Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bavitî - tirşik
bavitî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hesteke ecêb e, tevî ku nakevim vê klasmanê jî, hîs dikim lê biborîne bavê min ku ez hê bav nebûme û gelek salên dî jî wê nebim..

tu zanî, salên te yên bihurî weka libên tizbiyan dijmêrîm, tizbî diqede, dawiya jimartinê nayê û ew kêlî naqede, ma 73 sal! gidî te bi vê feqiriya xwe çawa debar kir ku 73 salên temam 365 rojan bijmêrî? di dewsa nêviyê te de me tê 48 sal hene navbera min û te de ango bi qasî du qatê emrê min ji min mezintir î ango divê du carên dî vî emrî dubare bikim, sêbare bikim, ma ez ê çawa debar bikim? westiyam, te digo tu yê ji min fêm bikî rojeke ji rojan, hê jî ji te fêm nakim, belkî jiber zazakiya ku ji dna'ya te derbasî min bûye, be? te go çi?

sê roj heye ku li min negeriyayî, destên min jî naçin telefonê-wekî hercarî-



niha di fonê de strana şivanî ya kela kela germa havînê heye, tu zanî bavê min? germa havînê ya amedê gelek dijwar e, bajarê ku te ew ji min dûr dixist bêhn li me diçikandin, nizanim çima û nikarim bikevim li dû egerên wê, gelo çima germ hebe bêhna genim û gulgenim û ka'yên gundê min têt bêvilê min? helebçeyî bêhna sêvê digirtin lê ez ya genimê digirim, dema baranê xweş dikir-di havînê de du an sê caran- kêfa piyên min ên ku bo di ser kayên nermbûyî de bibeze, digihîştin heta tayên porên min, wê çaxê gorekê jî dihêt bîra min, min dil dikir ku herim gulekê deynim li ser gorê lê gulên baxê me dipişkivîn ji ber tîrejên rojê û ez nema dikarîbûm guleke deynim li ser gorê axirî gulgenim liqayî min dibûn, weka ku xweza bêje ha! ev e qedera te, tuyê nikaribî ji xweşikiya min têr bixwî, bi vê gulgenima hişk û zerbûyî tîna xwe bişkîne.

di destê min de gulgenimeke ku ji ber giraniya libên geniman xwarbûyî, ber bi derbestekê de diçûm, her gav di wê gavê de bayeke pirr nerm tayên porên min ên tevlihev, ji hev dixistin, min wê gulgenimê ta bi ta dihonandin li ser heriya gorê û min digo kêmasiya wê ez kirim neyarekî bêwijdan. erê bavitî û neyarî tu car li hev nayên, biborîne min têr ji te hez nekir lê hesta ku te pê li min dixist û di binhîş û derhîşê min de birîneke havîbûyî peyda dikir, li dû pazdeh salan dike ku li min vegere, axirî dil kevir e û dubare heye, sêbare heye û ev bar gelek giran e bavê min..

min ê têderxista û ji dêlava eyêl şar ango zarokên xelkê minê xwe qurbanê zarên xelkê bikira, zarên ku bi giyayan hêş li xwe dikirin afyon..

bavîtî di kela germa havînê de xwe dida der, germa ku qasîda veqetînê bû. min meraq dikir çima îşekî te li ser gorê nîn bû? 21 sal bi vê pirsê bihurîn, çar sal jî bû qurbaniya têrneditînê, niha jî li fonê kela kela germa havînê heye û gulgenimên stûxwar..



09.04.2015 20:49 | ferhenga şikestî


3. Li gor min karekê gellek zor e. Belkî ji ber ku kurê min hinekî nehs e ez weha difikirim lê ez bawerim yên zarokan wan ne nehs jî carna di vê fikrê de ne. Kesên ku li bal wan malbata wan nebê hê zortir e. Em li Amedê tenê ne û kêm kes hene ku em zaroka xwe rêkin cem wan. Ji ber wê hema bêje 24 seetan em bi zarokê ve mijul in. Dema carna em çend seetekî di deynin cem cîranan serê me hinekî rehet dibê. Kesên ku bi zewicin ji wan re şîret :

Ji bo zarokê ecele nekin.



29.02.2016 14:02 | nan û av

4. cudahîyek wî heye dema meriv hê nave bav meriv wekî deşikê kerê li zarokên xelkê dinihêre dema meriv dibe bav wekî têjikê kewan li zarokên xwe dinihêre.. ger meriv ji zaroka hez bike û ji xirecirê acis nebe bûyîna wî tiştek xweşe bawerim him ji bû bav him ji bû zarokan



01.03.2016 00:25 | shorbevan

5. (bnr: şahînşahê portekîzê)

îhtimaleke mezin ez ê nebim bav, lê belê bavitiyeke xwezayî di ehlaqê min de heye. li gorî hin derûnnasan ve -pêkan e civaknas bin jî-*, kesên mîna min hestên bavitiya xwe bi unvana xaliyê * tehm dikin. a bi xêrê.

perde-
- ez nikarim zarokan bînim vê cîhana paşeroj-xerab.
koro: law errê errrê
perde-



08.09.2017 22:57 ~22:58 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bavitî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî