Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
karuan - tirşik
karuan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. karuan an bi navê xwe yê din karuan marof di sala 1976an de li wîyenê wek zaroka dê û baveke kurd tê dinyayê. ji bo karuan eşq û hewesa mûzîkê bi şivan perwer der dibe an destpê dike.. karuan hê di şeş saliya xwe de li ser bandên mûzîkê stranan qeyd dike. ji hingî ve mûzÎk ji bo karuanî dibe favorîtirîn kar û pîşe..

di sala 1995an de karun bi tesîra mûzîka folk û blackê li ser xebatên xwe yên solo dest bi kar kir.. çi gava ku karuan li ser kombersê xebatên xwe yên solo yên mûzîkê birêkûpêk dike bi mûzÎka elektronîk re dibe nas û berê xwe da çeşnê vê mûzîkê.. karuan îro bi senkronîzekirina ezmûn û çandên cuda mûzîka xwe pêk tîne û birêk dixe.. û xwe wek pireka hunerî ya di navbera çanda kurd û çanda ewropayê de dibîne..

ji sala 1999an ve karuan bi kompaniya sunshine enterprisesê re peyman daniye.. sînglea pêşÎn yê karuan ya di terza clubê de ya bi navê karuan.ep bal û eleqeya gelek clubên navneteweyî dikişîne.. piştî vê xebata xwe ya yekem sÎnglea xwe ya duyem ya bi navê walkê û pê re jî albûma xwe ya pêşîn ya bi navê dohuki balletê derdixe.. karuan mûzîkên xwe yên di albûma dohukî balletê de wek mîrasa mûzîka kurdî diwesfîne.. di ber guhdêrîna albûmê re mirov dikare terz û têgihiştina mûzîka karuan wek romantîk û melankolîk biwesfÎne.. stranên di albûmê de hinekî bi ser mûzîkên fîlman ve jî diçin.. enstrÛmanên akustîk yên wekê flûta oryantal, gîtar û bass di albûma dohuki balletê de cihekî girîng digirin..

gelek remiksên ku bi destê karuan çêbûyîn hene û ev remîks pirÎ caran ji hêla şîrketên qewanan yên muxtelîf ve di albûmên ku ji stranên stranbêjên cuda û cihêreng pêk têne de tên bicih kirin..

heta niha du albûm çêkirine û belav kirine.. dohuki ballet û pop arif.. mûzÎka ku çêdike wek chill out tê binav kirin.. di çend stranên xwe de bi dengbêjên wekê mihemed arifê cizrawî re dûet çêkiriye.. anku di stranên xwe de parçenin ji kilamên van dengbêjan jî bicih kiriye.. strana bi navê reflections of a poem ku tê de parçeyek ji straneka mihemed arif cizrawî jî cih digire gelekî bi nav û deng e.. di yotubeê de di bin vîdeoyên karuanî de bala min kişand piraniya heyran û hejêkerên wî yewnan in an bi zimanê yewnanî şiroveyên xwe dinivîsin..

fermo ji vir ji bo reflections of a poema karuan kerem bikin:



25.07.2013 06:22 | endazer

2. mûzîsyenê ku ev sê seet in bêwest û bêfesl guhdarî strana wî ya vê dawiyê ya bi navê never too late yanî tu carî ne dereng e ku bi stranbêjeke bi navê gianna charles re dûet kiriye dikim..

ji vir kerem kin:



20.09.2013 17:07 | endazer

3. mûzîsyenê ku li yunanîstanê yê nas neke û hejê neke Lêdanê dixwe.. li ser youtubeê jî hema bêje di bin hemû vîdeoyên wî de şiroveyên bi zimanê yunanî ne.. ya ecêb ji nav kurdan kêm kes vî camêrî nas dike..



11.10.2013 01:40 | endazer

4. bi qasê xuya ye, li yewnanîstanê kurdê herî popûler e.



15.04.2014 21:26 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» karuan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî