Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 41 peyam
şivan - tirşik
şivan
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. kesê/a ku diçe ber pez ango mî û bizinan



25.07.2013 06:42 | cirano

2. peyveke din e ku ji ber xwesteka bikaranîna tîpa w yê şûna tîpa v yê kurdiya înternetê de bûye şiwan.



25.07.2013 13:45 | simurg56

3. şivan perwer heye lê ew naça ber pêz..



25.07.2013 13:47 | arami

4. Bi Dimilî şiwane



25.07.2013 23:09 | hesenodimilî

5. fêda şivana nîyhandina kera ye...



25.07.2013 23:27 | devliken kelogiri

6. şivan perwer naçe ber pez, lê bi kurmancî û stranên xwe "pez" perwerde dike...



25.07.2013 23:29 | devliken kelogiri

7. şiv+van



26.07.2013 03:41 | serhed7

8. Şivan ji koka 'şivik' tê. Şiverê jî vateya rêya biçûk, ya ko şivanan pezê xwe gelek caran ji wê rêya teng û fitlonek dibin.



Şivan heman wextî rê nîşa pezan dike lewma wek nav tê vateya 'rêber'



28.07.2013 19:49 | pezkûviyê cûdî

9. dibit ku ji peyva "mêşin-van".Peyva mêşinê li gelek deveran di serî de jî li aliyê Farqînê ji mî (bi tirkî:koyun) re dihê gotin...



29.07.2013 15:57 | cirano

10. Şivan perver tevehev nakokîye.dibéje ez hunermendim ne sîyasetmedarim lé li ser marx,lenin,stalin u ocalan strana çédike.sekneke wîya bi cih tineye her roj li cihekîye.dibéje ez mirovek bi rumetim ez ne şoşpanim lé tu dinérî hema li şuna xwe u bé wext ji fethullah gulen re şoşpanîyé dike.



08.08.2013 18:39 | ezpinktufloyd

11. gotina şivané gundé me: xwedé keré dide feydé nade,feydé dide keré nade.feyd:cihé ku gorî der dora xwe nizm an ji di talde de.



08.08.2013 18:49 | ezpinktufloyd

12. lo şivano lo şivano

te biçûko ez heyrano

pez kişyane serê çiyano

tirsa me ne van gurano



lo şivano bilûrvano

bilûr lêxe bi dil û cano

pez berdaye dor mêrgano

bilûr lêxe qeyda miyano



lo şivano baran barî

pezê xwe ra bibe godarî

bilûr lêxe heya tu karî

her tim bijî dilovano



şivanê min bilûrvan e

bilûr pêçyê wî civane

derdê dilê min ew zane

her tim bijî dilovano

gotin û muzîk: gelêrî

Kilam'a mehmet atlı ye lo şivano



08.08.2013 20:55 | ümit

13. Gotina ku 'me çi kir lo me çi kir

me xwelÎ li seré xwe kir ' zimané wÎ şewitand .

Gel dest jé kiriye ji ew dem é de ye.

şivan ne xweşe weki Bîna beré ( farqîn ne xweşe wekÎ bÎna beré / rastÎYA WÎ ..)



08.08.2013 22:38 | quzulqurt

14. Xwediyê xeyal û fentezîyê kûr in; eşqì şìr û eşqì kîr in...



15.03.2014 09:57 | janbarblues

15. BI ÇOBAN-A TIRKÎ PIR DIŞIBIN HEV DU. ŞIVAN JI ŞUPAN-A FARISIYA NAVEND HATIYE.



15.03.2014 10:23 | biruya hayao miyazaki

16. navê straneke xweş a koma xelîkan e.

kerem bikin lê bihesînin...





22.05.2014 01:06 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» şivan

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî