Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
ciwan haco û strana sê sê - tirşik
ciwan haco û strana sê sê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dayika min jî mîna min heyrana Cîvan haco bû, taa ku... denge strana "sê sê" seh kir, got: "wiy lêêê ev çi dibêje! walleh nav me kurdan de sapikekî wiha çê nebûye!" êdî ez nikarim li cem diya xwe guhdariya tu strana cîvan bikim.



25.07.2013 08:52 | keçkacindî

2. straneke "eyb" e lê li gora mûzîka kurdî ya gelerî doza wê ne zêde ye.



mînak:

koma çiya - elîf (singê elîfê lê lê berfa bajara lê. berê elîfê lê lê qîza çarek ya lê..)

birader - kezîzer (...hilma memka çi xweş e...)



25.07.2013 09:13 | simurg56

3. dengbêjên kal, stranên pir eyb jî bêjin bi guhê dayika min re eyb naye. diya min, guh dide wan û qet tif nake, dengbêj dibêje "lê lêêê qîza kerêê, te çima nizam çiyê xwe neda min..." ez ji şermê erdê diçim lê diya min rûdine wisa digirî, wisa digirî...

ez dibêjim qey; dengbêjeke kal rabe û strana "sê sê" bibêje, diya min wê rûne û ji wê re jî bigirî. *



25.07.2013 09:44 | keçkacindî

4. (bnr: serburiyek)



dîlbera mi runişt

dîlbera mi rabu

weke hinek tişt

jê ve xuya bû

wê pirsaki hişt

bi çav û birû

axê vemalişt

u çu min da dû

nêzikî tenişt

bûm û min got:

édi bese te küşt

vî dilê zarû

go "deng me ke hişt..

bilezîne zû



ez û yara şeng

çûn ber çemekî

rawestan li teng

hêşin kemekî

têde rengreng

gulen bîhneki hebûn

go qeşeng ew yara bengi

be hîs û be deng

divê mêzeki

wî marê li çeng

marê koreki

ji kemê bi ceng

min divé berzeki



ev bergaha ha

wargehê min e

tevi mi ji jitera

bexş û mizgîn e

marî ji kema

hanê derine

biku je bila

êdi nemine



we gavé ev singa

sor û spi ne

ji cotikên memika

ji xwe re hilîne

bide ber geza xwe pé vejîne



hege ne wabe şerme zilami

ji pey min ve be

édi bi temami

evin ne ew e

ku di ki beyanî

ma bi çav û dev e

beng î û ram î

min ji dil da te

ser vi meqami

dil peritî me

tu bo min qami

le çikim nezani

xişim û xam î



dilo rebeno

rebeno dilo



bi jan û kovan

bi xem û kulo

me go "carekî

biçejîn wilo

ji evina xweş

evinê çilo

anî serê me

jinê li me şelo

kir be xetere

dilor rebeno

rebeno dilo

naşit û nezan

bi derd û kulo



25.07.2013 11:18 | saryaudisasarya

5. gelek straneke xweşe serburiyek (dılo rebeno) Beri ku strané wek sé sé çébıke dil diperitand.



"we gavé ev singa

sor û spi ne

ji cotikên memika

ji xwe re hilîne

bide ber geza xwe pé vejîne"



25.07.2013 11:21 | saryaudisasarya

6. bi qasî strana miradê kinê (bnr: adlê) ne erotîk e.



31.07.2013 05:58 | seydayê_peyvan


8. yekemîn sedema dûrrbûna min bi stranê ciwan, stran divê erotîzmê naveroka xwede xef bikin lê ya vî ne erotîzm e hema fetîşîzm e:



09.08.2013 23:05 | kelha bayê

9. mînakên erotîzma di stranên kurdî de gelek in; strana werine sêva,

ji straneke din;

kolana teng û tarî

pişta wê da dîwarî...

heçku min şekir xwarî...



09.08.2013 23:16 | azadixwaz

10. hêvek bêhna populîzmê jê dihat....



09.08.2013 23:19 | newenda

11. weta meta berdin stranek xweş e. herwiha weta jî zêde xirab nîn e***. tê de peyvek wekî meyzê heye, ev çi heye? kesî dizane?

edît: dîtin e meyzandin.


divê sernivîs were serrastkirin
(bnr: ciwan haco - sê sê) an (bnr: sê sê - ciwan haco) anjî (bnr: strana ciwan haco yê sê sê)



16.03.2022 18:22 ~18:24 | heval.js

12. ciwan haco û strana sê sê/139226
Meyzîn/meyzandin ne dîtin e, nihêrîn e. Dîtin cuda ye.

(bnr: herkes dikare bimeyzîne lê herkes nikare bibîne)



17.03.2022 20:23 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanzêr
» strana adeleê ya ku dişibe strana ahmet kayayî
» sêvtirşk
» sê dîmen

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî