Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 12 peyam
shorbevan - tirşik
shorbevan
(141) (11) (19)
di mijarê de bigere

100. nivîskarê ku min carekê ferq kir ku nivîskariya wî hate erê kirin. dema ku min careke din ferq kir, peyamên wî hatiyê yên min derbas bûne. camêr ne nivîskare, tu yê bejî qey motora f16'yê ye*



14.11.2015 11:44 | nazim tolhildan

101. kesê hêvîya ken û demên xweş dike ji kesên nivîsên wî yên nelihev, yên her tîpekî û peyvekî li alîkî, yên nuqteyên wan li pêşî, yên bê nuqte, yên kirde û pêveberên wî hev hindakirine û yên carna kenandinê di xwede di hewînin dixweynin.

nivîskarê xwedê emirkî dirêj û paqij bêdê û ti tifaq û teşqele neyne pêşîya wî ewê hê gelek entrya li tirşikê zêde bike..



14.11.2015 12:42 | shorbevan

102. Niviskarê dema nuh hatibû min wî dabû ber topa reşşika * hejmar ne zêde bûn lê nêviyê reşşikên min ji wî re bûn *

Dema piçekî aş bû û problema formatê fahm kir (dibêm qey endazer wî hîn kir* ) min reşşikên xwe paş de kişand. Niha şêweya wî xweş bûye heta meriv dikare bibêje şêweyek taybet ava kiriye jî * piştî vê rewşê êdî gellek çepik ji min sitendiye *



Ji vir nere (neçe) dereke din ha *



14.11.2015 21:39 | berxweda

103. nivîskarê ku bi sernivîsên weke "), (, ;, _ * - ? , ,." çi armanc dike pir meraq dikim ?



19.11.2015 22:50 ~22:50 | brusk56

104. kesê dixwaze evan xalbendî ya hîn bike û bide hînkirin ewê ev sernivîs bên tije kirin..shorbevan di xwede zane, zane ku ! ev tîp çiye lê nizane navê wê çiye dema li lêgerînê bixe ewê derê ka çi quzilqurtin çewa bikartên..



19.11.2015 22:56 ~2015.11.20 01:26 | shorbevan

105. (bnr: sexy boy)



20.11.2015 00:47 | nazim tolhildan

106. kesê ku haj kirinên xwe tune ye bawerke.

armancê vê malperê ew e ku weke ansîklopediyek bêserûber, ê ku bi şîrove, agahî, danasînan tijî biafirîne. elbet mirov dikare li ser meseleyan bi nivîskarên din re niqaşan bike. ev tiştek baş e jî. ji ber ku herkes dixwaze fikrên cûda ên li ser meseleyekî bixwîne. şîroveyên berevajiya hev..

lê mesela di sernivîsa gem de, armanc çi ye gelo ? qey ew sernivîs peyamdanka nivîskarekê ye. yaw qey tu di whatsapp'ê de yî ? bila kî çima bixwaze peyamên te yên wisa bixwîne.



piştî 3-4 salan dema bikarhinêrek sernivîsa gem nêrî wê peyamên wisa bibîne ;

"(bnr: min hertiştî fehmkir gelo gem çiye?)"

"(bnr: heval guleyê min qediyan sebramin nema leske)"

"(bnr: heval wêne)"

"(bnr: heval dengê min tê te bersiv bide)"

"(bnr: heval bira sellatê te bixweynin)"

"(bnr: ji îdirê kurê filankeso nazim tolhildan wefat kirîye/3 ewê li mezelê îdirê bê veşartın ji bû rihê wî el fatîha...)"

çi agahiyên giring û ecêb di derbarê gem de newsa ?



taliya talî nivîskarê ku jê dixwazim haj formata tirşikê hebe û bi bnr'yên bêwate sernivîsan neke mijarên xwe yên şexsî. ji bo danûstandinên şexsî dikare "peyamên taybet bişîne"



20.11.2015 01:01 ~01:04 | brusk56

107. (bnr: gotin lêxin negotin bikujin)

(bnr: edî ne di dîna dine ne jî dide dîna) kesê dema kêfa wî li cîhbe ewê yanî hinek derên bixwazin kêfa wî xerabbikin lê na.. serî danîn tune jêra kesê ku xaya wî xwarina tirîbe ewê bixwe lê çavê wan li lêxistina xweyê rezbe ewê bi sernekebin.. kesên di derbarê peyamên wîde wî sûcdar dikin peyam li gorî formatê ne dibe piçek mafdarbin lê dîsa meriv li hev wisa nake bira vê carê bi ya wan be..



20.11.2015 01:23 ~02:22 | shorbevan

108. zanayê wisa dibêje :

-ku ger kesên serê wan bi peyamên min nexweş be bira di ser peyamên minde qebazbidin bizorê nabêjim bixweynin yanî nexweynin xwendina we ji minre ne lazime.. û ne li gorî formatê bin ger nabêje jê nebin li gorî fomatêbe û neyên ecibandin dîsa moderator dikarin jê bibin min ji do ve destûr daye..



20.11.2015 09:24 | shorbevan

109. niviskarê bûye dînemoyê tirşikê.

ji bo 4. xekatên tirşikê li bende bin bibetile *



09.12.2015 01:55 | berxweda

110. talebeyê endazer, nivîskarê betlandin jêre tune, rewşa wî herî betlandî eve bira ji nihade pêstûrî bi reqîbên wî bikebe.. û xelatên çaremîn û pêncemîn hûn ji nihade bidin destpêkirin ewê ji were baştir be..





hişyarî: hewqas me got endazer mirtibe, hetke... me kir ku edî nayê tirşikê bira kêfa wî were hinek..



09.12.2015 16:17 ~16:18 | shorbevan

111. shorbevan/70092 nivîskarê ku yê wî di şopînin jî hene û wekî reşşikên didinê du hewqas çepikan jî didinê.. nivîskarê nivîsên wî ne li gorî zarûkane.. hevîya wî jî eve ku mehlûqên nivîsên wî na ecibînin bira nexweynin tu îhtiyaca wî bi xwendina wan kesa jî tune.. ji jinika mirtiv dipirsin dibêjin çima malê te reşe ew jî dibêje li hesabê we tê nayê malê min eve, bizorê em nikarin bibêjin spîye û bidin we welle yaw!



11.12.2015 19:08 | shorbevan

112. nivîskarê min fêm nekir çima her peyvekî tîne dike bela serê tirşikê. kîjan peyvê bixwaze tîne û entryiyekê vedike. ne hewce ye. here li ser (bnr: wîkîferheng)ê binivîse wan peyvên tu li vir vedikî. hisabekî çêke û tu çend peyvan bixwaze here wek madde li ser wikiyê binivîse. haydê, qurbanam.



22.12.2015 20:04 | wiha wilo wisa

113. hama kêngî, çawa, li kû derê peyvekê bibîne, bila were di vir de binivîse..

jixwe yek jê armanca tirşikê ew e ku hemî peyvên kurdî karibe di nava malpera xwe de bihewîne..

tê bêjî qey ev der facebook e, malpera parvekirinê ye ku bi qebheta parvekirinê tê îthamkirin..

kîja ziman dibe bila bibe hama jê texsîr nekin, binîn û binivîsin, çiqas tûrika tirşikê tije be ewqas rêya ansîklopedîbûna tirşikê dê nêziktir be..

loma sihheta shorbevanî xweş be



22.12.2015 20:21 | ferhenga şikestî

114. zanayê ku herkes jê fehm nake.. û peyvên ku di ferhengade jî peyda nabin tîne di ferhenga bi navê tirşikêde ne ya bi navê wîkîyêde dinivîsîne camêr sernivîsên ku hinek tirşikvan nikarin nêvzda herin û peyam bikebinê vedike, mêrik dikara hemû sernivîsa veke ...jêre herder teşte.. bimeş canekam bizorê bigihîjî qamişlo..



22.12.2015 20:42 | shorbevan

115. xwudê heye, gelek pê dikenim lê divê di tehmê de bihêle û nebe klîşeyek di dîroka kurdînûsiyê de..

bila hebekî jî destên xwe li ser meseleyên giranbuha bi awayekî nêzikê formatê binivîse, mîzaha ku dixwaze pê bike û navê xwe li ser tirşikê deyne, ji demeke şûnde dibe bereta..

carinan têm li ser rastiyê; camêr bo ku hejmara peyamên xwe zêdetir bike zora nivîsînê dibe, ne hewce ye..



02.01.2016 16:59 | ferhenga şikestî

116. jê bêqusûrbin hima çi tê berê dike nivîs.. armanca wî eve dibe ku bibe îlham jibû kesên di dû wîre werin li tirşikê binivîsînin û yê niha jî dinivîsînin ji bû wan jî.. mijara pêkenîyê pir muhîm dibîne dixwaze dostên wî bêken nemînin û ew jî zanibin bikenînin.. dibe carna ji edetê derdixe lê camêr di serîda gotiye ez shorbê çêdikim jê bêqusûrîyê daxwaz nekin dîsa jibû hişyarîya ferhenga şikestîyî bi dostanî spas dike



03.01.2016 01:26 | shorbevan

117. Yaw dikim nakim kenê min bi peyamên vî tirşikvanî nayê.. Çi bikim çawa bikim enceq enceq kenegirî dikeve gewriya min dema rastî nav û mijar û peyamên shorbevan têm. Bila min efû bike.



03.01.2016 06:00 | kevçiyê dil

118. nivîskarê dilê xwe ji kesî nahêle ger li hesabê wî neyê têkilîya xwe û wan kesa nake tevî hev/dibire, nivîskarê bi meseleya vê entryê van hewayên xweş ez mehf kirim/73731balê dikşîne ser fehmkirina kesên nivîsên wî dixweynin.. û çewa jê daxwaz kirine gotine bira dilê wî ji me nemîne niha ew jî dibêje ew meselê şaş neyê fehmkirin.. helbet hemû nivîsên wî ne pêkênin ewê yê kenegirî jî hebin.. wî efû kir çû efûkirina we ma li xwedê..



03.01.2016 12:25 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» shorbevanê farqînî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî