Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
shorbevan - tirşik
shorbevan
(141) (11) (19)
di mijarê de bigere

192. gelek ecêbmayî dimînim ji ber peyamên ev nivîskarên hanê. ew feministên ku tenê dizanin henekê xwe bi mêran bike, hatine vir û mêrekî diparêzin. ecêb..
nizanim bi çi mantiqê mirov dikare bibêje di fehengeke interaktîv de trolî heqek e. xêra xwe me di meraqê de nehêlin.
sedema astengkirina wî berê sed carî hatiye gotin û ka ez dîsa bêjim; sedemên astengkirina wî kirina troliyê, nivîsandina di bin her mijarî de (tabî mirov dikare di bin ber mijarî de binivîse lê hin qural û qaîdeyên nivîsandinê hene. ku mirov xwe mecbûr hîs bike û binivîse, ev dibe tiştekî din. we fahm kir ez bawer im) û guhnedana hişyariyên moderatoran..



14.11.2016 19:36 | mergehez

193. Shorbevanê min kiriye wekîlê silav û spasiyan.., dîsa çavê xwe girt û devê xwe vekir wiha destpêkir:
Em ji vê meseleyê dest pêbikin; rojek sê çar heb li yekî tên hev, du heba bi wî kesê di nav lepê wande girtine yek jî kulm li ser kulmê li zikê wî dixe. Dema li zikê wî dixe dibêje:
ax li min birawo pişta min! çiqas lêdide dibêje ax pişta min!
Yê lêdixe jî xwe nagire dipirse dibêje: çima ez li zikê tedixim, tu dibêjî pişta min?
Yê kutanê dixwe jî dibêje: ger pişta min hebûya bira te li zikê min bixista. *
Ê min jî pişta min heye ewê hebe jî lê min digot ewê bêhtir hebe ewê li hemberî vê astengiyê derên, yanî ne tenê endazer, sergijik, biaqila malê.. dîsa ji bû wan spasiyê xwe nîşandidim, ew moderatorên li rûyê meriv dikenin, pişta meriv dikebe wan dibin xweyê keysa xwe, ev tevgera wan zora meriv diçe. a bêtir li zora meriv diçe ku ew moderator xwendevanin, heq û hiqûqnasin.. qaşo heyf. Herwiha sedemek bi mantiq tune ku shorbevan astengkirine.. niha jî kesên pişta wî digrin tehemula wan ji wanre jî tune, diçin nuqteyek zeîf tînin dibêjin di derbarê we qîzande wiha gotiye belê, ez lipey gotinên xwe me ew mijara bê eleqe jî nikare bibe sedema ku nivîskarên din li hemberî vê niheqiyê dernên jiber astengkirin ne astengkirinek mafdariye.
Meseleya qîzan shorbevan ji apo bêhtir ji wan hezdike û mafê wan diparêze.. Shorbevan di peyameka xwede di derbarê qîzande neyênî nivîsandibe di deh heba de erênî nivîsandiye mînak: (bnr: mafê mîratê keçan), (bnr: saliho û nûrê), (bnr: hesen husên rojhelat).....
shorbevan bi peyamek tenê nayê naskirin û nayê reşkirin. Ew peyama ku behsa wê dibe, jin û seks/87947 nêvî bihenek gelek tiştên xweş min gotiye lê nayê fehmkirin dîsa dibêjim, cûr bi cûr qîz hene ka hemû yekin ji alî sexsêve an ji alî tiştek dinve ? na. pênc heb pêçîkên deste kî jî ne yekin, min jî fikra xwe gotiye, hinek agir diwandene,.. ger ne wisa be dîsa.
li derekî, di çandekîde qûlbûna( min peyvek baş nedî biborin) qîzan wekî gunehek bê dîtin ji alî hişreşanve.. ez çend pirs bipirsim hûn cesaret nakin bersiv bidin, min yekî pirsî deng ji kesî derneket (bnr: saliho û nûrê). yeka din jî; keçikek ne bakire tûyê wê bistînî nazim tolhildan? nebawerim jiber vê yekê min wekî pêşniyar ji keçikanre gotiye xwe nekin binê kesên bîna min( tabî divêde lêborîn ji xwe dixwazim ez hewqas ne pîsim) hûn gunene, Paşê pirsgirêk dertên û ez bixwe jî hê hewqas venebûme ku we bi dilek rihet bistînim û tabî qûz yê weye hûn çewa dixwazin wisa bikarweynin dixwazî bikin haweyn, * an çi dixwazin. neyse ev bi serê xwe mijareke eleqeya wî bi astengkirinê tuneye nazim nizane çi dixwaze... û vê Meselê min û ferhenga şikestî jî li serê li hev zêdekir kura vê peyamê şaşe em nîqaşek li serê bikin hisekî jixwe nanî ev peyam jin û seks/87947 wiha ma kura wî şaşe? hûn a rast bibêjin ez ne yekî ji spîre bibêjim reş im dema îcab bike ez dikarim lêborîn jî bixwazim jiber roj bi roj tiştê nizanim hîndibim dibe ez nizanibim, ez jî ne mirovek superim dîsa kura wê peyama min şaşe ? derên di cîhê reşşik didinde şaşiyê min li ser çavê min bixin biwêribin...


niha nazim jî wekî vê meseleyê dibêje ez hevalên xwe bînim tirşikê, dema çav bi shorbevan bikebin ewê jî sarbibin * weki vê mesela tiroviro qet nayê hişê meriv ku ewê bûyerek bi vî rengî biqewime *: rojek jinikek li mala bavê xwe, çavê wê bi kêrane êdî bi qarçiye dikebe, dibîne balteyek daleqandiye û rûdinê digrî.. yek tê balê dibîne digrî dipirse dibêje te xêre çima digrî? ew jî dibêje ezê bizewicim, ewê kurê min çêbibe, ewê were mala kalê xwe, ewê vî balteyî bi serda bikebe, bimre, ez ji bû wî digrîm. ê din dibêje wa! niha tu ji bo wî digrî, radike balte ji jorde tîne xwarê, dibêje hajitere xelas bû çû, tev ev bû? *



14.11.2016 21:21 | bernadim

194. Rexgirê shorbevan pirsgirêka we çi ye nizanim. Di tirsikê de hin pîvan hene û divê nivîskarên wê li gor wê tevbigerin/binivîsin. Ev wê ji ekşî sözlük ê hwd.cihêtir dike.



14.11.2016 22:21 | darînê daryo

195. darînê daryo jî li ser serê me bû moderator me ediland * spas ji bû pêşniyariya te, lê ez te şaş dibînim jiber tiştekî gotinê hebe divê bê nivîsîn û kî dixwaze bi kîjan edebê, ûslûbê binivîse jî azade, jixwe tu bikî nekî tek fikir tek düşünce nabe jiber wî a muhîm kî riya rastiyê heqîyê başiyê.. daber xwe û têde meşiya propagandaya wî kir.. encama wî me eleqedar nake êdî tirşik dibe ekşi, dibe axur ez jî viya nizanim. lê kîngê be jî, tiştek nivîsandinê hebe wê bê nivîsandin dîsa spas.



15.11.2016 00:02 ~00:05 | bernadim

196. Nivîskareki kû ev ji zûveye min dikir ku li ser astengkirina wî binivîsim, lê mixabin ez mijûl bûm. Yekî jêhatî û dilpaqij, serhișk, henekoy, zimandirêj û bi xîret e. Ev çend carin ji ber xetayên wî tê astengkirin lê mixabin dîse tê ser eyarên berê û dîss xira dibe. Heq dike ku carinan werê astengkirin. Lê ne heq e ku heta heta, mayînde asteng bibe. sergijika zarșêrîn rast gotîye.
ew jî heta derekê li gorî xwe rast e. Ji bo ku wilo dizane û wilo dibîne.

Lê ya rastî ti heqê Camêr nîne ku dîse dîse û dîse xeletiyên xwe dubare bike. Ti heqê te nîne shorbevan! Sîmurg56, ferhenga sıkıştî û ew moderatorên din mafdarin ku wilo dibêjin, kekê nazim rast bibêje, mêvan belkî ji hinek nivîsên te sar dibin. Divê tu hey ji qalîte û bikêrhatîya peyamên xwe hebe. Bawer bike ku ti kes xezebê li te nake û kêfa gelekan jî ji te re tê. Va čend mînak li xwarin nivîsî ne.

Min hinekî lêkolîn kir û dît ku camêr ji xeynî kêmasî û rexneyan, bi tiștên baș û hêja jî hatiye bîranîn. însanekî kû wilqasî bi bașî hatibê bahskirin divê bi temamî(mayînde) newê astengkirin. Heyf e wela.

Vaye ka shorbevan bi van entryên xwar jî nasbikin. û biryara xwe dîse bifikirin camêrno! Kerem bikin:

shorbevan/66398 hama xwudê jê razî be, di rojê de sê dan bi saya serê wî dikenim, dikenim, dikenim*
shorbevan/65703 . nivîskarê ku bi vê entrya xwe can û ceger /65683 ez ji kena zikopişto kirim*
shorbevan/65884 nivîskarê ku îro di bin mijara endazer pediviya aramiya tirşikê anî zimên û bi vî awayî min çepik dayî ye
shorbevan/66565 şorbevano tu baş dikî ber bayê van dinyaperestan mekeve ha her wekî xwe binivîs ez li pişt te me*
shorbevan/66887 capsên gelek komîk bar kirine, bi xwedê gelek keniyam.

here lînkê
shorbevan/66888 nivîskarê ku bi vê capsa xwe ji kena zikê min êşand. ;) 

wêneyê nîşande
shorbevan/66913 ev stran bila ji bo wî were:
vîdyoyê veke
shorbevan/69634 li ser riya rast e maşelleh. êdî piraniyapeyamên wî li gorî formatê ne.

shorbevan/69708 capsmatîk e.
shorbevan/70378 nivîskarê her ku diçe kurdiya wî ya li ser tirşikê baştir dibe. ev jî feydeyek tirşikê ye. xuya ye ku nema salek wê ji kawa nemir jî bibuhirîne. ez wî qûtlamîş dikim. *
shorbevan/70504 yê ku tam bûye nivîskar. bere xwedê jê razî weke ku di facebook an jî twitterê de be, bê qural û qaîde dinivîsand û nivîsên wî jî weke şorbê bû. lê aniha formatê fêm kiriye û tam li gor qaîdeyên ferhenga înteraktîf dinivîse. 
shorbevan/70530 dirist, rastgo, qenc, ciwamêr, gerîla
shorbevan/72065  di zanîna zimanê kurdî de asta pervîn buldanêderbas kiriye, gihaye kurdiya azadiya welat û ber bi kurdiya zana farqînî ve diçe.

ji aliyê din ve ji mêj ve bûye mîrên formatê
shorbevan/73544 roj bi roj kurmanciya wî rastir û çêtir dibe
shorbevan/73777 guhdareke baş e. rexneyan baş bikar tîne. çepik ji bo birêz shorbevan!!
shorbevan/77381 jîr û jêhatî ye, hema kengî nivîskarek nû bê tirşikê xêrhatinê lê dike.
shorbevan/78575 yê ku rasta êrişên psîkolojîk tê * lê qebûl dikim gelek komîk bû *
shorbevan/79048 nivîskarekî wek şekirê şamê ye,
shorbevan/80007 ji vir nere (neçe) dereke din ha *
shorbevan/81624 niviskarê bûye dînemoyê tirşikê. 
shorbevan/82357 hama kêngî, çawa, li kû derê peyvekê bibîne, bila were di vir de binivîse.. loma sihheta shorbevanî xweş be
shorbevan/83064 şorbevanê nêv tirşikvanan e. rengekî cuda ye. xwedê wî bihêle
shorbevan/84842 ez astengkirina shorbevan şermezar dikim. divê we berî astengkirin jê re gotibûya. bi xweşki jê re bigota. sibe ew rojê bê ku hûn min jî asteng bikin ji ber ku entriyên min ne bi kêfa we ne.
shorbevan/84856 bi rastî li ber ketim. jixwe tirşik van rojan pir bê deng e. baş bû ku shorbevan bi xêra xwe piçekî reng dida tirşik'ê.. lê mixabin hatiye astengkirin. bi ya min divê demildest dev ji biryarek wiha xeter bê vegerîn *
shorbevan/84859 av bisekine ew nasekine
shorbevan/89137 cem yilmazê me ye.

destîk/89136

shorbevan/89759 ez gava kurdiya xwe dinihêrim û ya wî dinihêrim ew ber çavên min dibe pierre larousse

shorbevan/92201 (bnr:perwane/92198)

bi vê biwêja sergirtî ez ji kenan behicandim.

"ez şanzê xwe li xwe mehr bikim û hûn jî şahed"
shorbevan/93134 ji tirşikê sûd girtîye nexwe. aqûbet li serê me hemûyan be.

shorbevan/93689 ji min re peyama xêrhatinê şandîye û ez gellek bextewar kirim e.. 

spas ey însanê delal *

shorbevan/95036 gidîî dinyayê, kî digo rojek wê bê û ez ê bêriya shorbevan bikim? ;)



15.11.2016 01:31 | gumgumok

197. nivîskarê wiha dibêje:
"Spas ji bû hevalê gumgumok jî ez ligel hemû gotinên wî me ji xeynî wan gotinên wî ên serê girtî gotiye mafê te tune di tirşika simurg56de birî, û carna astengkirinê heq dikî xwezî te van gotinên xwe hinek din jî berfireh bikira daku min zanibûya kêmasiya min çiye di kîjan mijarande ez astengkirinê heq dikim? lê bira sedemek bi mantiq be daku ez jî bibêjim ez li camêra niheqim..
ez viya jitere bibêjim gumgumoko tu merivek îman kamilî, baweriyate bê nuqsane tu berbayê van dehaqa nekebe, neçe ser fikra wan, dewama kufrê heye a zilmê tune, carna wekî misilman dibe tu li rewşê binihêrî lê carna wekî min jî binihêre ku xwedê dilek rihet nedaye min, û dilê min jî tune ez jî dilek rihet bidimê carna em bixwe bixwe bihev dikebin ev di nava medaye...viya neke sedema astengkirina min, dibe fikrên min ne wekî yên webin... xwe bike cîhê min û tu ûjdana xwe? spas.

çi merivin yaw! * Dîsa rabûne reşşik dane vê peyama shorbevan/95509 min a ku min têde gotiye reşik nedin derdek we hebe bibêjin, em şîreta gur û rovî lihevdikin *, ne xema mine, lê carna ez dikebim gumana gelo min di kude şaşî kir * û dixwazim di cîhê reşikêde werin li bin sernivîsa shorbevan bibêjin vê peyama, fikra.. te şaşe, mînak: werin bibêjin peyva quz zêde bê edebî tê bikarneyne wê demê ezê jî cardin bibêjim vajîna an min gotiye kîjan qîz dixwaze vajîna xwe bira wekî haweyn/hawen/hawîn bikarweyne, bibêjin tu şaşî ka shorbevan nebelqityo ev çiye? wê gotina xwe edît bike ji kerem û îhsana xwere *, ez jî hewqas ne serhişkim dikarim biguherînim bibêjim; kî dixwaze bike sîrkut, mîrkut/şonik.. azade * tabî dema ku hun fehmbikin gotinên min yên tûj jî henek têde hene wisa jî lê binihêrin..
gotinek xweş a hozan serhadê nivîskar di civîna îstenbolêde hebû digot:

"madem wisaye teza wî birîzînin bira di cîhê xwede tepiş bibe"

di derbarê fikrên minde wiha pêşniyarî dida tirşikvana ez jî îro liwirim wisa dibêjim"



15.11.2016 21:27 ~21:31 | bernadim

198. ji endazer û raya giştîre bangewazî!
bi navê navebrohs û shorbevan li ser twitterê dest bi moderatoriyê kiriye *



29.11.2016 10:41 | bernadim

199. Nivîskarê ku Cihê wî zehf xwuya dike. Me bêriyê kiriye. Xwezî vegerê!



11.03.2017 21:13 | gumgumok

200. Li ser twitterê (bnr: shorbevanîzm)ê berdewam dike. Ez wî dişopînim..



11.03.2017 23:08 | bûtîmar

201. êpêce bûbû ez nehatibûme li tirşikê û gava hatim jî rastî peyama shorbevan ji min ra şandibû hatim lê mixabin ew jî li ser hespê xwe sar bûye çûye. Niha jî wek King Théoden dibêjim where is the horse and the rider...



05.04.2017 15:13 | xeteraqirêj

202. camêrî li ser twîtterê ji min re peyamek şand. xwestekeke ji dil û kubar ji min xast. helbet ez ê wî neşikînim. ez ê peyama wî eynî eynî li vir da copy-past bikim.

peyama shorbevan :


'''Merheba hevalê qedirgiran.. ji tere ne zehmet be daxwazek min jite heye
(bnr: vê peyama xwarê)

"Di seride silav û rêz hozanê min peyamek min a emanet heyejivir pêve gere tu dest nediyê tuyê dikaribî vê peyama min bibî li bin mijara shorbevan binivîsî? Xwe nebe neyne belê tuyê dikaribî * hevalê xeteraqirêj(s.) limin pirsiye ji wî şitrê qey ez bi dilê xwe çûme.. mijarê jêre zelalbike bibêje eyv nekirin berî shorbevandan li hemberî me teva.. ev ne ku ez poşmanim ku dixwazim werim binivîsim wisa xwe gunedikim na êdî çû kesên berî mindan kolanê twîterê carek bidin jî êdî ez nayêm ducar be emê di bazarêde bifikirn * ev henekek ku kêfa wan jêre nayê dibe vê peyamê jê şî bibin(bê minetin êdî http://twitter.net a me jî heye.. )lê vê gotina tehl bi nuqte dike nivîsandina minî tirşikê.. em zêde bi ser camêrade jî neçin heqê wan jî nexwin jixwe pêwistî pê tune.. Mala camêra ava hiştin ez gelek nivîsên bihenek vala tije û fikrên.. bêhempa nivîsand û li kurdî şiyarbûm, kurdî hînbûm, bi xêra wan heme wan min afirand...* bi xêra wan.
Xebatek baş dikin lê belê belî bi barê qamyona pirtûk jî xwendibin dîsa bi kubarî ku meriv bibêje nezanin.
Her wiha bibêje silavên shorbevan ji endazer gumgumok biaqilamalê, sergijik hozan serhad û ji hemû çavên reş û belekre silav hene * '''



06.04.2017 10:18 ~10:21 | bûtîmar

203. sê meh ewil xwestibû ku ez vê nivîsa wî di vir de parve bikim. lê min bîr kiribû : ) neyse her çiqas dereng jî bû, ez dixazim xwasteka wî bînim cî.
hişyarÎ: ti eleqeya naveroka entryê min ra tineye.. dÎsa bêjim: bes dixazim daxwaza wî were cîh.

nivîsa wî:

li ser mekanîka quantumê, jiyan û mirinê


min liser quantumê û jiyanê hinek xwe mijûl kir min gelek tişta bidestxiste bidestdixim piçek be jî..*
nebêjin axirê dîn bû an jiberêde dîne * ev tez, hîpotez texmînî û teorî îhtimala rastiya wî %50 zêdetire tev ne rastbin jî yek dido rastin *

di serîde jibîr nekin shorbevan nivîsiye hêdî hêdî herfo herfo bixweynin we nuqtekî xwend cardin bixweynin neh deh cara li serê bifikirin nuqte û bêhnok tunebin ji xwere çêkin hetanî hun fehmdikin û min mafdar dibînin bixweynin, hun ne li zirarêne ecele nekin bi bêhna fireh bixweynin.. hûn tirsik.net'çi bin qet ne xweynin hûn qet fehmnakin divê ez ji were mamosteyek bigrim.. * kesên misilman jî nebêjin ev tiredîn çi dibêje ev nivîs ji dînê îslamêre ters dikebe di quranêde tiştê wiha tunene filan û bêlan ez jiwere jî torpîl dikim riya we jî raste.. û em jî bi gûkî zanin xeberdidin me got çi jimere jî li çepika bidin me li cihê bereday serî mezin nekiriye.. û sed carî hêvî rica dikim +18 û +hakimî hişê xwe nînbin nexweynin, serî ne werimînin û jiber shorbeye baş xwe mûç bikin/konsantre bibin

ev fikir û raman hûn jî dikarin lê zêdebikin jê derxin dikarin bi pêşbixînin paşbixînin.. herwiha kesên hiş ne temam jî zêde serê xwe neêşînin wê baştirbe di dawiyêde dînbûn/jîrbûn heye jimin gotin *
kî ma ku bixweyne ez jî nizanim lê bixweynin.

ez xweziya xwe tînim ez dibêjim xwezî piçek fizik, kimya, matematîk, biyolojî, û beden û muzîk û kurdîya min başbûya * minê mijarê zelaltir bikira lê heyf û mixabin..

dikuda bikim shorbe ji kuda dest pê bikim nizanim hima em jivir mijarê vekin û bikin shorbe; lê ez ji şeveqda ketime 'etrê ku ezê çewa bi serê we yê nermik bixim * ez ji nihade spas dikim jiber hûnê bixweynin,fehmnekin û min mafdar nebînin..me ji nivîsê bêhtir pêşgotin nivîsand hewqas bes *

bi navê shorbevanê dilovan..

"herti̇şt hi̇şe, di̇ hi̇şde di̇qede"
prof.qozmolog teorîsyen..shorbevan

bira di nav mede û li vir bimîne ji kesîre nebêjin. em her yek xwedayekin hemdem, paralelin jihevre an quzillqurtin jihevre
û evdên cîhanê hevin an malzemeyê cîhanê hevin, 'ewêl 'ewêl nenihêrin destpêk nexweş bû li hesabê we nehat, yanî ez dixwazim bibêjim hûn nahêlin.. her kes xwedayê cîhana xweye, me ev kaînat û hev afirandiye û hê jî di afirînin bi hoqûs û poqûsek kes nediferqêdeye an kes nizane çewa jimin pêştir.. ez viya jî jiwere bibêjim xwedayê mezin ezim sebra min nehatiye ez xuriyame min we jî kiriye bela serê xwe min we teva afirandiye bira cardin we di min niyabe.. bêhenek yanî hêk û tûtik ji hev derneketine me hêk kiriye û em bi qup bûne jime derketine me wan çêkiriye erê erê we şaş fehmnekir me kaînatê, gerstêrka,tavê,stêrka û heyvê afirandiye û ferhenga şikestî jî jibû xwe bi lêkolîna wan mijul bike.. herwiha me hemû madde, hest û taybetiya di dirûvê hevda afirandiye, êdî çewa baş nizanim jiber xwedayek hafiza hindakirîme hê bi hişê xwe nehatime lê min ronkahiyek dît ev tê hişê min
em di gerdûnêde an di hebûnêde wekî sosinane lê hun na hûn wekî pîvazane "vejetatîf" yanî di çilmisin dîsa di cihê xwede şîn dibin.. em li dinya esehîne xwedayek/sêrbazek bê mirinin û em çiqas dimrin hiş tevlîhev dibe hiş xavî dibe di tirs û coşî û tevlîhevbûnêde em ji nûve dijin paşê dîsa dimrin û wiha didome diçe heta hetayê..

xavîbûna hiş, çewaye? dema meriv di tirse, bi coşe.. û hemû hest li tevî hevin ev xavîbûne dema meriv dimre ev xavîbûn diçe asta herî bilind û hardibe tabî asta vê xavbûnê jî heye li gorî giraniya wî meriv dikare jiyanê biguherîne meriv dema li ber mirinêye, pêstûrî bi meriv dikebe, dest û piyê meriv li hev dikebe, ditirse, bi coşe û bi jehriyê dikebe.. bêhtir nêvzî vê xavbûnêye di wê xaviyêde dema meriv di̇ ti̇rse meriv sêrbazeke êdî meriv berê xwe bide kîjan dinyayê meriv diçe..
ba bi kude meriv bi wêde..

êdî em dikarin ji tirsê netirsin, an bitirsin..

ew tirs jibû vê cîhanê jî derbasdare lê ne wekî dinya xaviye an wekî me got ast bi aste ev xavbûn piştî mirinê asta herî bilinddaye. li dinya xavî meriv dikare gerdûna ava bike û xerab bike... lê li vê cîhanê hew meriv dikare pêşerojê yanî qederê biguherîne meriv dikare dewlemend bibe meriv dikare jar û perîşan bibe ev tiştek talûkeye meriv dikare hezkiriyê xwe hinda bike wekî min min di diya meznê teva niya, meriv dikare hezkiriya bidestbixîne ev jî hê jimin wêde neçûye.. ti xerabiya min jî nîne yanî ez dixwazim bibêjim tev ez bi xwe dikim ker di diya serokkomarê mine.. bi kurtî meriv dikare qedera xwe û a we biguherîne veke/bigre vêca jixwe bitirsin tirşikçîno * ev jî ne hêsane divê meriv zanibe bixwaze ez niha jiyana xwe diguherînim tiştên ecêb dibînim lê çi vira bikim hê jî baş tê dernexistiye çewa diguhere min mala xwe xerabkir ez li serê dixebitim min xwest biwere parve bikim hûn jî serî bikin zebeşê diyarbekir, dibejin "aqil bi ser aqilre(he)ye" ti hêviya min ji we tune dîsa * .. ez bawerim emê bi serkebin


hiş û hiş tevekê meselê eve

quantum jî li gorî hişe
"uncertainty principle"(hêmana nediyar/tevgera guherok) a hei̇senberg

û zagonên murphy jî
zagona nêrînê a einstein jî

mekanîka qûantûmê jî li gorî hiş tevdigere

rastiya wan heye birastî jî zagonên murphy divê meriv li serê bixebite bereday û tewşik nebînin murphy gotiye rê eve shorbevan jî dibêje di wê riyêde bimeşin jê dernên..

hiş jî çiye ez nizanim lê ez zanim enerjiyek an hêzek bi hişmende.. wekî atoma bi tevgerên + û -(dijber) û bi hevgir/rêje û nehevgiriyê sêrbaziyê dikin..

nizanim me atoma afirandiye atoma me afirandiye lê ihtimalek heye hemû tiştê vê cîhanê me afirandiye li dinya xavî atom hene tunene nizanim?
em jî tiştek bîna atomane

ku me atoma afirandibe kî me kafirandiye,
atoma me afirandibe kî atoma afirandiye?
ku bersiv xwedabe, kî xweda afirandiye? ev jî heye
lê ev kesine tunebûnê di nebûnê niyaye hebûn çêbûye
ez serê we ne êşînim mijar belav bû serê vê shorbê ezim tev min afirandiye, diafirinim.

pitrikên atomê elektron nutron proton û pariyê wan pitrikan yanî kuark û bozon û quzon... ew jî di derekde dibin sêrbaz ew jî li gorî hiş tevdigerin dibe wan hiş û hebûnê afirandibe an hiş wan di dirûvê xwede afirandibe..

meriv dikare tevgera wan jî biguherîne, lê çewa? divê meriv li serê serî biwerimîne.. jiyan jî 'eynî wisaye cod û şîfreyên wî bnr, vbnr stur û filan û bêvanê wî hene meriv hîn bike meriv dikare çerxa felekê li gorî xwe bigerîne meriv sêrbaze haya meriv jê nîne..

jibû minak:
wekî di "cerba tîşa"nde(yarik deneyleri)de
hiş û pitrikên atomê bihevre di têkiliyêdene/dan û sitendinêdene destê kî di cêba kîdeye meriv nizane, bi nêrîna meriv û xirecira derdora xwe tevgerên wan diguherin


û wekî di cerba "prof.dr.masaru emoto a li ser dilopên avê"de.

û ev ceribînên wiha dibe ti car 'eynî encamê nedin û dibe tim 'eynî encam be jî. jiber wî divirde fîzîkzan pêdixapin..


aqil ji aqil dikşîne/digihîje hev

hiş jî bihevra di têkiliyêdene jihevdû dikşînin yanî telepatî jî tiştek raste..

gelo vî tiştê dibêjin genetîk ji meriv digihîje hev, dengê meriv rengê meriv, kurm û tivî'etê meriv li yê bavê meriv, diya meriv, birayê meriv civaka meriv tê deye diçe? herwiha ev mijarek dine serê we bi vê mijarê tevîhev nekim.


dinya wî alî jî eve;
cîhana serate/esehî eve di hindirdeye pir ne dûre lê gellek lihevketî û kûre em niha li cîhana dervene a rast em li wê dinyayê bixwene dema em bimrin(tabî mirin tune em xwedane me wisa li gorî osqarê, palmiya zêrîn senaryo çêkiriye, ji "bigbang"ê bigrin heta teoriya werarê "evrim"ê, hz. adem hewqas dewlet, netew çerm zer çerm sor, çerm kesk dê û bavê xwe , xwe û hemû dîroka ku tê zanîn û hatiye jiyan û a wê bê jiyan û heta mirinê me xuliqandiye) xwedênegravî emê bimrin.. piştî mirinê ew cîhan meriv dikşîne xwe dema meriv ditirse û hinek tiştên din jî dibe.. hiş xaviye tevlîheve paşê dibe sêrbaz tiştê meriv dixwaze + û - hevgir/rêjeyî wî hene divê meriv zanibe bixwaze dîsa li wê cîhana xavî emê jiyanek(shorbeyek) din bipêjin biafirînin bi hoqûs poqûsek em bê mirinin haya me jê nîne.. mizgîn jiwere shorbevanîno êdî mirin ji were tune ..jibû tirşikçiya ev ne derbasdare bixabin *


ev jî li ser hebûnê ji tirilyalll.. teorî a herî bi mantiqe; armanca jiyanê (binhiş xweşkirine) jî xweş û baş.. jiyîne. bênyan, bê qencî, bê ehlaq bê ûjdan.. nemînin * û tiştên hûn ji wanre dibêjin xerabî jî dûrbin ji jiyana xwe, hiş û fikrê xwe derxin bavêjin heta binhişê we digre..

wateya jiyanê jî eve ku meriv xwe û jiyanê bi pêşbixîne, biserbixîne û hêza xwe zêdetir bike bizanibe em çine, çima hene..? jiyanek ligorî xwe û mirovahiyê ava bike..

meriv çi li hiş barke merivê wî daxe
an meriv çi bixwe merivê wî birî/meriv çi birî merivê wî bixwe *


jiyanên cîhanên din wê ligorî vê cîhanê fikr û ramanên me biafirin bi eynî dan û bi eynî nîsk, bi eynî malî.. dîsa emê shorba nîska çêkin heta em hînî shorba birinc, şîr..dibin em berê jî li hinek cîhanên din jîne dema meriv xwedênegiravî dimre cîhanek din avadike wê demê hiş ji bîr dibe meriv hafiza xwe hinda dike an perdeyek tê serê ji nûve xwe û tiştên din avadike hinek tiştên din li xwe bardike û dûre jiyanek din..
û emê hê jî bijin diher jiyanekîde taybetiyek li hiş zêdedikin û kêmdikin cineta xwe avadikin ez viya jî bibêjim em bi ecêvatek bi sosret pêşketine medeniyeta ava û xerab dikin dîtin û gotin nabe yek..

dîsa bibibêjim bira nivîs hinek dirêj bibe, guherîna van jiyana her çiqas hatibe senaryokirin û leystin û hê di vîzyonêdebe jî dîsa guhertina wî di destê medeye weka "qeder"a îslamê we şaş fehm nekir pêkane meriv biguherîne

mirin çewaye? beriya em tunebûn çewa bû? dîsa wisa, dibe neyê bîra we lê tê bîramin hişê min û we ne yeke * herwiha wê dîsa wisa be. berê wiha bû em li wê jiyana xavîbûn bi wî hişê di destê mede me hew jiyanek wiha tiroviro afirand
emê dîsa wisabin an emê dinyayek wekî axretê biafirînin an em jiyanê
bikuda çewa bixwazin emê bi wirde bibin..

wê laş çewa bibe? wê laş li vê dinyayê tije pemû bikin.. wê hiş/rih laş biterikîne wê sêrbaziyek bike wê bitirûske berê xwe bide warek din jiyanek din..

li ser ola jî iştê ku min dît.. êdî ez ji hemû baweriyên ola û baweriyên din jî nezer, dia, birc, nifir, rawe kirina xewna... a jî bawerdikim
mirov çi bixwaze li serê serî bi êşîne bifikire êdî tê afirandin, ne pêkane meriv bidest nexe piştî "mirina îlizyon" dibe em axiretek cinetek xwedayek cehnimek, kewserên horiya, keçikên memik sêv, memik, xox, hêjîr, zeveş qawinî, tewafa wan, çemê shorbeyên meriv pê ser mest dibe, biafirîne, jixwere meriv dikare kurdistana avabike, seîd gebarîya bilind îbrahîma bi afirîne, ji dengê wan têr nebe.. bi taybetiyên xwe û niha emê li cîhanê din bin
jiber wî tiştên baş bifikirin bidin dû tiştên baş, qenciya cîhanên ligor xwe bi afirînin di cîhananên xweda cih nedin xerabiya. ev teorîne lê heye ku rastiya wî hebe û ez bawer dikim heye jî.(ez ji teoriyê xwe bawer nekim hunê çewa bawerbikin* henek li dera hanê di destê minde belge hene *
mijarê belav nekin

wekî xewnan meriv çi xeyal bike îhtimalek mezin heye bi awhayek lihevketî bibe xewn ev jî wisa

xewn jî fîlmek kurt an reklamek wê dinya ku ez behsdikimin

werhasil xewn û xeyal mînakên başin
xeyal=jiyan
xewn=mirin


jiyan wekî mekanîka kuantumê dixebite. li ser îhtîmala(li ser xwestinê) kod û şîfreyên jiyanê bi dijberîne + û - hebûn û nebûn, madde û antîmade, ken/girî tirs/wêrekî,
ligorî van koda divê meriv bixwaze, divê meriv zanibe bixwaze li ser vê xwestinê divê em bixebitin serî bi pelêşin jiber wî ez van fikra bi wera parve dikim hûn jî serî bipelêşin.. an deweta diya kesî nîne ..

megot divê meriv zanibe bixwaze em vê xwestinê bikin mînak mesela em kurdistanê dixwazin, gelo em çewa dixwazin? divê em çewa bixwazin? me hetanî niha çewa xwest ku nebû? ewê çewa bibe?
me çewa erdoxan dinkir? erdoxan kir bela serê xwe?
wê çewa ji bela serî derê?
meriv çima dixwaze dewlemend bibe û nabe?, meriv dixwaze ji yekî peyabe li yekî siwar be * çima nabe? em jiyanek bi rûmet dixwazin nabe çima?
werhasil ev xwestinê psikolojîkin di hişde diqede
divê meriv li ser van xwestin, ne xwestin, û tevgerên sêrbazî lêkolîn bike ev tevger hinek zagonên bîna yên murphy bixwene divê em bi pêş bixînin
mesala "tiştê meriv jê di tirse tê serê meriv" tabî timî newisaye lê pirahî wisaye lê gelo ev çewa wisa dibe? çima timî ne wisaye? divê em liserê bixebitin em nêvzî serketinêne bawerbin..


min dinya wî alî a xavî bi çavê xwe diye
yê dibêje vire kesê dixwaze ez wê cîhana din li vê cîhanê nîşanî wan bidim meriv mirinê dibîne û jê dizivire, heye ku meriv ne zivire, xwe tune bike (ev tiştek talukeye a rast pir ne talukeye meriv tunebibe wekî higgs bozonu disa merivê biafire, dîsa bibêjim meriv sêrbazek dikare xwe hinda bike û biafirîne)

û guhertina vê cîhanê jî pêkane lê divê hiş xavî be û ligorî +û- orantiya yên jiyana xwe.. tabî li gorî herkesî dibe biguhere her kesê zagonên jiyana wî dibe cudabe jiber hişê hemû kesî eynî tişt lê nebarkiriye lê eynî mekanîke .. jiber vî divê em zagonên murphy pêşbixînin formulîze bikin jibû herkesî wê eynî be ez dibêm

herwiha
win bawerdikin nakin win zanin lê ez derhênerek yemanim minê bigota ez tenê xweda me lê ne pêkane ez hewqas bê ûjdanbim, xerabim,xêrnexwazbim.. vê cîhana qûantûmî bi tena serê xwe bi afirînim, parvebikim û derdê wî bikişînim hûn jî şirîkin em tev xwedane hûn qebûl nakin hûn zanin ez bixwe xweda me kesê bawer neke jî ji xwe şeytan jî lazimin di van senaryoyande * an ew kesê ashorbevanist dikare were laboratuara min bi çavê serê xwe bibîne di hişê xwede bibibîne dîtin û gotin nabe yek
laboratuarek min li farqînê ye yek li stenbolê ye * an jî kesê bixwaze ez dikarim di dm de di peyamande ji wanre bibêjim madeyek navê wî quzilqurta mi̇ri̇nê ye laboratuarê bînim piyê we.. anjî xwe bikin vê rewşê bibînin bêhenek; nexweşên alzaymirê, yên qelbê wan li ber sekinandinê/qrîza qelb, dîn, ez, kêş, û şîzofren serxweş nêvzî vê dinyaya ku ez dibêjimin û nêvzî guhertina wîne an sinyal jê dikşînin divê meriv yek jivana be dîtina vê dinyayê pêkane.. yên sipî saxlem jî sinyal dikşînin lê hindik û hêdî meriv nediferqêdeye..

shorba me pijiya rihme li zindiya.. nizanim we fehmkir an na lê xwezî kurdiya min piçek din jî başbûya an xwezî fehmkirina we piçek başbûya, werhasil qasê sûcê min heye yê we jî heye qet nebe gere we fehmbikira, kêmasiyek û pirsên we hebin ne min we dît ne we min dît bimînin di xweşiyêde..



17.09.2017 15:12 ~15:15 | bûtîmar

204. Dewsa wî pir xuyaye.
Qurbaniyekî herî bernas ê tundrewên zimên e.
Slav ji te re hevalo.



07.01.2018 14:51 ~15:45 | aryâspa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» shorbevanîzm

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî