1. zazakî zaravayê kurdî ye. dimilkî, kurmanckî û kirdkî jî tê gotin |
|
25.07.2013 08:57 |
botan2
|
2. li dêrsîm, çewlik, mûş, amed, rıha û li der dorên semsûrê tê axaftin... |
|
25.07.2013 12:37 |
arami
|
3. zaravayekê ku pêwîst e bê parastin û divê kurmanc jî vê zaravayê fêr bibin. |
|
25.07.2013 12:54 |
fizikzan
|
4. koma vate yê li ser vî zaravayî weşanan û xebatên hêja dikin. |
|
25.07.2013 13:09 |
arami
|
5. Li çend zanîngehên Tirkiyê de ev çend sal in xebatên li ser vi zaravayî tê kirin, mixabin ne li ser esasên kû Zazakî zaravayek ji zaravayên Kurdî ne. Dijî vê rastiyê çend kesên kû van zanîngehan (Zanîngeha Dêrsim û Zanîngeha Bîngolê) de di xebitin û xwe pisporê Zazakî didin xuyakirin, dibêj in Zaza nijadek cûdaye ji Kurdan û Zazakî jî zimanek serbixwe ye û ti têkiliya vî zimanî bi Kurdî re nîne... |
|
25.07.2013 13:15 |
nan û av
|
6. divê demildest her kurmanc e ku kurdî baş dizane jê pêve dest bi fêrbûnê vê zaravayê bikin.Ji ber ku di pêşerojê de bila biyekbûn* hêsantir be |
|
25.07.2013 13:26 |
fizikzan
|
7. ziman an zaravayê ku nîqaş û guftûgoyên li ser hema bêje hemû polîtîk in û bi destê xêrnexwazên kurdan û kurdistanê tên fînansekirin û lojîstÎkkirin û handan û piştgirÎkirin.. wek di peyamên berê de jî hatiye gotin dêqehbên ku berê di nav ülkücüyên jêketiyên dêlegurên asenayê de zûrezûra wan bû û li hemberî doza kurdistanê û tevgera azadixwaz ya kurd de derdiketin û bi dijmin û xêrnexazan re plan û komplo datanîn îro di zanîngehên dewletê de bûne akademîsyen û zazalog û zazanas û zazazan serzazager û zaza nizanim çi quzzê kerê.. li hemberî vê helwesta xirab û xêrnexwaz ya dewletê û zanîngehên dewletê yên wekê bîngol û dêrsimê divê her kurdek pişta zankoya artkluyê û ya rêveberê kurdolojiyê ya di vê zankoyê de (prof. dr. kadri yıldırım) bigire.. û keys û fersenda xirabî û têkbirinê nede dest kesekî.. û nîqaşên derheqê statû û pozîsyona zimanbûn an zaravabûna zazakî de jî divê ji fÎlologên alînegir ve bê hêlan.. |
|
25.07.2013 14:16 |
endazer
|
8. Zazakî ( yan zî Dimilî, Kirmanckî, Kirdkî) Rojawanê Vakurdê Kurdistanî di qisey bena. |
|
25.07.2013 15:01 |
hesenodimilî
|
9. zazakî yan zî kirdkî, kirmanckî, dimilkî hetê zazayan yanî kirdan, kirmancan, dimilîyan ra qisey beno. sey kurmancî, soranî, kelhurî û hewramî yew lehçeyê kurdkî yo. bi texmînî 3-5 mîlyon însan zazakî qisey keno. |
|
08.09.2013 23:06 |
kurdane
|
10. fikrÊ min ew e ku; ji bo zimanÊ nivisandine zazaki zarawayÊ herÎ xweşÊ kurdi ye. pir sistematik e. dive kurdişinasan qıymetek cuda bidin wÊ zaravayÊ qeşeng. |
|
15.09.2013 16:55 |
cinorek
|
11. seba zazaki wane ke 'zone ma' yan 'zıwane ma' (zimanê me). |
|
15.09.2013 16:59 ~2021.07.08 06:25 |
cinorek
|
12. zaravaya bi saya du-sê nivîskaran * * * li tirşikê jî tê nivîsandin û xwendin. îşelleh em m jî hêdî hêdî hîn bibin. |
|
15.09.2013 22:09 |
simurg56
|
13. xweş-zaravayek ji zaravayên kurdî ye. min dil heye ku demeke nêz de dest bi fêrbûnê bikim. lewra zonê ma ye. |
|
19.10.2013 12:28 |
serhednişîn
|
14. ez çendakî pê de çûm, lê heyf ku nîvco ma, jixwe ez çi dikim jî nîvco dimîne, çi dibêjim jî kêm, çi lê dikim jî nîvco. zazakî zaf weş o. |
|
19.10.2013 14:32 |
înano lo
|
15. ji bo fêrbuna wî pirtukên (bnr: grûba xebate ya vateyî)hene. |
|
19.10.2013 17:42 |
bawero
|
17. vextonê zarokatiyo ma, ma key de kirdasî lê dewe û kuçe de zi nê zonî qisey kerdêne. işte zazakÎ ey zon ke zone ma yo. |
|
18.02.2014 17:01 |
cinorek
|
21. zARAVAYÊ KU LI GOR ANFÊ ZIMANEKÊ JI KURDÎ CÛDA YE.. dI NÛÇEYA XWE DE BEHSA ÇALAKIYEKA KU JI BO ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ HATIYE KIRIN DIKÊ. dI DESTPÊKA METNA NÛÇEYÊ DE BEHSA ÇEND ZIMANA KIRIYE Û KURDÎ Û ZAZAKÎ WEKE DI ZIMANÊN CÛDA NIVÎSIYE..http://www.ajansafirat.com/news/guncel/polis-anadil-gununde-bildigi-tek-dili-konustu.htm |
|
22.02.2014 00:48 |
nan û av
|
22. navÊ wÎyÊn dimilkÎ(ikinci kol), dualkÎ(ikinci taraf,berÊ hinkÎyan li diyarbekir wusa digotin), kirmanckÎ u kirdkÎ xuyaye ku milÊ kurdÎye u birayÊ kurmancÎye. lÊ em kabul bikin, zaravayÊn dinra u kurmancÎye ra pir dur ketÎye. ji bo wÎ li gor min zazakÎ jÎ zimankÎ din e. ya jÎ wusa bÊjin, dinavberÊ flemenkÎ u hollandayÎ fark çika be, dinavberÊ kurmancÎ u kirmanckÎ(zazakÎ dimilkÎ vs) ev kas fark heye. |
|
14.04.2014 16:04 |
hun çawane heval:)))))))
|
24. zaravayekê kurdî ya herî kevnare lê mixabin ji ber ku gelê zazayan jiyana xwe ji civakê hinekî dûr xistiye ji ber vê yekê jî di hin waran de qels maye. bi ya min dive her kurmanc zazakî hîn bibe ango li zazakî xwedî derkeve û hêdî gotînên pûç û vala yên derheqê zazayan de neyê gotin. ev yek bêrûmetiyeka mezin e. |
|
14.04.2014 21:24 |
renas
|
26. ji bo ku ez hîn bibim wextê min zaningeh dixwand heyvekê ez çom kurdi-der ê. fahmkerdo lê nikarim qalkerdo. |
|
30.10.2014 13:33 |
ciwanpiroz
|
27. gotinên spekûlatîf hene ku hinek dibêjin zazakî zimaneke serbixwe ye, hinek jî dibêjin yek zaravayên kurdî ye. bi rasti ez naxwazim di vê mijarê de zêde tişt bêjim. bila mafê gotinê yê birayên me yên zaza be lê ez dibînim ku serê wan jî tevlîhev buyê. |
|
30.10.2014 16:18 |
serkeft
|
28. parastın û pêşvebirina zaravayê zazakî bi taybetî ji bo me kurmanc a farz. zaza bi piranî kurmancî dizanin lê mixabın em kurmanc ji vî mijarî de gelek bê xem in. Xwedê me efû bike. |
|
06.12.2014 21:46 |
azad30
|
29. ziwano ke pey dar û pelan tim û tim yeno veşnayîş.deniz gunduz yeno mi vîrê ke vatêne; şima bizane maya şima ha mirena şima ayê war verdênê yan zî cayê ayê de mendênê.mesleyê ziwanê zazakî no yo.ha merdimî zî estê der û dormaleyê zazakî de gêrenê ke xo rê berêk bivîne.malmîsanij înan af biko!ma teyna qayîlê ke pey ziwanê xo rojêk welatê xo de keyfê xo bîyarê, axir. |
|
06.12.2014 22:44 |
ladyzazarus
|
30. zaravaya ku dema ez zaro bûm min dilê xwe jê girtibû, jê re xeyîdî bûm.. |
|
14.04.2015 21:10 |
ferhenga şikestî
|
31. Ne zaravayê Kurdkî an jî Kurmanckîye. Kurdkîye kêvne,dibê ku hezar û penc sed salan hebuna vê ziman çûye. Kurdan berê hezar salî bi vê zimanê kise dikirin,piştî fermanê ser Kurdan tenê Kurmanc man(rewendan) u bi xwe gotina xwe anin. |
|
07.02.2016 16:58 |
soraxwin
|
32. li gorî min, nêrînên li ser têkiliyên kurmancî-soranî-zazakî-goranî ya herî aqilane ev e: kurdiyek tune ye, ev çar beş zimanên kurdî ne. yekî ne asta berê yan jî dawiya din in. ji xalek derketine û geşedana wan nêzîkî hev du bin jî her yek ser bi xwe ne. ev fêmkirina kêm a hev du yên kesên beşên cuda diaxivin jî vedibêje. |
|
08.02.2016 11:29 |
biruya hayao miyazaki
|
34. Carinan dibêjim ezê êdî bi vî zarvayî binîvîsim lê paşê dîsa hizra reşbîniyê min radipêçîne. Gelo ji bo çi? Bo kê? Bêbersiv e... dilê min jî pê dişewite ez dibêm qey çend sal şûnde wê qet nikaribim pêjnekê ji vî zarvayî nebihîsim. |
|
11.07.2016 22:39 |
ferhenga şikestî
|
35. Çi zimanekî feqîr e... hê kes li ser androîdê jê re sepaneke ferhengê jî çênekiriye. |
|
31.07.2016 00:28 |
ferhenga şikestî
|
37. Ez zî zaza me. Lê famkirina min ya zazakî zav kêm e. Kî dixwazin zazakî hîn bibin an zimanê xwe xurttir bikin dikarin herin zaningeha mêrdîn artukluyê. Ne hewce ye ku hûn herin heta bajarê mêrdînê. Li hemberê komputera xwe de waneya/dersa zindî temaşe bikin! sertîfîkaya serkeftî zî, hûn li kîjan bajarê bin, di dawîya kursê de ew ji we re dişînin. Ez zî zav dixwazim bi zimanê xwe bikarim qise bikim û binivîsim. |
|
01.02.2018 02:36 ~02:38 |
mirovekirind
|
38. çend roj verê ez bawkalê xwu ra persaya. Mi va “bawo şima verê xwu û ziwanê xwura vatenî çi?” Hina va “ma xwu ra vatenî dimil, zaza. ziwanê xwu ra zî vatenî zazakî la kurmanc ma ra vatenî dimilî.” |
|
07.12.2019 17:13 |
kajav
|
40. zimanê bav u kalê meye |
|
04.05.2020 22:32 |
hak buddy
|
41. zaravayê ku axiftina wê li min xweş nayê bes muzîka wê xweş tê guhê min. |
|
04.05.2020 23:02 |
hespêsor
|
42. derbekê siwar hatim li éraba welat parêzek amedî ji bilî min sê kes hebûn di érebê de jixwe cara yekem bû min zazakî bihîst. |
|
05.05.2020 02:22 |
shwinsherm
|
43. Ziwanê maya mi no. Ez nika semedê bonderbiyayişî zazakî xebetyeynê. Ji ferhengan zaf desteg geno la kemasiyê mi zaf zaf esto. Semedê ez hêdî qisey kena embazê mi hema aciz biya o nika tenya wendiş o nûştiş kena. O persgireyo herî pîl ziwan de standardîzasyon çiniyo. Mezgî mi bena sey şorbeyî * |
|
05.05.2020 02:59 ~12:47 |
rizgarm
|
44. Ziwanê dewa mi, ziwanê bawoyê mi no. Maya mi kurmanc a la heta eyro mi rey de kurmancî qisey nêkerda. Zewac ra dima banderê zazakî bîya û gedanê xo rey de timûtum zazakî qisey kerda. Ez kurmancî tira dima bander bîya. |
|
05.05.2020 03:56 ~19:25 |
kajav
|
45. zaravayê ku em ji stranan dizanin. divê bi niviskî jî pêşve biçe. ji bo tiştek nebe jî tenê ji bo fam kirina van stranan ez gellekî dixwazim hîn bibim. vîdyoyê veke vîdyoyê veke vîdyoyê veke |
|
05.05.2020 14:44 |
kalo
|
46. Zaravayekî Kurdî ye. Demekî min bela xwe dabû ji bo hîn bibim lê wekî her tiştî min dev ji wê jî berda. Van rojan dîsa meyla min heye Belkî vê carê hîn bibim. |
|
05.05.2020 17:45 |
biaqila malê
|
47. Zaravayê kurdî yê ku herî zêde gengeşe li serê tê kirin. Hinek Zaza dibêjin Kurdî ye û hinek jî li dijî vê yekê derdikevin. Roşan Lezgîn wanê li dij derdikevin weke zazacî bi nav kirîye. |
|
05.05.2020 20:08 |
xabûrî
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |