Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 112 peyam
ciwan haco û strana sê sê - tirşik
ciwan haco û strana sê sê
(2) (0) ecêb (0) (9)
di mijarê de bigere

1. Dayika min jî mîna min heyrana Cîvan haco bû, taa ku... denge strana "sê sê" seh kir, got: "wiy lêêê ev çi dibêje! walleh nav me kurdan de sapikekî wiha çê nebûye!" êdî ez nikarim li cem diya xwe guhdariya tu strana cîvan bikim.



2013.07.25-08:52 | keçkacindî

2. straneke "eyb" e lê li gora mûzîka kurdî ya gelerî doza wê ne zêde ye.



mînak:

koma çiya - elîf (singê elîfê lê lê berfa bajara lê. berê elîfê lê lê qîza çarek ya lê..)

birader - kezîzer (...hilma memka çi xweş e...)



2013.07.25-09:13 | simurg56

3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.07.25-09:43 | keçkacindî

4. dengbêjên kal, stranên pir eyb jî bêjin bi guhê dayika min re eyb naye. diya min, guh dide wan û qet tif nake, dengbêj dibêje "lê lêêê qîza kerêê, te çima nizam çiyê xwe neda min..." ez ji şermê erdê diçim lê diya min rûdine wisa digirî, wisa digirî...

ez dibêjim qey; dengbêjeke kal rabe û strana "sê sê" bibêje, diya min wê rûne û ji wê re jî bigirî. *



2013.07.25-09:44 | keçkacindî

5. (bnr: serburiyek)



dîlbera mi runişt

dîlbera mi rabu

weke hinek tişt

jê ve xuya bû

wê pirsaki hişt

bi çav û birû

axê vemalişt

u çu min da dû

nêzikî tenişt

bûm û min got:

édi bese te küşt

vî dilê zarû

go "deng me ke hişt..

bilezîne zû



ez û yara şeng

çûn ber çemekî

rawestan li teng

hêşin kemekî

têde rengreng

gulen bîhneki hebûn

go qeşeng ew yara bengi

be hîs û be deng

divê mêzeki

wî marê li çeng

marê koreki

ji kemê bi ceng

min divé berzeki



ev bergaha ha

wargehê min e

tevi mi ji jitera

bexş û mizgîn e

marî ji kema

hanê derine

biku je bila

êdi nemine



we gavé ev singa

sor û spi ne

ji cotikên memika

ji xwe re hilîne

bide ber geza xwe pé vejîne



hege ne wabe şerme zilami

ji pey min ve be

édi bi temami

evin ne ew e

ku di ki beyanî

ma bi çav û dev e

beng î û ram î

min ji dil da te

ser vi meqami

dil peritî me

tu bo min qami

le çikim nezani

xişim û xam î



dilo rebeno

rebeno dilo



bi jan û kovan

bi xem û kulo

me go "carekî

biçejîn wilo

ji evina xweş

evinê çilo

anî serê me

jinê li me şelo

kir be xetere

dilor rebeno

rebeno dilo

naşit û nezan

bi derd û kulo



2013.07.25-11:18 | saryaudisasarya

6. gelek straneke xweşe serburiyek (dılo rebeno) Beri ku strané wek sé sé çébıke dil diperitand.



"we gavé ev singa

sor û spi ne

ji cotikên memika

ji xwe re hilîne

bide ber geza xwe pé vejîne"



2013.07.25-11:21 | saryaudisasarya

7. bi qasî strana miradê kinê (bnr: adlê) ne erotîk e.



2013.07.31-05:58 | seydayê_peyvan


9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.07.31-14:22 | cirano

10. yekemîn sedema dûrrbûna min bi stranê ciwan, stran divê erotîzmê naveroka xwede xef bikin lê ya vî ne erotîzm e hema fetîşîzm e:



2013.08.09-23:05 | kelha bayê

11. mînakên erotîzma di stranên kurdî de gelek in; strana werine sêva,

ji straneke din;

kolana teng û tarî

pişta wê da dîwarî...

heçku min şekir xwarî...



2013.08.09-23:16 | azadixwaz

12. hêvek bêhna populîzmê jê dihat....



2013.08.09-23:19 | newenda

dengdanên dawîn (Yên Din..)
kurdî [3]
zimanê ku kurd jê hez nakin û jê direvin. Bi taybetî jinên kurd....
nivîskarên ku peyamên xwe jê dibin [2]
Yekemîn hemû peyamên (1500 zêdetir) xwe jêbirî bû, ez bûm( rasteqîn) ....
tirşikvan çawa bi tirşikê hesiyan [1]
sala 2018an min pirtûkeka jan dost dixwend û li wir biwêjek he...
tirşikvan çawa bi tirşikê hesiyan [1]
Mijara ku dê awayên pêhesandina tirşikê bihewîne. Heçî kesê nû xwe tom...
mî major [1]
Dengên wê ên tonîk: mî, sol dîyez, sî = mî major Dengên domînant: la,...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwan haco - felek
» strana reşidxan
» şerîet
» serta

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî