Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pirtûkên wergerandî yên kurmancî - tirşik
pirtûkên wergerandî yên kurmancî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew pirtûk in ku ji zimanên dî, bo kurdî hatine wergerandin..

werger ji bo zimanekî hewce û elzem e, ku ne ji wergeran be, mariv bi zimanê xwe nikare bigihîje cîhanê, di warê zanînê de problema me ya mezintirîn ew e ku em hemî pirtûkên hêja yên cîhanê bi zimanekî dî ên wekî tirkî, erebî, farisî û hwd.. dixwînin lewma jî mejiyê me yê ku hêzê dide kûrahiya zanînê bi zimanekî dî tê dagirtin..

lê belê problemeke dî li kar e. mesela min gelek caran xwe li ser xwendina pirtûkên wergerandî sor kir lê tucarî jî bi ser neketim, pirtûkên wergerandî nahêt fêmkirin, mariv hama dixwîne û nikare li ser kûrahiya pirtûkê serwext be.

gelek caran hevokên wergerandî li gora senteksa kurdî nahêt avakirin, resterast wergera peyvan tê kirin lewma jî mariv tênagihîje bê ka derdê kitêbê çi ye û çi nîn e..

yên vî karî xweştir dikin jî hene, ne kitêb be jî nivîskarê kurd ê çak alî gurdilî, wergerên textên li ser felsefeyê xweştir werdigerîne, mariv jê fêm dike



10.04.2015 22:53 ~22:56 | ferhenga şikestî

2. min jî pirtûkek wergerandiye ku dikeve li jêr vê mijarê, lê ez fihêt dikim navê pirtûkê bêjim, ji ber ku hingî bi wergera min lîstine ez bi xwe jî carina dema li cihekî çav pê dikevim, şaqiz dimînim..



10.04.2015 23:44 | endazer

3. min pirtûkek kirîbû bi navê "bîr".niha mixabin ne navê nivîskar ne jî wergervan tê bîra min.wergerek lewitî bû.peyvên tewşomewşo û tênegehiştî tê de hebûn.heta 6 7 rûpela jî min dindik jî tiştek jê fam nekir.bawer bikin pirtûka (bnr: heteroglossia) jî jê têgehiştir hat bo min.

Piştê wê serboriyê careka din min çi pirtûkên wergerandî nekirîn.gelek kes diceribînin karê wergerandin ê lê mixabin tiştek ne hêsane ku herkes serbikeve.

xudê hezket ez dê pirtûkek din jî bikirim.belkî fikrên min biguherin derbarê pirtûkên wergerandî da.



10.04.2015 23:56 | vêca çiyeeee

4. pirtûkên ku dema heqê wê nê dayîn dikare îmana meriv derîne.ew çax meriv dibêje qey ne pirtûk e qodên taybet ên îstixbarata ne.



11.04.2015 00:23 | şêxê bêserî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkên ku nivîskarên tirşikê dixwazin bixwinin
» yên ji me çêtir
» kurmancî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî