Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
shorbevan - tirşik
shorbevan
(141) (11) (19)
di mijarê de bigere

173. ferhenga şikestî tespîtek rast kiriye di derbarê wîde, belê ne yekî qelewe/çîçlazokîye, zikê wî bi pişta wîve zeliqandiye, hew maye bişkê dema paşîn pir nagerîne jî * .. û awê dewara/kerê nan dixwe dîsa qelew nabe.. sedemên qelew nabe dibe ev bin; bavê wî jî zehîfe/ne qelewe, di dema ku bixwede were zêde çixare dikişand, gelo eleqeya ken pê heye an tune timî dikene, pir bêxew dimîne, dîsa wekî kera dixebite, ber binevşa narîn dikebe/di kesire * ... nizanim çima? ez çûm dixtor tu kula reş bi minde nîne.. ger ferhenga şikestî riya kîlo girtinê berfireh nîşan bide mala wî ava.. lê min vî tiştî jî dît min heft meh xwe li farqînê da erdê min ferqkir hinek qelew bûme paşê wekî balonê tefiyam



27.07.2016 01:20 ~01:38 | shorbevan

174. tirşikvanê ku ez jî xwedîyê heman xemê wî .



tiştê shorbevan gotî mirov dikare ji bo min jî bêje.

ez xwe dizanim heta niha ez zeîfim ,çênabe... berîya niha du sala nizanim çawa çêbû min nezikê 16-18 kîlo stand lê hê salek derbas ne bûyî dev ji min berdan çûn , xwedê wan nehêle.



bejn: 1.75 kîlo:55.



27.07.2016 07:29 | mijdar

175. Herkes dikare kîlo bigire bila reşbîn nebe.

Min jî bi salan bi qasî barê kerekî tişt dixwarin rojê çend danan lê herî zêde dibûm 65 kîlo.

Bila cara ewil biçe tesîseke werzişê qeyda xwe çêke dûre li malê stoka xwarinên ku proteîn û kaloriya wan zêde ye bike. Ne hewceye bi nên zikê xwe binepixîne.

Bila ji internetê listeya xwarinên ku sivik in lê bes proteîn û kaloriya wan zêde ye amade bike dûre bi cehd û kedê bêje bîsmillah û dest pê bike



27.07.2016 22:45 | ferhenga şikestî

176. nivîskarê dibe ku mîgren pê re hebe. Here lînkê



17.08.2016 23:05 | berxweda

177. nivîskarê bi îhtîmalek hindik dibe mîgren pêre hebe.. lê niha serê wî ji xeynî bi nezanî/awê dewara bikaranîna alkolê û rojên lehda jî ji zêde razanê serê wî yê çar goşe na êşê



17.08.2016 23:25 | shorbevan

178. Nivîskarekî tirşikê ye. Ji xeynî peyamên vî tu hevnasîyek me nîne dîsan jî ez dikarim bêjim baş dizane bitirşikênî. Kifşe ku tirşikê hez dike.niha di têhevê de bêtirî pênc hezar peyamên vî û mijarên ku vî vekirîye heye. qasek min li nivîsandina vî ê berê çav lê gerand birastî vêga li gorî demê berê nivîsandina xwe gelek rast kirîye. Ji tirşikê sûd girtîye nexwe. Aqûbet li serê me hemûyan be.



18.08.2016 00:16 ~00:29 | rûbar

179. piştî ku demeke dirêj bû ez dûrê tirşikê ketibûm û ez dîsa vegerîyam, ji min re peyama xêrhatinê şandîye û ez gellek bextewar kirim e..

spas ey însanê delal *



06.09.2016 00:07 | bûtîmar

180. di derbarê wîde kî dibêje çi bira bibêje xwedê heye nivîskarekî jîr û jêhatiye ew nabêje ji xeynî xêrnexwaza her kes dibêje shorbevan/77381

maşellah ji kîrê bavê wîre *



29.09.2016 19:44 | shorbevan

181. zanyarê roniya serokatiyê têde heye lê çavê wî ne li mevkî û meqamaye, naxwaze serê xwe bi kesên bîna nazim tolhildanre biêşîne û naxwaze nazim tolhildan bi serokatiya xwe serbilinbike, sihûda nazim çiye serokek wisa bibîne... /94915



15.10.2016 14:26 | shorbevan

182. kevne-nivîskarê tirşikê ku weke mayînde ji tirşikê hat bidûrxistin.
peyamên wî xizmeta armancên tirşikê nedikirin. ger bixwaze %100 trolliyê bike, dikare here forumekê bike. di tirşikê de nivîskarek nikare di hemû peyamên xwe de gotinên vala bike. erê di tirşikê de helbet wê parvekirinên henekî, rojane, derbasdar jî hebin lê 4884 peyamên nivîskarekî nikare wisa be.
welhasil bi biryara hevpar ya moderasyona tirşikê, nivîskariya shorbevan hat astengkirin.
berê jî astengkirinek derbasdar hatibû kirin, lê vê carê wê astengkirin mayînde be.



16.10.2016 22:33 ~22:35 | simurg56

183. nivîskarê ku derbarê wî de tenê çaraserî astengkirin bû û jixwe ew jî ji aliyê rêveberiya tirşikê ve hate kirin. ji ber wê, ji bo sexsê xwe, ji modersyona tirşikê re spas dikim. ji her peyama xwe ve zirar dida tirşikê, hindirê malperê vala dikir û gelek nivîskar ji tirşikê sar dikir. bawer dikim ku ji bo shorbevan xwe jî ya xêr ev e. ji ber ku her polemîk, her peyama wî ya bê armanc û ne pêwîst zirar dida sexsê wî xwe jî, kesayetiya wî dejenere dikir.



17.10.2016 12:45 | nazim tolhildan

184. gidîî dinyayê, kî digo rojek wê bê û ez ê bêriya shorbevan bikim? ;)

ez dibêjim qey tekane kêmasiya wî, hay ji wê mîrata estetîzmê nebÛ, nedizanî an pêdivî pê nedidît wekê min û yên din peyamên xwe biedilîne, bixemilîne, bi çavê yê ji derve li peyamên xwe binêre û bixwîne.
erê gelek peyamên wî, ji bo xatirê nazimê tolhildêr*) em bêjin pirraniya peyamên wî pûç û vala bûn, tişteke nû nedigotin, carina min digo qey bi xwe nikare, ''tiştên di dilê xwe de ji xwe re dibêje'' ango monologên xwe tê û di tirşikê de dinivîse, lê gelek peyamên wî yên têr û tijî jî hebûn. ez gelek caran dihesidîm kurmanciya wî, bi kurmanciyeke gewr dinivîsî, nedialiqî, bi zimaneke xweş û rewan pêde diçû, ez jê hînî gelek biwêj û pêgotinan bûm, j bo civatan min gelek mesele jê girtin.
û gelek tiştên din..
li gorî min astengkirina shorbevan tişteke zêde absûrt e, tu sebebeke maqul jê re nabînim, hinek nivîskaran digotin ji ber shorbevan dilê me ji tirşikê sar bûye, me navê wekê berê di tirşikê de binivîsin, em berê xwe bidin kîjan mijarê liqay peyamên vik û vala yên shorbevan têne.. filan... dibêjin ''pisîkê nekarî rapelike dîwêr, rabû milkis bi dûvê xwe ve kir'' ez dibêjim qey hinek nivîskaran jî shorbevan ji tiraliya xwe re kirin hêncet ;)

axirê ya bûyî bû û ya çûyî jî lêda çû. sorbevan eger vê peyamê dixwînî, li xwe miqate be ;)



20.10.2016 02:53 | endazer

185. ji ber ku herkesî pê bawer dikir ku niyeta wî ne xerab e, ev çend sal bûn herkesî tehamaulî dikir lê wî fêhm nekir û xwe rast nekir.
ez mêvanek bûma li tirşikê, dema min peyamên wî xwendin ez ê êdî li tirşikê venegeriyabûma. erê kurdiya wî belkî xeranebûyî û gewr bû lê bi îsrar peyamên xwe bêyî qeydeyên rêzimanê dinivîsiya ku mirov nedikarî bixwîne.
û meseleya herî girîng; di derheqê her tiştî de xwe mecbûr hîs dikir ku tiştek binivîse. heyran min mijarek weke terapotîk nîhîlîzm vedikir, li gel ku di heyata xwe de carek tenê jî tiştek wisa ne bihîstiye ne jî xwendiye, dîsa jî zûzûka bi çend hevokên ewil hatî aqlê wî, peyama 2. ya mijarê dinivîsand.
piraniya peyamên wî jixwe peyama 2. ya mijaran e.

welhasil kedek zêde da tirşikê lê vaye encama keda wî: ne ew kêfxweş e ne em.



20.10.2016 22:01 | simurg56

186. rihma wî li xwedê be..peyama wî a dawî eve;

"
bi astengkirina min simurg56 xeta xwe dubare kiriye gunê meriv û kenê meriv cardin.. bi xwe haniye werxuyaye ewê dehbare jî bike êdî xwedênegravî ebedî astengkiriye * wey simurg56 wey! qet dilê min tunebû ez bikenim * rebeno ew moderatorên xwe dibînin ku shorbevan ji her mijarêre nînbe ji pirahiya mijaranre dikare peyam (êdî vala êdî tije) dikare binivîsîne û dinivîsîne jî, wekî tevekê nivîskara dinivîsîne (dilê nivîskara nemîne liser gotinê wisa dibêjim) an wekî ku ew dibêjin qaşo tiştek ji wanre nahêle ku binivîsînin û wan sardike din dike hardike..
ê jixwe mijar jibû li binî nivîs bên nivîsandin hene kenê meriv bizorê bixwe neynin * kîjan peyam min valaye? min deh carî got min qirka xwe qelaşt vî tiştî bi simurg56 neda fehmkirin; dibe peyamên min vallabin bi te dibe tijeke an wekî jinebiya/jina (bira jinebî min bi bexşînin an ez îflih nabim) neke pite pit.. yên di pey minde werin ewê hin tiştan li nivîsên min zêdebikin wê valahiyê tije bikin hûn çi serê xwe diêşînin.., û meseleya ku nivîsên min dixweynin û fêhm nakin jî nivîsên min jibû mezinane ?herkes bi xwendina carekî fehm nakee nakeee û nakeeeeeee! deh cara jî bixweynin dema xwedê hînkirina wî neke nisîvê mêjiyên wan nake nisîv qey bizorêye?, hew nivîskarên bîna endazer akademîk kurdîzan(kesên hemû zaravên, biwêjên,.. û devokên kurdî bizanibin) dikarin fehmbikin.., dibêjin "dema serê meriv bi hev nexweşbe meriv xewnên nexweş ji hevre dibêje" yên vana jî serê wan bimin nexweşe mehniyên bîna mehniya tir û dasê digerin dibêjin; çima wekî me nafikire, çima armancek jêra tune, çima armanca me ji xwera nake armanc, çima ne aligire ? û filan bêvan.. mejbûrim ku nivîsên xwe ji bû armancekî bi terbiye bikim? na. lê belê armancek heye hûn nabînin ji were terse li hesabê we nayê

werhasil nizanim bibêjim çi *

sedema ez ji vê astengiyêre bêdengmam yek; dixwazim qûna wan jî bibînim ka çiqas sipîye berfa kîjan Qerejdaxîye, a dudiya jî bû çar-pênc car hûn li min wisa dikin ez hewqas ne rûşûştîme werim binivîsînim ti hewcehiya min bi te û tirşika te tune, me got belî peyvekî be jî feyda me li zimanê me û gelê me bibe, ew jî ne jibû we nezana jibû kesên dixwazin tiştên valabin jî hîn bibin * û jibû paşiyan... .

û derewên wiha jî cardin nekin nebêjin tirşik a hemû kesane dikarin werin lê binivîsînin min xwest viya jî liser çavê wexim/bidim rûyê we û hew.
axayê tirşikê tu û xulamên te tev yên ketine binê hişê te jî zanin hûn çi zorê jî bidin xwe dema ez bixwazim hûn nikarin min asteng bikin viya bikin mêjiyên xwe yê bê kar û betal/nuron asteng kirî * di dawiyêde eybe jiwere hun kesên bîna we nefikirin ku pênûsên wan bişikênin, jiwanre bibin asteng, hûn wisa dikin çima naçin nakebin milê erdoxan û îşîdê karê xwe başbikin çi firq Heye di navbera wede, ji eynî hişmendiyêre xizmete jixwe... wekî zilma li kurda dibe niha hun limin dikin hûn zalimin êdî ti gotina min ji erdoxan û yên bîna wîre tune piştî ku min we dît.. ez bawer nakim lê ger hûn bawerbikin zanin ku xwedê jî dibîne we dît çewa înternet kut bû tirşik hat ser 0 mijar û peyam ev roj hê jiwere cejnin ewê hê kevir bi ser we de bibarin * herwiha tenê nivîskarê ku nivîskar bi sere tunene/ yê ku kes nikare piyê xwe li piyê wî bixwe yanî endazer dibîne û spas dikim jiber bêdeng nemaye ev besî mine pire jî, nivîskarên din jî bira ji kerema xwere herin emeliyata kataraktê dibin êdî an serê xwe ji binê qûmê derdixin an xweliya heft qundan ji ser xwe di avêjin anjî jima bira bitenê biwêribin bibêjin axalik û muxtarlik Düzenîne son * a herî dawî we min jî bixwera sarkir ewê kî hesabê wî bide, kî bistîne? werhasil hê min ti tişt nenivîsandiye ez ne westiyame ezê ne Westim jî lê ez jî xwe ebediyen ceza dikim êdî ezê ne aktîf bim, ne hewcebe êdî ez nanivîsim di dawiyêde silav û rêz..



30.10.2016 12:03 ~12:07 | bernadim

187. kevne-nivîskarê ku bi navê bernadim, vegeriyaye tirşikê. û peyamek dirêj şandiye, bi riya bernadim. serî de vê bêjim; min peyama wî nexwend. ji ber ku piştî hewldana xwendina 2-3 hevokan dîsa serê min jê êşiya ji ber ku tê de ne rê û rêbaz ne jî rêziman heye. mîna îspata mafdariya astengirina shorbevan e.



30.10.2016 16:39 | simurg56

188. jibû simurg56; te bixwenda û fehmbikira niha te serê wî û yê xwe jî nediêşand..

re, rebaz, rezıman u sedemen wıha peken nekın sedema astengkırına wi jıber bı mılyona kurd kurdiya wan ji vê nıvisa kü ez dı dınıvisım ğerabtıre, lê yê fehmdike dîsa fehmdike, kesên bixwazin jî dikarin kemasiyên rêzimanî li derek din rastbikin û lixwe zêde bikin.. ....



31.10.2016 16:55 | bernadim

189. Nivîskarê ku çi hewce be sergijik di derheqê wî de gotiye. Seeta wê xweş be. Piştî vê bûyerê gotina " tirşik ya herkesî ye " pûç û vala derdikeve. Herkes bi armancên cûda cûda li vir e. Hîn nivîskar dixwazin tirşikê mezin bikin , hîn nivîskar dixwazin agahiyên kurdî bi dest bixin , hînek jî dixwazin troliyê bikin. Em dikarin sedeman bi vî awayî rêz bikin. Ku moderasyona tirşikê dibêje bila herkes peyamên kêrhatî , sûdewer û nizanim çi quzzulqurt binivîse bêriya erêkirina çomezbûnê bila ezmûnek çêke û li gorî encamê nivîskaran hilbijêre. Belkî wê çaxê bigihêjin daxwaz û armancên xwe. Û wekî din jî nivîskarek nivîskarekî din aciz kir ew bûtona astengkirinê belasebeb ne li wir e. Bila zilamên me yên qerase shorbevan asteng bikirana û jê xelas bibana.



14.11.2016 11:02 ~11:07 | biaqila malê

190. wey mala minê. îşê xwedê binêre ku du heb nivîskar ji sorbevan xwedî derketine û mixabin herdû jî jin in. dibêjim mixabin ji ber ku, we çi zû gotinên sorbevan yên derbarê jinan de gotibû ji bîr kir. hun çima ev qas dijminê xwe ne? qîzê hun li pey çi ketine sergijik û biaqila malê, derdê we çî ye? wellehî metel mam!!

biborînin lê ezê çend hevokên wî yen derbarê jinan de di mijara jin û seksê de li vîr binivîsim da ku bibînin ka sorbevan çi gotiye, ji kerema xwe re bixwînin: jinên meriv dikare wan kategorîze bike, hinek ji wan eyvdikin, hinek ji wan eyvê dikin teyivê.. hinek ji wan jî ez nizanim dikebin kîjan kategorîyê * ku carek qul dibin edî kesnikare pêşî li wan bigre destê xwe bidin ser quzê wan jî ewê di nava pêçîkade di xwede rakin *, hinek jiwan tu dibêjî qey agir di wandane gumgumek rihet li ser q..uzê wan dikele dibe ev jî eynî kategorîyê bin* evjî dide nîşandan ku zewq distînin her çiqas serê ewil şerm bikin jî paşê ew şerm kêm dibe kî dibînin berî ser xwe didin û îhtimala nexweşînan jî heye.. jiber wî dibe ku bekaret mûhim bê dîtin , hetanî dikaribin xwe qul nekin dema kesek carek qul bû ew qul bi qulbûnê nase wekî gêrdûnê herdiçe fireh dibe hûn min fehm dikin newsa *, piştî edetek wisa heye divê qîz bekareta xwe bi parêzin neyên xapandin xwe ji qîzantîde nexînin bira pak û paqijbin -ji xweyê xwe yê bê diranre..- kes bizorê nikare gû kî bixwe-tecavuzî netêde-... û xwe nekin binê herkesî di serîda jî ji shorbevan dûrbin, durve di kera ne ne* herwiha serê xwe bi kategorîzekirina wanre ne eşînin tev yekin keçikên, qîzin, jinin ligorî şert û merca taybetîyên wanî eynî diguherin

ev tenê yek peyameke wî ye ku hate bîra min û min li vir nivîsand. tenê 5 deqe lêkolînekê bikin hunê bibînin ku ka hê çi nivîsiye... min her tim digot û hê jî dibêjim: sorbevan zirar dida tirşikê. ez jixwe nivîskareke kevn nîn bûma û nû haya min ji tirşikê çêbibûya, min tirşika bi sorbevan bidîta minê qet nenivîsanda. ji ber ku nivîsên rojane %50 ji peyamên shorbevan yên serê kîrê xwe ve dinivîsand pêk dihat. dema ku nîvê peyamên tirşikê ji yên sorbevan pêk were, ezê çawa ji hevalên xwe re bêjim werin binivîsin? yê ji min re nebêjin "kuro nazimo ev çi malpereke rezîlê ku tu ji me re pêşniyar dikî". li ser de ji hevalên xwe yên jin re qet nikarim pêşniyar bikim. vv yeka ji bo we jî derbasdar e. piçek hişê xwe bidin serê xwe û rexneyên bimantiq bikin. ez têra xwe ji vî gedeyî aciz bûm û min serê xwe jê re êşand, lê înşellah evê bibe peyama min a dawîn a di derbarê wî de.



14.11.2016 13:42 | nazim tolhildan

191. Nivîskare ku kes jê re negotiye milyaket e an profeminîst e . Di peyama jorîn de gotinên gelekî nexweş li dij jinan gotiye , rast e. Û têra xwe hatiye lînç kirin jî. Qansî tê bîra min min jî du sê reşik dabû peyamên wî yên bi vî rengî û min jê re jî gotibû. Ew jî wekî piraniya mêran difikire lê pirsgirêka wî durûtiyê nake , eşkere dibêje. Tabî ev nayê wê wateyê ku em piştgirî didin fikrên wî. Tiştekî wisa ne pêkan e. Di dûrxistina wî de tiştên hatibû gotin :
1- Troliyê dike , peyamên vala dinivîse.
2- Kurdiya wî qels e , serê mirov dieşîne.

Ya yekemîn : Ku cîhê trolan di tirşikê de tunebe wê tirşik çawa bibe tirşik ? Ji xwe nivîskarên tirşikê ji sibê heta êvarî li vir atomê perçe dikin , hemû rewşenbîr û ronakbîr û wêjezan û civaknas in...
Ya duyemîn : Kes bi zorê peyamên wî nade xwendin. Û kes ne mecbûr e peyama kesî bixwîne.

Haaa ! Ku wexta shorbevan peyamên mîna jin û seks ê de dinivîsand nivîskariya wî bihata betal kirin belkî bertekên îro - qet nebe ji aliyê Min - cûda biba.

Li gel silavan...



14.11.2016 18:59 | biaqila malê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» shorbevan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî