Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
ch û sh - tirşik
ch û sh
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dîftongên ji aliyê kesên ku di klavyeya wan de "Ç" û "Ş" tûneyîn hatîn bikaranîn in.



ji ber ku ew bi alfebeya Erebî dinivîsînin bi piranî kurdên başur ango rojava van tîpan bi kar tînin.



Dema ez youtubê de an jî derekî din de rasta van tîpan di peyvên kurmancî de dibînim îmana min diçe. Aniha jî ez bêîman im.. https://www.tirsik.net/index.php?mijarid=16717&iro=on&rupel=1



08.04.2015 11:27 ~11:30 | bijêrvan

2. gava peyvên wilo dibînim kêfa min serûbin dibe. wek "apaçî"yan nabe law.



08.04.2015 12:03 | kurê xelkê

3.

diftongên ku di hinek zimanan de denganiya wan ji hev diguherin. yanî "ch" tim û daîm ne wekî ku di îngilîzî de "ç" tê zanîn e ger peyv bi elfabeya fransî hatibe nivisîn "ch" dibe "ş"ê me. Herwekî mûzîsyenê navdarê cezayîrî cheb khaled ku ji bo navê xwe elfabeye fransî bi kar aniye ku navê Wî yê rastîn di erebî de الشاب خالد ku wekî şeb xalid e. dibe ku hinek bêjin madem wisa ye hun çima "şeb xalid" nanivîsin. belê em dikarin bi çend hevokên ronîker vê yekê aşkera bikin.

1- ji ber ku nav tiştek taybet e û li gora kêfa tu kesî nayê guhertin. Ji ber ku mirovek bi çi navî navdar be an jî elfabeya xwe ya netewî kîjan be divê navê wî bi wî hawê bê nivisîn. Herwekî çawa tirk navê ehmedê xanî wekî ahmed-i hani dinivîsin û em diqehirin divê em jî heman nezaniyê nekin. Eger ku em wisa nekin wê tu tiştekî standart çênebe. Sibêro yek were wê pêşî li mijara cheb khaled bigere û wê nizanibe ku mjar wekî şeb xalid an jî çeb halid an jî geb xalîd hatiye vekirin. Ji bo standardbûnê ev yek pêwîst e.

2- lê hin kurdên me mixabin digel elfabeya wan a tekûz a netewî heye jî dîsa diçin Ji bo navên xwe elfabeyên biyanî bi kar tînin. Ez jî li hember vê yekê me. Lê ev nayê wê wateya ku bila her kurdînûs jî navê xwe bi kurdî binivîsîne. Herwekî nivîskarê kurd şener özmen bi vî navê ku bi elfabeya tirkî hatiye nivîsîn bi nav û deng bûye piştî vê yekê em nikarin di tirşikê de mijareke wekî şener ozmen vekin ji ber ev ne navê nivîskar ê rastîn e. Lê mixabin ez dibêjim qey bi vî navî di tirşikê mijar vebûye jî*



08.04.2015 12:10 ~12:11 | ceso

4. hevalê ceso ez jî wekî te difikirim, ji xwe rexneya min ev e ku ez naxwazim van dîftongan di hevokên kurdî de bibînim. lê di navên taybet de helbet divê wekî orîjînal bimîne. ez tevlî vê yekê dibim. tu pirsgirêk tune.



min çima ew lînka cheb khaled da wê jî bêjim. wê mijarê ev acizbûna min anî bîra min ;)



08.04.2015 12:29 ~17:40 | bijêrvan

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî