Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar - tirşik
rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nîqaş û gengeşiyeke nû ye li wêjeya kurdî û rojeva kurdan zêde bûye.



Mesele ji daxuyaniya nûbiharê destpê kiriye. Daxuyanî ev e:



Ji raya giştî re:

XWEZÎ ME DAXUYANIYEKE WISA NEDAYA!



Helbet me nedixwest ku em daxuyanyeke wisa derheqê weşanxaneyeke Kurdî yan kesekî Kurd de bidin, lê carinan meriv mecbûr dimîne ku hin şaşî û xetayan bibêje, da ku pêşî li wana bête girtin.



Nûbiharê, 16 sal berê dest bi weşana klasîkên edebiyata Kurdî kiribû û heta niha 18 kitêb ji wana çap kirine û her pirtûkek bi kesên pispor û şareza dane amadekirin.



Mebest ji kesên pispor, ew e ku destxetên bi tîpên Erebî bikare bixwîne, zimanê Erebî û Farisî û Kurdiya kevn bizanibe, herweha haya wî ji edebiyata Şerqê hebe, ango haya wî ji termînolojiya tesewifê û ilmên dînî hebe. Lewra ev edebiyata han bi remz û sembol û ayet û hedîsan tije ye. Yekî ku evana nizanibe, nikare pisporiya pirtûkên klasîk bike û wana rast û dirust bike.



Xwediyê weşanxaneya Belkî Rênas Jiyan, klasîkên ku Nûbiharê weşandine, wî jî rabûye sê heb ji wan bi navê xwe weşandine.



Çend sal berê metnê Feqiyê Teyran çapa yekem ya Nûbiharê girt û weşand. Peyre jî metnê dîwana Melayê Bateyî girtiye û weşandiye. Herî dawî jî dîwana Melayê Cizîrî li ser navê xwe çap kiriye û kedxwariya herî mezin jî di vê de kiriye. Jixwe Metnê Dîwana Mela seranser girtiye; lê tiştê herî sosret jî ew e ku not û ferhenga ku Selman Dilovan bo Dîwanê, ne bi awayê alfabetîk, belkî li gorî cîgirtina peyvan di metnê de amade kiriye, wî jî ew ferhenga girtiye û bi heman rêzê bi cî kiriye. Herweha malikên Farisî û Erebî yên ku Selman Dilovan di Dîwanê de wergerandine, hemî girtine.



Belê Rênas Jiyan, ji ber ku ne pisporê vî karî ye, dema ku metnê wan kitêban ji Nûbiharê girtiye, ew xetayên îmlayî yên ku bi şaşîtî Nûbiharê kirine, wî jî ew xetayana bêyî ku rast bike hemî dubare kirine. Welhasil wî hemî rastiyên Nûbiharê digel çewtiyên wê kopî kirine.



Wekî me di jor de jî got, me nedixwest ku em daxuyaniyeke wisa derbarê weşanxaneyeke Kurdî de bidin; lê em hêvî dikin ku berhemên me careke din neyên çapkirin.



Îcar li vê derê ne mumkin e ku em wan pirtûkan seranser hevber bikin û wêneyê wan nîşanî we xwendevanê hêja bidin; lê wek numûne em çend wêneyan pêşkêşî we dikin:



10,04,2015

Nûbihar







Axir va çend roj e herkes axivî, niha jî dora rênas jiyanî ye li gor gotinên omer faruk baran wê sibî bersiva rênasî dê bê weşandin.



Çavê me li rê ye.



12.04.2015 21:31 | xendekî

2. ji profîla asya genim hin gotinên rênas jiyan:



"Hay ji "melle"yan heye ku bi tenê ew bi alfabeya erebî dizanin, hay ji "komunîst"an heye ku bi tenê ew bi alfabeya krîlî dizanin; ez ne melle û ne komunîst im ez "helbestkar"ekî "kurd" im lê ez bi herdu alfabeyan jî dizanim, min biricimînin!"

Rênas Jiyan



12.04.2015 21:38 | xendekî

3. niqaşa ku peyvek nû afirandiye.

(bnr: min biricimînin)



12.04.2015 23:00 | brusk56

4. Heke tenê ji vî rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar/65312 gotûbe ev bersiv nîne demogojî ye. ji wan îdîana rast be eybekî mezin e.



12.04.2015 23:09 | mîr

5. nîqaşa ku bersiva rênas jiyan wê sibî bê weşandin e. omer faruk baran gotiye:

Ji ber ku gelek kes -him ên pişt Nûbiharê digirin him jî yên pişt Rênas Jiyan- meraq dikin, zûzûka dibêjim: Rênas Jiyanî daxuyanîyek bo îddîayên Weşanxaneya Nûbiharê da/nivîsand. Ecele mekin, sakîn bin. Îşev têr rakevin, siba li nûçeyan binêrin. De îcar kî heq e kî neheq e, wê xwendevan bibînin û bêjin. Ê min bi xwe ez gelekî li ser fikirîm û min heq da tarafsiz rojnamevanîyê. Spas.



12.04.2015 23:22 ~23:23 | xendekî

6. tiştê nizanim çima lê ji rexek ve keyfa min pê tê..xelet fam nekin keyfa min ji sûçdariyê nayêt lê di medyaya kurdînûsan de bûy e meraqek.anko bûy e (bnr: magazîna kurdînûs)an.ev yek jî diyar dike ku em hêdî hêdî pêşdikevîn di warê magaziniyê de.



12.04.2015 23:26 | vêca çiyeeee

7. Welehî derew nîne piçek xweşa min jî çû ji ber ku êdî em dibînin ku bazarekî kurdî ava bûye em li ser niqaş dikin * berî sedan stranan û mîratên kurdî bi dizî hate wergerandin haja kesî tunebû û kesek dengê xwe nedikir niha em dibînin hesasiyetek wusa êdî çêbûye ev jî rewşekî baş e.



12.04.2015 23:32 | mîr

8. Kurd çiqa pêş ve diçin dibin êş (wek êşekê Kurd bi alî rastiyê ve diçin: S: berekat) wek vê mijara weşangeriya Kurd û alîyê din ji siyasete Kûrd go di nava êşa Tirkîleşme û Kurdîstanîleşme de fetisİyê.



12.04.2015 23:40 | mamoo

9. ez ji meraqan mirim lê hin jî bersiva rênas jiyanî nehatiye weşandin.



13.04.2015 12:59 | kurê bavê xwe

10. bersiva ku raya giştî û tirşikvan li bendê bûn di rûdawê de hate weşandin. Fermo em bihevre bixwînin. Here lînkê



13.04.2015 18:22 ~18:27 | seydayê_peyvan

11. omer farûk baran jî di bloga xwe de bersivên rênas jiyan weşandiy e.

Here lînkê



13.04.2015 18:35 | vêca çiyeeee

12. temam mesele nema dê belav bin,belav bin gelî nivîskaran *



13.04.2015 18:42 | vêca çiyeeee

13. weşanxaneya nûbihar ji vir heta cem xwudê mafdar e, lê wekê ku rênas jiyan jî gotiye xwezî berî ku vê îdîayê li ser sosyal medyayê belav bikin, çûbûna gilî û gazindên xwe li cem rênas jiyan bi xwe kiribûna ne li cem xelkê.. tişta min li vir fêhm kiriye mebest ji belavkirina vê îdîayê ne sohbet e belê şohret e.. û dîsa min hêvî dikir, rênas jiyan şûna ku demogojiyê bike Û bi peyvên wek min biricimînin xwe li ber dilê xelkê û xwendevanên xwe gunehok bike, gotibûya erê tişta min kirî xelet e lê mebesta min ji vî îşî, ne bidestxistina berjewendiyeka madî an tişteka dî ye, min tenê xwest ez kar û xebata ku nûbiharê daye destpêkirin û aniye heta qonaxekî bi rengê xwe bidomînim.. min pêşgotina rênas jiyan ji bo dîwana feqiyê teyran nivîsî xwend û gelek kêfa min jê re hat, min nedizanî ku ji bo melayê cizîrî jî nivîsiye.. ev îdîa bû wesîlê ku xebera min ji vê jî çêbe..

neyse bi kurt û kurmancî; nûbihar mafdar e, divê rênas jiyan lêborînê ji nûbiharê bixwaze û dev ji demogojiyê berde, û nûbihar jî pêşiyê diviya gazindên xwe li cem rênas jiyan kiribûya ne li cem xelkê û li ser medyayê..



13.04.2015 18:54 | endazer

14. Gelo di şerîatéda cezayé dîzîya metnen wéjeyan çiye? Desté wan jî té birîn an na?



13.04.2015 19:03 | tîrejên rojê

15. (bnr: ger me jî hebûna lêkolînerên hêja)



Ma nûbihar îdîayên seîd dêreşî yên derbarî dîwana feqiyê teyran ya ku ji aliyê m.Xalid sadînî ve ji weşanên nûbiharê hatibûn weşandin ji bîr ve kir? Bi kurt û kurmancî bêjim îdîayên ku îro nûbihar li rênas jiyan dike heman îdîayan seîd dêrêşî jî li wan kiribû. Dîsa heman dîwan lê vê carî rol guherîne. De her çi be, mesela min ne ev e, mesela min xwelîseriya me kurdan e gava en çend rêz ji bo nefsa xwe li kelepora kurdî zêde dikin êdî xwe wekî xwediyê kurdî dibînin. Ma ne? ne xwarine û li xwe nekirine ji bo kurdî xebitîne!!! Ne ji wan bûya wê kurdî tar û mar bibûya!!! Bi serê wan kim xizmeta ku tirşik.netê dike ji ya wan a deh sala çêtir e ewqas. Erê hima bila rênas jiyan ji ber yên wan girtibe, Erê eyb e eyb ma nûbihar şerm nake ku vê xweliseriyê dike? Ma latînîzekirina metnên klasîk pir dijwar e? Ma helbestên cizîrî, feqî, xanî yên wan û bavên wan in? Berê ji bo îdîayên seîd dêreşî pir qehirîbûm û îro jî ji bo nûbiharê. Îcar em werin rênas jiyan. Xwedêjêraziyo tu bi elfabeya erebî jî zanî ma te nikaribû qûna xwe mehekî bida erdê û te metnê dîwanê latînîze bikira? Te wisa bikira em wiha xweliser nedibûn. Ji ber ku meydan vala ye ev tişt têne serê me ger me jî hebûna lêkolînerên hêja û xebatên baş bikirina bila wê çaxê doza heqe xwe jî bikirina lê wekî nûbiharê tenê metnê klasîk latînîze kiribin û sêsed çarsed peyvokan wekî ferheng lê zêde kiribin vêca bila qet qala xebat û mebatan nekin. Xebatên Wisa ku nivîskarên tirşikê ji wan xweştir dikarin bikin. Fedî nekin wê bêjin mafê telîfkirinê jî li ba me ye. Bi ya min divê rênas jiyan wekî mêran bila lêborîna xwe bixwaze û careke din bila xwe li hember xwelîseran xwelîser meke û eger latînîzekirina metnên klasîk îcab kir bila bê ba min ez ê xêra xwe jê re latînîze bikim.



13.04.2015 19:52 | ceso

16. Ya ku min ji bersiva rênas jiyan fêhm kirî ev e: (bnr: yaptım, ama bi sor niye yaptım)



13.04.2015 23:41 | kevçiyê dil

17. meseleya ku ji eyar ketiye di eyareke dî de..

rênas û nûbihar ji meseleyê derketine lê îja aligirên her du alî li ser faceyê bi hev ketine..

du roj e ku li ser faceyê ji dîwarê her kesî aforîzma û şîret difûrin laww

bengî ev çi hal e?

mi jî digo jiyan pirr monoton bûye, têra deh rojan ji min re malzeme derketin ku pê karibim bikenim û xema dilê xwe birevînim*



14.04.2015 00:58 | ferhenga şikestî

18. erê, ez dizanim ku sebebê vê tiştê bêdewletî ye. eger hebûya me dewletek wê ev tişta nebûya sebebê gengeşiyeke ew qas mezin. her tiştê wê bi rêyeke fermî ve bihata çareser kirin. wê demê meseleyê wiha nebûya gûyê kûçikan.



14.04.2015 01:25 | serhednişîn

19. ne rênas jiyan ne jî piraniya shîrovekarên van deveran tênagihin ku karê amadekirina berhemên klasîk, bi transkrîpsiyon (ku cuda ye ji tîpguhêziyê lew tê de gelek para shîroveyê heye, anku mekanîk û herfî nîne di nimûneya edeba kurdî ya klasîk de) û shîrove û tehlîlên tematîk û zimanî karekî serbixwe ye, li dinyayê bi hezaran kes di akademiyê de tenê ji bo karên wiha hatine damezrandin.. Û gava ew berhemeke wisa amade dikin, ew berhema wan e.. lê mixabin di meydana kurdî de, her wekî berhemên folklorîk, edebiyata klasîk jî bi piranî bûye hîpodroma nepixandina berhemdêriyê, lew bêyî amadekariyên pêwîst hêj bi nivîshkanî têne belavkirin.. lê tevî vê, ew transkrîpsiyon û edîsyon ya xwediyê xwe ye, anku ji mafê wî yê entelektuelî ye. lewma nezanî û xwebînî dibare û difûre ji cewaba rênas jiyanî.. bi wê cewaba xwe jixwe nîshan da ka çiqas dûr e ji van xebatan û neheqbûna xwe ya eyan ewqasê dîtir jî berçav kir.. xwedê me û kurdiya me ji wanên jixweve (an jî bi xêra têkiliyên xwe yên dezgehî ve) pispor û alim û shair û wergêr biparêze, yanî paqijiyeke seranserî li meydana kurdiyê tetbîq bike..



14.04.2015 15:25 | gordereş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rênas
» jiyana rewşen
» weşanxaneya ronahî
» nûbihara biçûkan

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî