Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar
peyamên çepikkirî

65311. nîqaş û gengeşiyeke nû ye li wêjeya kurdî û rojeva kurdan zêde bûye.



Mesele ji daxuyaniya nûbiharê destpê kiriye. Daxuyanî ev e:



Ji raya giştî re:

XWEZÎ ME DAXUYANIYEKE WISA NEDAYA!



Helbet me nedixwest ku em daxuyanyeke wisa derheqê weşanxaneyeke Kurdî yan kesekî Kurd de bidin, lê carinan meriv mecbûr dimîne ku hin şaşî û xetayan bibêje, da ku pêşî li wana bête girtin.



Nûbiharê, 16 sal berê dest bi weşana klasîkên edebiyata Kurdî kiribû û heta niha 18 kitêb ji wana çap kirine û her pirtûkek bi kesên pispor û şareza dane amadekirin.



Mebest ji kesên pispor, ew e ku destxetên bi tîpên Erebî bikare bixwîne, zimanê Erebî û Farisî û Kurdiya kevn bizanibe, herweha haya wî ji edebiyata Şerqê hebe, ango haya wî ji termînolojiya tesewifê û ilmên dînî hebe. Lewra ev edebiyata han bi remz û sembol û ayet û hedîsan tije ye. Yekî ku evana nizanibe, nikare pisporiya pirtûkên klasîk bike û wana rast û dirust bike.



Xwediyê weşanxaneya Belkî Rênas Jiyan, klasîkên ku Nûbiharê weşandine, wî jî rabûye sê heb ji wan bi navê xwe weşandine.



Çend sal berê metnê Feqiyê Teyran çapa yekem ya Nûbiharê girt û weşand. Peyre jî metnê dîwana Melayê Bateyî girtiye û weşandiye. Herî dawî jî dîwana Melayê Cizîrî li ser navê xwe çap kiriye û kedxwariya herî mezin jî di vê de kiriye. Jixwe Metnê Dîwana Mela seranser girtiye; lê tiştê herî sosret jî ew e ku not û ferhenga ku Selman Dilovan bo Dîwanê, ne bi awayê alfabetîk, belkî li gorî cîgirtina peyvan di metnê de amade kiriye, wî jî ew ferhenga girtiye û bi heman rêzê bi cî kiriye. Herweha malikên Farisî û Erebî yên ku Selman Dilovan di Dîwanê de wergerandine, hemî girtine.



Belê Rênas Jiyan, ji ber ku ne pisporê vî karî ye, dema ku metnê wan kitêban ji Nûbiharê girtiye, ew xetayên îmlayî yên ku bi şaşîtî Nûbiharê kirine, wî jî ew xetayana bêyî ku rast bike hemî dubare kirine. Welhasil wî hemî rastiyên Nûbiharê digel çewtiyên wê kopî kirine.



Wekî me di jor de jî got, me nedixwest ku em daxuyaniyeke wisa derbarê weşanxaneyeke Kurdî de bidin; lê em hêvî dikin ku berhemên me careke din neyên çapkirin.



Îcar li vê derê ne mumkin e ku em wan pirtûkan seranser hevber bikin û wêneyê wan nîşanî we xwendevanê hêja bidin; lê wek numûne em çend wêneyan pêşkêşî we dikin:



10,04,2015

Nûbihar







Axir va çend roj e herkes axivî, niha jî dora rênas jiyanî ye li gor gotinên omer faruk baran wê sibî bersiva rênasî dê bê weşandin.



Çavê me li rê ye.



07.06.2013 18:27 | brusk56

65312. ji profîla asya genim hin gotinên rênas jiyan:



"Hay ji "melle"yan heye ku bi tenê ew bi alfabeya erebî dizanin, hay ji "komunîst"an heye ku bi tenê ew bi alfabeya krîlî dizanin; ez ne melle û ne komunîst im ez "helbestkar"ekî "kurd" im lê ez bi herdu alfabeyan jî dizanim, min biricimînin!"

Rênas Jiyan



07.06.2013 18:27 | brusk56

65561. meseleya ku ji eyar ketiye di eyareke dî de..

rênas û nûbihar ji meseleyê derketine lê îja aligirên her du alî li ser faceyê bi hev ketine..

du roj e ku li ser faceyê ji dîwarê her kesî aforîzma û şîret difûrin laww

bengî ev çi hal e?

mi jî digo jiyan pirr monoton bûye, têra deh rojan ji min re malzeme derketin ku pê karibim bikenim û xema dilê xwe birevînim*



08.06.2013 14:50 | simurg56

65641. ne rênas jiyan ne jî piraniya shîrovekarên van deveran tênagihin ku karê amadekirina berhemên klasîk, bi transkrîpsiyon (ku cuda ye ji tîpguhêziyê lew tê de gelek para shîroveyê heye, anku mekanîk û herfî nîne di nimûneya edeba kurdî ya klasîk de) û shîrove û tehlîlên tematîk û zimanî karekî serbixwe ye, li dinyayê bi hezaran kes di akademiyê de tenê ji bo karên wiha hatine damezrandin.. Û gava ew berhemeke wisa amade dikin, ew berhema wan e.. lê mixabin di meydana kurdî de, her wekî berhemên folklorîk, edebiyata klasîk jî bi piranî bûye hîpodroma nepixandina berhemdêriyê, lew bêyî amadekariyên pêwîst hêj bi nivîshkanî têne belavkirin.. lê tevî vê, ew transkrîpsiyon û edîsyon ya xwediyê xwe ye, anku ji mafê wî yê entelektuelî ye. lewma nezanî û xwebînî dibare û difûre ji cewaba rênas jiyanî.. bi wê cewaba xwe jixwe nîshan da ka çiqas dûr e ji van xebatan û neheqbûna xwe ya eyan ewqasê dîtir jî berçav kir.. xwedê me û kurdiya me ji wanên jixweve (an jî bi xêra têkiliyên xwe yên dezgehî ve) pispor û alim û shair û wergêr biparêze, yanî paqijiyeke seranserî li meydana kurdiyê tetbîq bike..



06.06.2013 14:55 | endazer