekê xewn le xew da, esmer, hoy narê jî gelekî xweş in û hêjayî guhdarîkirinê ne.. strana meşhûr ya hunermenda kanadayî, loreena mckennittê ya bi navê tango to evora ku hema bêje li her zimanekî hatiye wergerandin û stirandin bi navê xozgayê wergerandiye kurdî û stirandiye.. piştî homer dîzeyî rojînê jî xwe li heman stranê ceribandiye û bi navê janê ev stran bi gotinên kurmancî stirandiye û di albûma xwe de cih dayiyê.. homer dîzeyî herwiha strana meşhûr ya gelêrî ya îranê ya bi navê soltana ghalbha jî wergerandiye kurdî û soranî û stirandiye..

min di forûmekî de xwendibû ku digot homer dÎzeyî hevzayend e eger bi vê nasnameya xwe bikaribe bi rihetî hunera xwe li kurdistanê îcra bike cihê kêfxweşî û şanazî û serbilindiyê ye ji bo min.. ji ber ku kurdan bi salan ji ber nasname û taybetmendiyên xwe yên cuda êş û azarê kesanedîtî dîtin ji ber hindê gelekî li ber dikevim dema ku kurdek radibe û j ber nasname û taybetmendiyên cuda yên kesekî tehn û tadeyiyê li kesekî bike an cihê derbirrÎnê jê re nehêle an ji nav xwe veder û aforoz bike..



fermo çend girêdankên youtubeê yên derheqê deng û mûzîkalîteya homer dîzeyî de:



homer dîzeyî - çendî geram le şaran:



homer dîzeyî & hanî - çendî geram le şaran:



rojîn - çendî geram le şaran an birÎndar im:



tara mamedova - çendî geram le şaran an birîndar im:



homer dîzeyî - xewn le xew da:



aynur doğan - xewn le xew da an xewn:



homer dîzeyî - xozga & tango to evora:



rojîn - jan:



lorenna mccennitt - tango to evora:



homer dîzeyî - soltane ghalbha:



farid farjad - soltane ghalbha:



darya dadvar - soltane ghalbha:



dîmenek ji fîlma niwemangê ya derhênerê kurd bahman ghobadi ku tê de bi akordiyonê strana soltane ghalbhayê tê lêxistin:



25.07.2013 05:22 | endazer

4. bi navê kürt kızı (Geline Bak Geline) straneka xweş ya tirkî jî dibêje;





14.06.2014 05:04 | endazer

5. (bnr: xozge)







09.03.2015 01:05 | xendekî

6. camêr li ser kurdistanÊ stranekê dibÊje, pirçên canê meriv dilerize, çoga meriv dikizire, hêş ji Êqil diçe...

ev bû çend roj in bi roj û şev guhdarî dikim lê hê jê têr nebûme





13.04.2016 22:48 ~22:49 | ferhenga şikestî

7. stranbêjê vê strana wî hêjayî gohdarkirinêye







14.04.2016 00:28 | shorbevan

8. Omer Dizeyî- Xwaya abê êsta
Xweya abê êsta
Kê maçî bika?
Xweya abê êsta
Kê bonî bika?
Xweya abê êsta
Kê bigwênê?
Ew kalle memkaney
Hî min bûn dwênê
Xozgem bew kesey ke
Eygewzênê pencey benaw qijya egerrênê
Lewî le lêwî germî exşênê
Dugmey suxmey yek yek
Lêk atirazênê
Xozgem bew kesey ke eyrrûjênê
Dest bew rane
Nermaneyda dênê
Razî dil be gwêyda eçirpênê
Axo abê êsta
Kê pêy şad bê
Axo abê êsta
Minî le yad bê
Yadî dêrîn bîbatewe dwênê
Derdî dil girane , bêdermane
Axir eweye dest lêk berdane
Dinya her wa bûe û her waş emênê
Bextewarî ta ser bo kes namênêt.



04.02.2021 16:30 | edd

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» omer faruq baran

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî