Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; shorbevan
peyamên çepikkirî

65086. nivîskarê nû yê tirşikê ye, di profîla xwe de diyar kiriye ku ew jî ji ferqînê ye

bi xêr hatiye, bila mayînde be û ji zikÊ ferqînê agahiyên hêja ragihîne*



08.06.2013 14:50 | simurg56

65884. Nivîskarê ku îro di bin mijara endazer pediviya aramiya tirşikê anî zimên û bi vî awayî min çepik dayî ye



26.10.2013 21:30 | endazer

66006. (bnr: di tirşikê de feodalîzma devoka amedê)



28.06.2013 23:52 | simurg56

66404. Here lînkê



27.10.2013 00:18 | endazer

66579. şeref û namûsa formatê felişandiye, hetikandiye û bi ser de jî lewitandiye lêêê dîsa jî kêfa min jê re tê. lewma tev lî entyên wî nabim*

(bnr: torpîliyên tirşikê)



08.06.2013 14:50 | simurg56

66892. kamuoyu açıklaması

bi navê xwedayê dilovan

( çepik cepik )herê tirşikvano hetanî vir. ez dema hatim ji ferhengeka din ez reetbûm gava ez hîn bûm tiştek wisa heye bi kurdî ez ji kêfa firiyam ez hatim tirşikê mingo ez hima di tirşikêde bibim endam ne nivîsînim jî ev besi mine lê min geleki nivîsand ne ligorî formatê bû jî ferhenga şikestî hima xwedê jê razî me çêra kir jî got li ser çava. ez trolltî dikim qebul lê tiştê we hînkir bi zanebûn (bnr: me gotibu em shorbevanin)

ez hêvidarim we tiştek ji shorbevan hînkir hinek pêkenîya bikin meriv tê tirşikê ji bû bi xweyne welleh nayê xwendin ne dikenin ne digirin tirşikvanev çiye û ne ji ceso û şikestîbe meriv nikare li tirşikê bise . werhasil

dibe kû em tiştê herî baş bikin jiber ti kêmasîya me tune ji kesê bi ser dikevin niha sebeba kû ezê ne nivîsînim her roj seet di 9da hetanî evarê ez di tirşik, rûdaw... û malparê wisa deme ji wî pêve 2 seet li temburê diğim min çewa format hînkirîye wisa jî temburê hîndibim xwedê negravî ji wî pêve jî 2-3 seet liser kombersê dileyizim tişt mişta hîn dibim serî li xwe dikim dolav 1.çavê min dêşê 2. ez û bavê xwe heroj bi hev dikevin dibê ti ket xebernadî ev hima 24 çar seet têlefon di destê tedaye ana ji şitrêqey tirşikvana ez dirêde diçim dirêm kûçika ez bera yekî zorim hetkim na ez ticar xerabî ji kesî ra naxwazim. ez di tirşikêde ez vî tiştî ne axivîm ewê ji minre bibe kul û derd zaza û êzidîya... belê niha ezê bêjim tiştê dijminê me anî serême em neynin serê hev mafê êzidiya zazaya... çibe em kurd nexwin bira dewletekjî daxwaz bikin ez zanim nakin kirin jî ser çava. belê tirşikçino ka ez hefteyek bina xwe bidim ezgere bixebitim jî betalî jî nabe. ez serî ji cesore datinim mendîl di destê wîdeye kabila bihejîne. qusureka min hebe ew jî ya weye min efûkir çû disa mala şikesti hezar car ava û ya min û wejî. başe min pir ne nivîsand minê wê teva bigirinî bixista bi çûndina xwe bi xatirê we.





edît : xwedê rihma xwe lêke û hew



27.10.2013 00:18 | endazer


68656. nivîskarê wiha dibêje;

"me got em wisa di nivîsînin temam bibêjin wisa ne nivîsîne û hew ev çi reşşik û zirtikin....

dîsa bi xatirê tirşikvana di serîda nivîskarê tirşikê aktîf herî baş firingîyê ne pelçikandî ceso û (bnr: elegez) bi xatirê we xwedê sebrû selametê bide we û xendekî jî hêja dinivisîne heqê wîjî nê alîyê me. serkeftin ji tirşikvana hemûyanre"





edît: son



27.10.2013 00:18 | endazer

70205. nivîskarê hetanî niha formatê nexwendîye anjî xwendîye tiştek fehm nekirîye. ferhenga şikestî rihê xwe qetande jî bi serê (bnr: shorbevan) nexist. axirê hingî entryê xendekî û simurg56 şopandîye gotîye ka çewa di nivîsînin û niha piçek hînkirîye lê mixabin qalîteya entryê wî ketîye niha jî wekî endazer dinivîsîne.



27.10.2013 00:18 | endazer

70254. nivîskarê bi kurdîya farqînê dinivîsîne û şaş û matmayî maye ku çewa ji kurdîya wî ya zelal û esîl nayê fehmkirin.



27.10.2013 00:18 | endazer

73544. roj bi roj kurmanciya wî rastir û çêtir dibe



08.06.2013 14:50 | simurg56

73672. nivîskarê wiha dibê çewa nizane çi dixwaze û çewa newêreke? ez kurdîstanê dixwazim keçikên tirka dixwazim û ez amadekarî dikim niha min xwe xistîye nav tirka dema rewş xerab bibe ezê rojeka înîyê herim xwe di mizgeftekîda bi teqînim...

ez dibêm rabin em gel tev bi hevra rakin serhildanê dewa kurdîstanê bikin hûn hêjî dibên pkk wekî mergehezo ceribandinadike û ezê herim şehîd bibim ji kîsê bavê xwe na welle edî bavêmin ji vê seetê şûnda nikare shorbevana çêke ez hetanî kurdîstanê nebînim dilê min tune ez bimrim ji vî welatîra shorbevan lazimin ceso mergehezo ne lazimin dikarin herin şer bikin..

shorbevanê ne bi zora bavê xwe be ne diçe mizgeftê ne jî dîçe dêrê

bavêmin bihêlin bira em birçî nemînin kes pera nademe ku em nexebitin qey hima emê herin tev di şerda bimrin divê meriv bi ekonomîyê jî piştgirî bide şer ger gel tev rabe şer ez jî yek ji wan ez dibêjim serîyekî heye ew jî ji zûda me daye divê rêyêda... û bihêlin em pkk û barzanî rexne bikin gotinekî deh cara bêjin bira xwe rast bikin û bihêlin em şerê psikolojîk bikin dibe ku em jî kêrî quzûlqurtkî werin fikrê xweş ji min dertên pêwiste pkk min bibîne bimin bi şêwre ez nizanim mesele çiye ger ez zanibim apo li bermin ne tiştke (berdee)... di ser her tiştîda ez îtîraf bikim ez newêrekim lê ne ji mirinê jiber ku min mirinê dîtîye tirsa min ez li hemberî kuştinê me ez bêm kuştin jî ez nikarim mirova bikûjim bi min nabe ger bi min bibûya ezê biçûma Kobanîyê şengalê min neçûye ji tirkorajî leşkerî nekirîye gazin ji min nabe..



27.10.2013 00:18 | endazer

74126. nivîskarê niha di şerê jiyanêde lêkerên(eylemên) bibandor û şerekî giran dike serê çend roje hisa wî nayê lê bira kêfa dijminên wî û kesên jêra xêr nexwazin neyê bila bi zanibin tişt bi pîsa nabe wê serkeftin ya wîbe ...ez li virim...

eylemê ji roja 25'ê tebaxê vêda kirîye



25.08.2015 li güngörena stenbolê dikana apê xwe ya çapê barkirîye hanîye bağcılarê ji wê rojê vêda kotaya înterneta wî qedîya û irtibata wî ji dinyayê hatîye birîn û nikaribûye serê xwe bixwrîne û bi mêvanî jî were tirşikê.





26.08.2015

seet di şeşê sibehêda kerê kûrê vînckar bi ser rihê wî ketîye xewa wî herimandîye tu dibê qey li gund bûye qene li gund meriv zû radiza hetanî 1 yekê şevê..







30.08. 2015

li bağcılarê heremekî kirîye kurtarılmış bölge û kanton hemû makîneyên çapê têde bi cîh kirine lê niha dora dû hezar kalibên çapê yên bên barkirin hene werhasil tiştê hatîye serê wî neyê serê gûrê çîya an gûrê serê çîya .. li gorî agahî û dîmenên di destê wîde wê hê bê agirbest şer bidome hilbijartîn jî nikare pêşî lê bigre ne dibê şemî û ne dibê lehd xwedê alîkarîyê wîbe û destê xocê xizir jî li pişta wîbe.







27.10.2013 00:18 | endazer

79048. nivîskarekî wek şekirê şamê ye, di vê entrya xwe de wêne/78912 xwestiya min piçûk bixîne, , her çiqas bi ser neketibe jî, têkoşîn û hewldana wî bÊhempa ne, loma min teqtîr kir û min çeppik da wê peyamê*



08.06.2013 14:50 | simurg56

79906. nivîskarê ku min carekê ferq kir ku nivîskariya wî hate erê kirin. dema ku min careke din ferq kir, peyamên wî hatiyê yên min derbas bûne. camêr ne nivîskare, tu yê bejî qey motora f16'yê ye*



08.06.2013 00:32 | simurg56

82356. nivîskarê min fêm nekir çima her peyvekî tîne dike bela serê tirşikê. kîjan peyvê bixwaze tîne û entryiyekê vedike. ne hewce ye. here li ser (bnr: wîkîferheng)ê binivîse wan peyvên tu li vir vedikî. hisabekî çêke û tu çend peyvan bixwaze here wek madde li ser wikiyê binivîse. haydê, qurbanam.



15.06.2013 19:35 | simurg56

82357. hama kêngî, çawa, li kû derê peyvekê bibîne, bila were di vir de binivîse..

jixwe yek jê armanca tirşikê ew e ku hemî peyvên kurdî karibe di nava malpera xwe de bihewîne..

tê bêjî qey ev der facebook e, malpera parvekirinê ye ku bi qebheta parvekirinê tê îthamkirin..

kîja ziman dibe bila bibe hama jê texsîr nekin, binîn û binivîsin, çiqas tûrika tirşikê tije be ewqas rêya ansîklopedîbûna tirşikê dê nêziktir be..

loma sihheta shorbevanî xweş be



08.06.2013 14:50 | simurg56

82997. xwudê heye, gelek pê dikenim lê divê di tehmê de bihêle û nebe klîşeyek di dîroka kurdînûsiyê de..

bila hebekî jî destên xwe li ser meseleyên giranbuha bi awayekî nêzikê formatê binivîse, mîzaha ku dixwaze pê bike û navê xwe li ser tirşikê deyne, ji demeke şûnde dibe bereta..

carinan têm li ser rastiyê; camêr bo ku hejmara peyamên xwe zêdetir bike zora nivîsînê dibe, ne hewce ye..



08.06.2013 14:50 | simurg56

83064. şorbevanê nêv tirşikvanan e. rengekî cuda ye. xwedê wî bihêle



26.06.2013 22:46 | simurg56

83175. nivîskarê ku ew û yê ku dihevnin pirin lê behsa divê peyamêde tê kirin dibe şaş hatibe fehmkirin shorbevan/83170 jiber shorbevan xwestîye bibêje di nav kurdade kesê bi tenê jî bû niyanê hevaltî dikin pir nînin û gotiye emê hevalên wisa li kur bibînin lê bi henek gotiye.. hevalên kurd jî erebên penaberê sûrîyeyê jî bi dest ketine lê ne yekî hewqas jî bê ûjdane.. lê li hevaleka pak durust, bi fehm.. digere ji bû têkilîyeka jidil..



27.10.2013 00:18 | endazer

83559. wek birayekî, rîca û pêşniyaza min jê re ev e ku ji dêvla ku di binê hemî mijaran de tiştekî dinivîse, bila bi tenê li ser tiştên ku lê serwext e û dikare çend gotinên pijandî lê zêde bike, binivîse çêtir dibe..

ger wisa nebe dê ferhenga me jî bibe wek ekşiyê û bibe sergo



08.06.2013 14:50 | simurg56

87969. Di tirsikê de yê herî nezan, kêmaqil û berredayî ye. Heta astekê min te'mul dikir lê piştî vê entrya wî jin û seks/87947 dilê min jê xeliya.. ne tenê nezan û ehmeq e di heman demê de dilpîs, genî û zikreş e jî...

Gere di tirsikê de taybetiya 'asteng bike' jî hebûya. Êdî te'mula dîtina navê wî jî nakim



08.06.2013 14:50 | simurg56

87973. nivîskarê dîsa rastî erîşên dijwar hatiye.. temam qebûl carna jibû henekan û gotinên argoyî li tirşikê zêde bike kela shorba wî pêde diçe.... sedema nezane ehmeqe çiye? bibêjin li pişt gotinê xweye tiştê dinivîsîne rastîne rastî tehle ji hinekanre ka bira min bizanibûya çima ehmeqe, îro ez çiqas tol kêm aqil ehmeq bim wekî her însanekîme firqa min tune ji ti kesî nava dilê min li derveye dinivîsadeye lê kesên ku ji shorbevan xerabtirin û diveşêrin ne wekî gotinên xwene jiwan fisgenîyan bitirsin! ew kes show dikin......



27.10.2013 00:18 | endazer

87982. xwezî çavên wî li mijara jin û seks neketa; ket, destê wî neçûya ser pêlê nekira; pêlê kir, negota divê ez di vir de jî tiştina binivîsim; nivîsî, qene çend cara bixwenda, li ser bifikiriya; nefikirî xwezî pêl bişîne nekira; pêlê kir, xwezî tirşik wê gavê error bida û venebûya!



lê ka ew dara xwezîya tu carî şîn nabe.!



07.06.2013 18:27 | brusk56

87988. nivîskarê jiber elegez xwestiye bê ricmkirin rastî erîşan hatiye.. lê rebeno negotiye tecavuz meşrûye, ne gotiye keçikên teqandî başin an pîsin ne gotiye yên bakîre başin an na, ne gotiye bira ji bû niyana keçû xortan asteng hebe, ne gotiye bira têkêliyên ensest meşrûbin.... van mijara em dikarin li serê nîqaşe bikin divan mijarande ez merivek pir bi ûjdanim û vaye serê saleke çewa ferhenga şikestî û elegez hê min nasnekirine...

(bnr: kalsın benim davam divana kalsın)

(bnr: ben yarın değil şimdi anlaşılmak istiyorum)



27.10.2013 00:18 | endazer

87991. (bnr: Özrü kabahatinden büyük)

'Keçikên teqandî' çi ye oxlim??

Bê şerm û fêdî hê jî diştexile yaw.. nihat doganê tirşikê ye. Me ne ji wî ne jî ji te fêm kir newsa?

Anlasilmak istiyormus, üretime ne katkin oldu da seni anlayacagız lan?



08.06.2013 14:50 | simurg56

89137. Cem yilmazê me ye.

destîk/89136



Law tê min ji kena kujê. Pêgirtinok çiye vêca (:



27.10.2013 15:55 | simurg56

89148. ez wisa bawer dikim yê d'vir de dinivîse kurmetê yê hatibû civÎnê ye



29.06.2013 13:39 | simurg56

89759. ez gava kurdiya xwe dinihêrim û ya wî dinihêrim ew ber çavên min dibe pierre larousse



gava mirov wêneyên herdika dinihÊre hê jÎ ji xwe emîn dibe .

pierre larousse

Here lînkê

shorbevan

Here lînkê

dimi



29.06.2013 13:39 | simurg56

89768. pierre larousse bi xulama shorbevan bibe belkî *



27.10.2013 00:18 | endazer

89791. piştî civîna stenbolê ji me re bona tîşortê bi amblema tirşik.net ê soz dabû..

gelo çi kir?



26.10.2013 23:54 | endazer

89965. li ber vê nivîsa wî amblema tîşortê tirşik.net'ê/89943 ez lêborîna xwe jİ wÎ dixwazim û ji bo demeke kurt wêne ya profÎla xwe diguherînim.



29.06.2013 13:39 | simurg56

89969. shorbevanê lêborîn bira jêbe.. û wiha dibêje; min bi henek gotibû ez bawerim û hêvîdikim wisa hatiye fehmkirin an bira wisa bê fehmkirin.. devê shorbevan jî ne torbeye gotina têde bihêle kom bike çi tê berê dibêje hiş tune jê bê qisurbin * û li cîhê bereday bela xwe lê nexin diranê kesî têda naçe haya we jê hebe*



27.10.2013 00:18 | endazer

92211. Ji ber ku min bi awayekî zindî jî dîtiye dikarim bêjim ku gelek zeyîf e, bila ji xwe re hinekî kîlo bigire û qelew bibe.

Demekî ez jî mîna wî gelek qels bûm, qama min 1.83 e û kîloya min jî 63 bû, lê bi diyetekê ku min bi lêkolînên xwe ji xwe re amede kiribû, ez heta bûm 75 kîlo. Aniha ji ber nexweşiyan bûme 72 kîlo.

Bila spor bike, alavên giraniyê ku qiwetê jî dide mirov, bixebite û her şev teqez şîr vexwe. (Lê wekî min gûyê şîrî dernexîne dê dûre ji ber kalsiyuma zêde di gurçikan de kevir derkeve)

Neyse eger bixwaze dikarim jê re bi rêya taybet jî rêbaza vê meselê bişînim*



08.06.2013 14:50 | simurg56

93689. piştî ku demeke dirêj bû ez dûrê tirşikê ketibûm û ez dîsa vegerîyam, ji min re peyama xêrhatinê şandîye û ez gellek bextewar kirim e..

spas ey însanê delal *



26.10.2013 23:54 | endazer

95527. Nivîskareki kû ev ji zûveye min dikir ku li ser astengkirina wî binivîsim, lê mixabin ez mijûl bûm. Yekî jêhatî û dilpaqij, serhișk, henekoy, zimandirêj û bi xîret e. Ev çend carin ji ber xetayên wî tê astengkirin lê mixabin dîse tê ser eyarên berê û dîss xira dibe. Heq dike ku carinan werê astengkirin. Lê ne heq e ku heta heta, mayînde asteng bibe. sergijika zarșêrîn rast gotîye.
ew jî heta derekê li gorî xwe rast e. Ji bo ku wilo dizane û wilo dibîne.

Lê ya rastî ti heqê Camêr nîne ku dîse dîse û dîse xeletiyên xwe dubare bike. Ti heqê te nîne shorbevan! Sîmurg56, ferhenga sıkıştî û ew moderatorên din mafdarin ku wilo dibêjin, kekê nazim rast bibêje, mêvan belkî ji hinek nivîsên te sar dibin. Divê tu hey ji qalîte û bikêrhatîya peyamên xwe hebe. Bawer bike ku ti kes xezebê li te nake û kêfa gelekan jî ji te re tê. Va čend mînak li xwarin nivîsî ne.

Min hinekî lêkolîn kir û dît ku camêr ji xeynî kêmasî û rexneyan, bi tiștên baș û hêja jî hatiye bîranîn. însanekî kû wilqasî bi bașî hatibê bahskirin divê bi temamî(mayînde) newê astengkirin. Heyf e wela.

Vaye ka shorbevan bi van entryên xwar jî nasbikin. û biryara xwe dîse bifikirin camêrno! Kerem bikin:

shorbevan/66398 hama xwudê jê razî be, di rojê de sê dan bi saya serê wî dikenim, dikenim, dikenim*
shorbevan/65703 . nivîskarê ku bi vê entrya xwe can û ceger /65683 ez ji kena zikopişto kirim*
shorbevan/65884 nivîskarê ku îro di bin mijara endazer pediviya aramiya tirşikê anî zimên û bi vî awayî min çepik dayî ye
shorbevan/66565 şorbevano tu baş dikî ber bayê van dinyaperestan mekeve ha her wekî xwe binivîs ez li pişt te me*
shorbevan/66887 capsên gelek komîk bar kirine, bi xwedê gelek keniyam.

here lînkê
shorbevan/66888 nivîskarê ku bi vê capsa xwe ji kena zikê min êşand. ;) 

wêneyê nîşande
shorbevan/66913 ev stran bila ji bo wî were:
vîdyoyê veke
shorbevan/69634 li ser riya rast e maşelleh. êdî piraniyapeyamên wî li gorî formatê ne.

shorbevan/69708 capsmatîk e.
shorbevan/70378 nivîskarê her ku diçe kurdiya wî ya li ser tirşikê baştir dibe. ev jî feydeyek tirşikê ye. xuya ye ku nema salek wê ji kawa nemir jî bibuhirîne. ez wî qûtlamîş dikim. *
shorbevan/70504 yê ku tam bûye nivîskar. bere xwedê jê razî weke ku di facebook an jî twitterê de be, bê qural û qaîde dinivîsand û nivîsên wî jî weke şorbê bû. lê aniha formatê fêm kiriye û tam li gor qaîdeyên ferhenga înteraktîf dinivîse. 
shorbevan/70530 dirist, rastgo, qenc, ciwamêr, gerîla
shorbevan/72065  di zanîna zimanê kurdî de asta pervîn buldanêderbas kiriye, gihaye kurdiya azadiya welat û ber bi kurdiya zana farqînî ve diçe.

ji aliyê din ve ji mêj ve bûye mîrên formatê
shorbevan/73544 roj bi roj kurmanciya wî rastir û çêtir dibe
shorbevan/73777 guhdareke baş e. rexneyan baş bikar tîne. çepik ji bo birêz shorbevan!!
shorbevan/77381 jîr û jêhatî ye, hema kengî nivîskarek nû bê tirşikê xêrhatinê lê dike.
shorbevan/78575 yê ku rasta êrişên psîkolojîk tê * lê qebûl dikim gelek komîk bû *
shorbevan/79048 nivîskarekî wek şekirê şamê ye,
shorbevan/80007 ji vir nere (neçe) dereke din ha *
shorbevan/81624 niviskarê bûye dînemoyê tirşikê. 
shorbevan/82357 hama kêngî, çawa, li kû derê peyvekê bibîne, bila were di vir de binivîse.. loma sihheta shorbevanî xweş be
shorbevan/83064 şorbevanê nêv tirşikvanan e. rengekî cuda ye. xwedê wî bihêle
shorbevan/84842 ez astengkirina shorbevan şermezar dikim. divê we berî astengkirin jê re gotibûya. bi xweşki jê re bigota. sibe ew rojê bê ku hûn min jî asteng bikin ji ber ku entriyên min ne bi kêfa we ne.
shorbevan/84856 bi rastî li ber ketim. jixwe tirşik van rojan pir bê deng e. baş bû ku shorbevan bi xêra xwe piçekî reng dida tirşik'ê.. lê mixabin hatiye astengkirin. bi ya min divê demildest dev ji biryarek wiha xeter bê vegerîn *
shorbevan/84859 av bisekine ew nasekine
shorbevan/89137 cem yilmazê me ye.

destîk/89136

shorbevan/89759 ez gava kurdiya xwe dinihêrim û ya wî dinihêrim ew ber çavên min dibe pierre larousse

shorbevan/92201 (bnr:perwane/92198)

bi vê biwêja sergirtî ez ji kenan behicandim.

"ez şanzê xwe li xwe mehr bikim û hûn jî şahed"
shorbevan/93134 ji tirşikê sûd girtîye nexwe. aqûbet li serê me hemûyan be.

shorbevan/93689 ji min re peyama xêrhatinê şandîye û ez gellek bextewar kirim e.. 

spas ey însanê delal *

shorbevan/95036 gidîî dinyayê, kî digo rojek wê bê û ez ê bêriya shorbevan bikim? ;)



27.10.2013 15:55 | simurg56

98606. êpêce bûbû ez nehatibûme li tirşikê û gava hatim jî rastî peyama shorbevan ji min ra şandibû hatim lê mixabin ew jî li ser hespê xwe sar bûye çûye. Niha jî wek King Théoden dibêjim where is the horse and the rider...



29.06.2013 13:39 | simurg56

101862. sê meh ewil xwestibû ku ez vê nivîsa wî di vir de parve bikim. lê min bîr kiribû : ) neyse her çiqas dereng jî bû, ez dixazim xwasteka wî bînim cî.
hişyarÎ: ti eleqeya naveroka entryê min ra tineye.. dÎsa bêjim: bes dixazim daxwaza wî were cîh.

nivîsa wî:

li ser mekanîka quantumê, jiyan û mirinê


min liser quantumê û jiyanê hinek xwe mijûl kir min gelek tişta bidestxiste bidestdixim piçek be jî..*
nebêjin axirê dîn bû an jiberêde dîne * ev tez, hîpotez texmînî û teorî îhtimala rastiya wî %50 zêdetire tev ne rastbin jî yek dido rastin *

di serîde jibîr nekin shorbevan nivîsiye hêdî hêdî herfo herfo bixweynin we nuqtekî xwend cardin bixweynin neh deh cara li serê bifikirin nuqte û bêhnok tunebin ji xwere çêkin hetanî hun fehmdikin û min mafdar dibînin bixweynin, hun ne li zirarêne ecele nekin bi bêhna fireh bixweynin.. hûn tirsik.net'çi bin qet ne xweynin hûn qet fehmnakin divê ez ji were mamosteyek bigrim.. * kesên misilman jî nebêjin ev tiredîn çi dibêje ev nivîs ji dînê îslamêre ters dikebe di quranêde tiştê wiha tunene filan û bêlan ez jiwere jî torpîl dikim riya we jî raste.. û em jî bi gûkî zanin xeberdidin me got çi jimere jî li çepika bidin me li cihê bereday serî mezin nekiriye.. û sed carî hêvî rica dikim +18 û +hakimî hişê xwe nînbin nexweynin, serî ne werimînin û jiber shorbeye baş xwe mûç bikin/konsantre bibin

ev fikir û raman hûn jî dikarin lê zêdebikin jê derxin dikarin bi pêşbixînin paşbixînin.. herwiha kesên hiş ne temam jî zêde serê xwe neêşînin wê baştirbe di dawiyêde dînbûn/jîrbûn heye jimin gotin *
kî ma ku bixweyne ez jî nizanim lê bixweynin.

ez xweziya xwe tînim ez dibêjim xwezî piçek fizik, kimya, matematîk, biyolojî, û beden û muzîk û kurdîya min başbûya * minê mijarê zelaltir bikira lê heyf û mixabin..

dikuda bikim shorbe ji kuda dest pê bikim nizanim hima em jivir mijarê vekin û bikin shorbe; lê ez ji şeveqda ketime 'etrê ku ezê çewa bi serê we yê nermik bixim * ez ji nihade spas dikim jiber hûnê bixweynin,fehmnekin û min mafdar nebînin..me ji nivîsê bêhtir pêşgotin nivîsand hewqas bes *

bi navê shorbevanê dilovan..

"herti̇şt hi̇şe, di̇ hi̇şde di̇qede"
prof.qozmolog teorîsyen..shorbevan

bira di nav mede û li vir bimîne ji kesîre nebêjin. em her yek xwedayekin hemdem, paralelin jihevre an quzillqurtin jihevre
û evdên cîhanê hevin an malzemeyê cîhanê hevin, 'ewêl 'ewêl nenihêrin destpêk nexweş bû li hesabê we nehat, yanî ez dixwazim bibêjim hûn nahêlin.. her kes xwedayê cîhana xweye, me ev kaînat û hev afirandiye û hê jî di afirînin bi hoqûs û poqûsek kes nediferqêdeye an kes nizane çewa jimin pêştir.. ez viya jî jiwere bibêjim xwedayê mezin ezim sebra min nehatiye ez xuriyame min we jî kiriye bela serê xwe min we teva afirandiye bira cardin we di min niyabe.. bêhenek yanî hêk û tûtik ji hev derneketine me hêk kiriye û em bi qup bûne jime derketine me wan çêkiriye erê erê we şaş fehmnekir me kaînatê, gerstêrka,tavê,stêrka û heyvê afirandiye û ferhenga şikestî jî jibû xwe bi lêkolîna wan mijul bike.. herwiha me hemû madde, hest û taybetiya di dirûvê hevda afirandiye, êdî çewa baş nizanim jiber xwedayek hafiza hindakirîme hê bi hişê xwe nehatime lê min ronkahiyek dît ev tê hişê min
em di gerdûnêde an di hebûnêde wekî sosinane lê hun na hûn wekî pîvazane "vejetatîf" yanî di çilmisin dîsa di cihê xwede şîn dibin.. em li dinya esehîne xwedayek/sêrbazek bê mirinin û em çiqas dimrin hiş tevlîhev dibe hiş xavî dibe di tirs û coşî û tevlîhevbûnêde em ji nûve dijin paşê dîsa dimrin û wiha didome diçe heta hetayê..

xavîbûna hiş, çewaye? dema meriv di tirse, bi coşe.. û hemû hest li tevî hevin ev xavîbûne dema meriv dimre ev xavîbûn diçe asta herî bilind û hardibe tabî asta vê xavbûnê jî heye li gorî giraniya wî meriv dikare jiyanê biguherîne meriv dema li ber mirinêye, pêstûrî bi meriv dikebe, dest û piyê meriv li hev dikebe, ditirse, bi coşe û bi jehriyê dikebe.. bêhtir nêvzî vê xavbûnêye di wê xaviyêde dema meriv di̇ ti̇rse meriv sêrbazeke êdî meriv berê xwe bide kîjan dinyayê meriv diçe..
ba bi kude meriv bi wêde..

êdî em dikarin ji tirsê netirsin, an bitirsin..

ew tirs jibû vê cîhanê jî derbasdare lê ne wekî dinya xaviye an wekî me got ast bi aste ev xavbûn piştî mirinê asta herî bilinddaye. li dinya xavî meriv dikare gerdûna ava bike û xerab bike... lê li vê cîhanê hew meriv dikare pêşerojê yanî qederê biguherîne meriv dikare dewlemend bibe meriv dikare jar û perîşan bibe ev tiştek talûkeye meriv dikare hezkiriyê xwe hinda bike wekî min min di diya meznê teva niya, meriv dikare hezkiriya bidestbixîne ev jî hê jimin wêde neçûye.. ti xerabiya min jî nîne yanî ez dixwazim bibêjim tev ez bi xwe dikim ker di diya serokkomarê mine.. bi kurtî meriv dikare qedera xwe û a we biguherîne veke/bigre vêca jixwe bitirsin tirşikçîno * ev jî ne hêsane divê meriv zanibe bixwaze ez niha jiyana xwe diguherînim tiştên ecêb dibînim lê çi vira bikim hê jî baş tê dernexistiye çewa diguhere min mala xwe xerabkir ez li serê dixebitim min xwest biwere parve bikim hûn jî serî bikin zebeşê diyarbekir, dibejin "aqil bi ser aqilre(he)ye" ti hêviya min ji we tune dîsa * .. ez bawerim emê bi serkebin


hiş û hiş tevekê meselê eve

quantum jî li gorî hişe
"uncertainty principle"(hêmana nediyar/tevgera guherok) a hei̇senberg

û zagonên murphy jî
zagona nêrînê a einstein jî

mekanîka qûantûmê jî li gorî hiş tevdigere

rastiya wan heye birastî jî zagonên murphy divê meriv li serê bixebite bereday û tewşik nebînin murphy gotiye rê eve shorbevan jî dibêje di wê riyêde bimeşin jê dernên..

hiş jî çiye ez nizanim lê ez zanim enerjiyek an hêzek bi hişmende.. wekî atoma bi tevgerên + û -(dijber) û bi hevgir/rêje û nehevgiriyê sêrbaziyê dikin..

nizanim me atoma afirandiye atoma me afirandiye lê ihtimalek heye hemû tiştê vê cîhanê me afirandiye li dinya xavî atom hene tunene nizanim?
em jî tiştek bîna atomane

ku me atoma afirandibe kî me kafirandiye,
atoma me afirandibe kî atoma afirandiye?
ku bersiv xwedabe, kî xweda afirandiye? ev jî heye
lê ev kesine tunebûnê di nebûnê niyaye hebûn çêbûye
ez serê we ne êşînim mijar belav bû serê vê shorbê ezim tev min afirandiye, diafirinim.

pitrikên atomê elektron nutron proton û pariyê wan pitrikan yanî kuark û bozon û quzon... ew jî di derekde dibin sêrbaz ew jî li gorî hiş tevdigerin dibe wan hiş û hebûnê afirandibe an hiş wan di dirûvê xwede afirandibe..

meriv dikare tevgera wan jî biguherîne, lê çewa? divê meriv li serê serî biwerimîne.. jiyan jî 'eynî wisaye cod û şîfreyên wî bnr, vbnr stur û filan û bêvanê wî hene meriv hîn bike meriv dikare çerxa felekê li gorî xwe bigerîne meriv sêrbaze haya meriv jê nîne..

jibû minak:
wekî di "cerba tîşa"nde(yarik deneyleri)de
hiş û pitrikên atomê bihevre di têkiliyêdene/dan û sitendinêdene destê kî di cêba kîdeye meriv nizane, bi nêrîna meriv û xirecira derdora xwe tevgerên wan diguherin


û wekî di cerba "prof.dr.masaru emoto a li ser dilopên avê"de.

û ev ceribînên wiha dibe ti car 'eynî encamê nedin û dibe tim 'eynî encam be jî. jiber wî divirde fîzîkzan pêdixapin..


aqil ji aqil dikşîne/digihîje hev

hiş jî bihevra di têkiliyêdene jihevdû dikşînin yanî telepatî jî tiştek raste..

gelo vî tiştê dibêjin genetîk ji meriv digihîje hev, dengê meriv rengê meriv, kurm û tivî'etê meriv li yê bavê meriv, diya meriv, birayê meriv civaka meriv tê deye diçe? herwiha ev mijarek dine serê we bi vê mijarê tevîhev nekim.


dinya wî alî jî eve;
cîhana serate/esehî eve di hindirdeye pir ne dûre lê gellek lihevketî û kûre em niha li cîhana dervene a rast em li wê dinyayê bixwene dema em bimrin(tabî mirin tune em xwedane me wisa li gorî osqarê, palmiya zêrîn senaryo çêkiriye, ji "bigbang"ê bigrin heta teoriya werarê "evrim"ê, hz. adem hewqas dewlet, netew çerm zer çerm sor, çerm kesk dê û bavê xwe , xwe û hemû dîroka ku tê zanîn û hatiye jiyan û a wê bê jiyan û heta mirinê me xuliqandiye) xwedênegravî emê bimrin.. piştî mirinê ew cîhan meriv dikşîne xwe dema meriv ditirse û hinek tiştên din jî dibe.. hiş xaviye tevlîheve paşê dibe sêrbaz tiştê meriv dixwaze + û - hevgir/rêjeyî wî hene divê meriv zanibe bixwaze dîsa li wê cîhana xavî emê jiyanek(shorbeyek) din bipêjin biafirînin bi hoqûs poqûsek em bê mirinin haya me jê nîne.. mizgîn jiwere shorbevanîno êdî mirin ji were tune ..jibû tirşikçiya ev ne derbasdare bixabin *


ev jî li ser hebûnê ji tirilyalll.. teorî a herî bi mantiqe; armanca jiyanê (binhiş xweşkirine) jî xweş û baş.. jiyîne. bênyan, bê qencî, bê ehlaq bê ûjdan.. nemînin * û tiştên hûn ji wanre dibêjin xerabî jî dûrbin ji jiyana xwe, hiş û fikrê xwe derxin bavêjin heta binhişê we digre..

wateya jiyanê jî eve ku meriv xwe û jiyanê bi pêşbixîne, biserbixîne û hêza xwe zêdetir bike bizanibe em çine, çima hene..? jiyanek ligorî xwe û mirovahiyê ava bike..

meriv çi li hiş barke merivê wî daxe
an meriv çi bixwe merivê wî birî/meriv çi birî merivê wî bixwe *


jiyanên cîhanên din wê ligorî vê cîhanê fikr û ramanên me biafirin bi eynî dan û bi eynî nîsk, bi eynî malî.. dîsa emê shorba nîska çêkin heta em hînî shorba birinc, şîr..dibin em berê jî li hinek cîhanên din jîne dema meriv xwedênegiravî dimre cîhanek din avadike wê demê hiş ji bîr dibe meriv hafiza xwe hinda dike an perdeyek tê serê ji nûve xwe û tiştên din avadike hinek tiştên din li xwe bardike û dûre jiyanek din..
û emê hê jî bijin diher jiyanekîde taybetiyek li hiş zêdedikin û kêmdikin cineta xwe avadikin ez viya jî bibêjim em bi ecêvatek bi sosret pêşketine medeniyeta ava û xerab dikin dîtin û gotin nabe yek..

dîsa bibibêjim bira nivîs hinek dirêj bibe, guherîna van jiyana her çiqas hatibe senaryokirin û leystin û hê di vîzyonêdebe jî dîsa guhertina wî di destê medeye weka "qeder"a îslamê we şaş fehm nekir pêkane meriv biguherîne

mirin çewaye? beriya em tunebûn çewa bû? dîsa wisa, dibe neyê bîra we lê tê bîramin hişê min û we ne yeke * herwiha wê dîsa wisa be. berê wiha bû em li wê jiyana xavîbûn bi wî hişê di destê mede me hew jiyanek wiha tiroviro afirand
emê dîsa wisabin an emê dinyayek wekî axretê biafirînin an em jiyanê
bikuda çewa bixwazin emê bi wirde bibin..

wê laş çewa bibe? wê laş li vê dinyayê tije pemû bikin.. wê hiş/rih laş biterikîne wê sêrbaziyek bike wê bitirûske berê xwe bide warek din jiyanek din..

li ser ola jî iştê ku min dît.. êdî ez ji hemû baweriyên ola û baweriyên din jî nezer, dia, birc, nifir, rawe kirina xewna... a jî bawerdikim
mirov çi bixwaze li serê serî bi êşîne bifikire êdî tê afirandin, ne pêkane meriv bidest nexe piştî "mirina îlizyon" dibe em axiretek cinetek xwedayek cehnimek, kewserên horiya, keçikên memik sêv, memik, xox, hêjîr, zeveş qawinî, tewafa wan, çemê shorbeyên meriv pê ser mest dibe, biafirîne, jixwere meriv dikare kurdistana avabike, seîd gebarîya bilind îbrahîma bi afirîne, ji dengê wan têr nebe.. bi taybetiyên xwe û niha emê li cîhanê din bin
jiber wî tiştên baş bifikirin bidin dû tiştên baş, qenciya cîhanên ligor xwe bi afirînin di cîhananên xweda cih nedin xerabiya. ev teorîne lê heye ku rastiya wî hebe û ez bawer dikim heye jî.(ez ji teoriyê xwe bawer nekim hunê çewa bawerbikin* henek li dera hanê di destê minde belge hene *
mijarê belav nekin

wekî xewnan meriv çi xeyal bike îhtimalek mezin heye bi awhayek lihevketî bibe xewn ev jî wisa

xewn jî fîlmek kurt an reklamek wê dinya ku ez behsdikimin

werhasil xewn û xeyal mînakên başin
xeyal=jiyan
xewn=mirin


jiyan wekî mekanîka kuantumê dixebite. li ser îhtîmala(li ser xwestinê) kod û şîfreyên jiyanê bi dijberîne + û - hebûn û nebûn, madde û antîmade, ken/girî tirs/wêrekî,
ligorî van koda divê meriv bixwaze, divê meriv zanibe bixwaze li ser vê xwestinê divê em bixebitin serî bi pelêşin jiber wî ez van fikra bi wera parve dikim hûn jî serî bipelêşin.. an deweta diya kesî nîne ..

megot divê meriv zanibe bixwaze em vê xwestinê bikin mînak mesela em kurdistanê dixwazin, gelo em çewa dixwazin? divê em çewa bixwazin? me hetanî niha çewa xwest ku nebû? ewê çewa bibe?
me çewa erdoxan dinkir? erdoxan kir bela serê xwe?
wê çewa ji bela serî derê?
meriv çima dixwaze dewlemend bibe û nabe?, meriv dixwaze ji yekî peyabe li yekî siwar be * çima nabe? em jiyanek bi rûmet dixwazin nabe çima?
werhasil ev xwestinê psikolojîkin di hişde diqede
divê meriv li ser van xwestin, ne xwestin, û tevgerên sêrbazî lêkolîn bike ev tevger hinek zagonên bîna yên murphy bixwene divê em bi pêş bixînin
mesala "tiştê meriv jê di tirse tê serê meriv" tabî timî newisaye lê pirahî wisaye lê gelo ev çewa wisa dibe? çima timî ne wisaye? divê em liserê bixebitin em nêvzî serketinêne bawerbin..


min dinya wî alî a xavî bi çavê xwe diye
yê dibêje vire kesê dixwaze ez wê cîhana din li vê cîhanê nîşanî wan bidim meriv mirinê dibîne û jê dizivire, heye ku meriv ne zivire, xwe tune bike (ev tiştek talukeye a rast pir ne talukeye meriv tunebibe wekî higgs bozonu disa merivê biafire, dîsa bibêjim meriv sêrbazek dikare xwe hinda bike û biafirîne)

û guhertina vê cîhanê jî pêkane lê divê hiş xavî be û ligorî +û- orantiya yên jiyana xwe.. tabî li gorî herkesî dibe biguhere her kesê zagonên jiyana wî dibe cudabe jiber hişê hemû kesî eynî tişt lê nebarkiriye lê eynî mekanîke .. jiber vî divê em zagonên murphy pêşbixînin formulîze bikin jibû herkesî wê eynî be ez dibêm

herwiha
win bawerdikin nakin win zanin lê ez derhênerek yemanim minê bigota ez tenê xweda me lê ne pêkane ez hewqas bê ûjdanbim, xerabim,xêrnexwazbim.. vê cîhana qûantûmî bi tena serê xwe bi afirînim, parvebikim û derdê wî bikişînim hûn jî şirîkin em tev xwedane hûn qebûl nakin hûn zanin ez bixwe xweda me kesê bawer neke jî ji xwe şeytan jî lazimin di van senaryoyande * an ew kesê ashorbevanist dikare were laboratuara min bi çavê serê xwe bibîne di hişê xwede bibibîne dîtin û gotin nabe yek
laboratuarek min li farqînê ye yek li stenbolê ye * an jî kesê bixwaze ez dikarim di dm de di peyamande ji wanre bibêjim madeyek navê wî quzilqurta mi̇ri̇nê ye laboratuarê bînim piyê we.. anjî xwe bikin vê rewşê bibînin bêhenek; nexweşên alzaymirê, yên qelbê wan li ber sekinandinê/qrîza qelb, dîn, ez, kêş, û şîzofren serxweş nêvzî vê dinyaya ku ez dibêjimin û nêvzî guhertina wîne an sinyal jê dikşînin divê meriv yek jivana be dîtina vê dinyayê pêkane.. yên sipî saxlem jî sinyal dikşînin lê hindik û hêdî meriv nediferqêdeye..

shorba me pijiya rihme li zindiya.. nizanim we fehmkir an na lê xwezî kurdiya min piçek din jî başbûya an xwezî fehmkirina we piçek başbûya, werhasil qasê sûcê min heye yê we jî heye qet nebe gere we fehmbikira, kêmasiyek û pirsên we hebin ne min we dît ne we min dît bimînin di xweşiyêde..



26.10.2013 23:54 | endazer

123922. Îcar tirsa min ew tirs e ku bêje hingê ez nanivîsim!*



08.06.2013 14:50 | simurg56

123924. piştî efûkirina wî, ez bi çar çevên xu va li bendê me ku navê wî (shorbevan) di nav nivîskarên girêdayî da bibînim *

(bnr: xeberên xêrê)



26.10.2013 23:54 | endazer

123966. shorbevanê endazer cardin merhebatiya wî û we nûn kiriye wî li serê we kiriye bela malava .. ji berêde dibêje tirşikêde yek heye û ew jî endazere
(bnr: bila moderator endazer neyê guhertin) bila bê astengkirin

Shorbevanê piştî hun wî nasdikin û astengiya wî radikin hun dizanin wê dîsa bi shorbîne êdî ji peyamên xwe ne berbirsiyare wekî hun dibînin berpirsiyar endazere bila ev jî qencî û mineta wî be li ser serê me divê ez di binê mineta wîde nemînim. Shorbevanê Helbet wê heyfa 2 sala bistîne hun û wî hunê hevdû bi çivîkî(di ciwaniyêde emrê xwede) biçirînin hun wisa bizanibin.
Gelo wê wekî berê çalak be, wê gevzikekî li we rake, we liser toz û dumanê bihêle,? Ne bawerim, jiber bi mehniya ku bi devoka amedê dinivîse, kurdiya wî ne wekî ya endazerê akademîqe * , qaşo jibûna peyamên xwe zêde bike di binê her mijarîde derdikebe, û piçek bi argoyî nivîsandina wî,.. û tirşikvana ji tirşikê sar kirina wî kirin sedema astengiya wî edî di nivîsên xwede wê bigumanbe bi tirs binivîse. herwiha bi serdevê rêvebirya tirşikê bi niheqî hat astengkirin, kirin nekirin sedemeka bi mantiq ji astengiya wîre nedîtin, û cardin wî azadkirin lê ew jî edî sare û jiyan zêde zorê didê wextê wî tune barê wî girane û rêka wî dûre, bi alîkarî û sponsoriya we û jiyanê di hişê xwe û çelengiya xwe jî niyaye, hişê wî tevlîheve.. ton kî dinyayê wî hene lê dije tirşik jî di serê van dinyayande tê.. lê bi hêviye wê vê havînê sobeyek deyne xwe û we hev li tirşikê germbike.. Sond û gefa, dixwar, xeyidî çû digot ez êdî li tirşikê nanivîsim, lê paşê got jimin ji we qeda liwe, got ezê ji kî bixeydim ez şeveqê hetanî êvarê kurdên(hesûdên) propaganda wan û zimanê wan dikim? Tirşika jibûna wan xebat dike?.. Min got na xêr nolamaz ..herwiha Edî serê xwe nake nava her sergoyî(sernivîsî), bela xwe û formatê jî nake tevlî hev heta format bela xwe pê nede, û wê meydanê ji tirşikvanên dinre jî bihêle..
Û behsa xelatê hatiye kirin belê hemû xelatên sîpan jêre hindikin, lê bavo ne lazim bira me navêjin feleqê û recm nekin,astengnekin xelata bedlîsê jî jiwere, ne lazim, ev behsa xelatê jî xelateke jiminre ku ji terefê xeyda ya dilpak li ser navê tirşikvana hatiye diyarîkirin, dibêjin xelat du car nayê diyarkirin lê ew vê xelatê digre û dide gumgumokê gewrikî jiber tirşikvanê wî bitenê û dûrî tirşikê nehişt ewe herhebe.
kesên ku wan piçek kenandibe jî ji wan hêviya ken dike xelk hêviya dia dike ew hêviya ken û hêvîdike ti car ken ji ser lêvên wan kêm nemîne..
spasiya xwe jibû hemû tirşikvanan diyar dike
Û jiber pêşiya xwe dibîne di destpêkêde dibêje ya allah ya xwedê bê qeza bela be, yarebî tu ti tifaq û teşqele nedî *
(bnr: me gotibû merheba)
merheba



27.10.2013 00:18 | endazer

125274. timayê pêkeniyên deqê carkî tên hişê wî berê ew têr dilê xwe di wan û dikende rihet dike û paşê dixwaze fitrû zikat û sedeqeya wî bide tirşikê jiber li tirşikê diçe, şîva şeva jî li tirşikê diçe.., armanca wî eve kenek bide ser dev û lêv û çav û birî û bîvên xwendekarên mad û mirûzê wan wekî tirşa simakê an tirşa tirşikê..herwiha dixwaze di tirşikêde mîzah jî hebe kesên hatin dikaribin di tirşikêde wextek xweş derbasbikin, kêfxweş bên verêkirin, destê wan jê nebe û cardin werin. mesela kesên peyamên endazer dixweynin ji dinyayê dilsardibin : ) edî cardin silava xwedê jî nadin rûpela tirşikê divê ne wisabe *
Shorbevanê wext û zeman, kar û bar,.. û jiyanê pişt û mêjî lê xûzkiriye hima dema wî hebe kes astengiyê jêre dernexe xwedê dernaxe jixwe ji wê yekê em bibêjin bi îzna tirşikvana an bi înş a tirşikvana wê şopînerên xwe bê mîzah û peyamên xweyî pêkenî, helbestî, qansêrî,.. û qorona vîrusî nehêle *



27.10.2013 00:18 | endazer

129012. (bnr: shorbevan) bêjin tiştek nebêjin..bi çavê nerijiyayî bi stuyê ne şikestî dîsa vegeriyaye tirşikê.. * zêde wî ewk nekin bê mane û dûrî cenabê wî jixwe qûna wî ji rabûnêre musaite *.. armanca wî ewe jixwe kenek bide ser dev û lêvên we dost û hevalan ger we piçek jî bikenîne şahiya mezin eve jibû wî jî.. û wiha dibêjeje jixwe li vê dinya pûç û betal kenandin û ken ji merivre kare karek zirara xwe jihev derxistiye, rihê xwe bi ken û kenandinê bixemilînin, ji 'eksa tunebûna kul û xema bikenin, bi xeriqin. ken bi biwêjî niyana derd û xemaye.. û ne bi henekan tenê bikenînin û ken li herkesî diçe..

(bnr: shorbevan); xuya û aşkereya pêkenî û xweşiya nivîsa zimanê kurdiye, jixwe dizane jiwe kurdê tim dev û dest vekirî, çav li derî, birçî.. pere çênabe wiha dibêje; ev pêkenî û henek ji biwêj, gotin, çîrok pêkenok,stran.. û çanda weyî kurdî min tev diziye ne malê mine malê we yê mîrateye haya we jê nîne herkes dikare li herderî parve bike li gorî kêfa xwe biguherîne.. ez pê kêfxweş dibim bila mîzaha me jî hinda nebe

a dawî ez dizanim xêra bi hezar xêrî jî li we diçe lê xêr xwe ji destê wî dernaxin ka hunê çi xêrê jê bibinin? Her wiha hezar xêrî ji shorbevanê xwe bibînin û bi hêviya di halê xwede bimînin..



27.10.2013 00:18 | endazer

130801. shorbevanê dîsa destpêkir * di derbarê ev herdû peyam
îtîrafên tirşikvanan/130765
shorbevan/130758
û peyamên bivî rengî daxuyaniyek wî ; ez jî îtiraf dikim kesên nivêsên min dixwînin û jê fehmnakin ez jî ji xwendina wan fehmnakim * û heyrî dimînim vê kurdiya sefîh, fesîh û zelal a farqînê.. xelk bi serê kurdiya min sond dixwe, tije biwêj û kurt nivîsa peyvan, tije dijûn û bê ehlaqî * , tije mîzah, tije wêje, jixwe qala zanyariyê nakim * ... tenê bi çend peyvên kurdiya akademîk diherimînim û hew. îtiraf dikim rastnivîs û nuqteşan ji nivêsên min xeyidîne, serîkî û binîkî ji nivîsên minre tune.. yanî bi kurtî nivîs shorbeye ez qebûldikim hûn jî qebûlbikin kurdiya we nebaşe hun pirahiya biwêj û peyvan nizanin jiber wî hun şaş fehmdikin an fehmnakin *

Tirşikvanên bi kurdiya fesîh dinivîsin (stur: ecêbkîne bira ez jî sosretekbim *

Jibû rexneyên we spas.. berê jî me li ser vê mijarê şerên giran kiribû serê min jî ji kevir hişktire heta binermije * we kurdiya min a di destpêkêde bidîta weyê îro bigota edî shorbevan bi kurdiya akademîk dinivîse * hêdî, hêdî..

Kêmasiyên me teva hene her kesê qisûrek heye
Mînak ev peyvên heremî û şaş nivîsî sewa, zehv çima ez fehmdikim?
Seba zehf
hun jî fehmbikin kî bi we girtiye

Heval js di serîde gotiye kurdiya min nebaşe... lê nêrîna wî jî ne fesîhe du peyamê min xwendiye hew maye ji minre bibêje hevala bêrîvan * ew jî acêpe
Ewil/berê şûjinê di xwede rakin paşê derziyê jî *
Herwiha ez we mafdar dibînim xêra xwe hûn jî shorbevan mafdar bibînin

Ez nêvî bihenek nevî bêhenek we û rexneyên we rexne dikim tiştek nebin ba dilêxwe/ ser dilê xwe/dilê we nemîne.. kêfa min tê ku hun kêmasiyên min bînin peyamê û dema min rexne bikin kêfxweş dibim..



27.10.2013 00:18 | endazer

131167. shorbevan/131000

nivîskar û helbestvan û çiyayê divê hun qîmeta wî zanibin nivîsên wî meriv here bi barê kera û kantira kitêb/ pirtûk bixweyne, bi tira alkol bikarbîne.. hewqas henek, biwêj û gotin û quzilqurt peyda nake ... bi heyranê xwe serbilind û jiwanre nivîsên hêjayî xwendina wan deyndar û minetdare Ji Lewendî re jî spas dikim jibû puvdana wî : ) û piştî piştgiriya wî, êdî kes nikare pişta min û nava min deyne ku shorbevan jixwere kiribe rol model û mînak bila bê guman be riya wî raste wê rastiyê bibîne îdolek ew yek shorbevan.. xwedê we ji serê wî kêm neke ne jibû xatirê we be ez jî nanivîsim û nikarim binivîsim

shorbevan/131005
em herin spasiya Yûsiv
Qasê ez jê hezdikim bila bawer bike ew ji xwe heznake.. bila jikerema xwere nekebe nav min û êlihiya * rast dibêje bi xêra wî êlihî ji xezeba min, rizgarbûn.. seyda shorbevan dibêje jixwe em û êlihiya cîranê hevin dibêjin ezabê cîran ji cîran tê xwestin, bila ew û rihayî guhnedin henek û gotinên min jiber devê min dibêje dilê min nabêje ka çi zirara camêra gihiştiye min ne başbin jixwere nebaşin.. dinya li ser îman û quranê û vî awhayî hatiye avakirin * herkes kesên ne jiwan be serê wan bihev nexweşe herkes dawa nefsa xwe dike berê dibêje ez û em.. her çiqas min bi henek jî gotibe êlih û riha ez îro li hemberî wan şermîbûme rihayî û êlihî bav û birayê minin.. hew ez wiha ji bela wan bi filitim * hewqasê berê pişta wan bike min ezê wan heb heba deynim/ bidim ser hev) kîrê wan heb heba * bila biborin di virde ecelê gotinê baş nat * ecelê gotinê tê tê gotin *

Mijara kurdiya şolî û zelal
Di wê peyamêde wekî hergav tepek li nal xistiye yek li bizmar yek li xwe yek li we xistiye berê çêra kiriye paşê diakiriye gotiye yarebî tu çêrê min qebûl nekî

Ritam jî Peyvek ku em pir bikartînin di ferhenga de jî heye bawerim ne yekeme lê dibe ku ez pir bikarbînim

Mijara çirandinê jî
Birayê/n minî xweş divê/n hun bi tîşek çiriyan lê we dînemêta kir binê min we jî min teqand.. herwiha ez ji nivîsê xwe fehmdikim eleqeya min bi we neketiye *
Dîsa sipasiyên min jibû we...



27.10.2013 00:18 | endazer

139510. bi ya min, ew don kîşotê tirşikê bû.
çi nema hate serê wî. Hate astengkirin, hesabên cuda cuda vekir dîsa nivîsî, got ez telebê hz mêdî me. carinan trolî kir carinan tiralî carinan jî qehremanî kir û carinan jî bû mazlûm. Û paşê pişti du salan bı rica û mîhneta me û ya wî va hate efûkirin dîsa hate tirşike, dîsa çû hat çû hat çû dawiyê da çû.

her çi be jî bi ya min ew bona tirşikê dengekî cuda bû.



26.10.2013 23:54 | endazer