Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
zazakî - tirşik
zazakî
(22) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. zazakî zaravayê kurdî ye. dimilkî, kurmanckî û kirdkî jî tê gotin



25.07.2013 08:57 | botan2

2. li dêrsîm, çewlik, mûş, amed, rıha û li der dorên semsûrê tê axaftin...



25.07.2013 12:37 | arami

3. zaravayekê ku pêwîst e bê parastin û divê kurmanc jî vê zaravayê fêr bibin.



25.07.2013 12:54 | fizikzan

4. koma vate yê li ser vî zaravayî weşanan û xebatên hêja dikin.



bnr: http://www.vateyayin.com/tr/content/vate-yay%C4%B1nevi



25.07.2013 13:09 | arami

5. Li çend zanîngehên Tirkiyê de ev çend sal in xebatên li ser vi zaravayî tê kirin, mixabin ne li ser esasên kû Zazakî zaravayek ji zaravayên Kurdî ne. Dijî vê rastiyê çend kesên kû van zanîngehan (Zanîngeha Dêrsim û Zanîngeha Bîngolê) de di xebitin û xwe pisporê Zazakî didin xuyakirin, dibêj in Zaza nijadek cûdaye ji Kurdan û Zazakî jî zimanek serbixwe ye û ti têkiliya vî zimanî bi Kurdî re nîne...



25.07.2013 13:15 | nan û av

6. divê demildest her kurmanc e ku kurdî baş dizane jê pêve dest bi fêrbûnê vê zaravayê bikin.Ji ber ku di pêşerojê de bila biyekbûn* hêsantir be



25.07.2013 13:26 | fizikzan

7. ziman an zaravayê ku nîqaş û guftûgoyên li ser hema bêje hemû polîtîk in û bi destê xêrnexwazên kurdan û kurdistanê tên fînansekirin û lojîstÎkkirin û handan û piştgirÎkirin.. wek di peyamên berê de jî hatiye gotin dêqehbên ku berê di nav ülkücüyên jêketiyên dêlegurên asenayê de zûrezûra wan bû û li hemberî doza kurdistanê û tevgera azadixwaz ya kurd de derdiketin û bi dijmin û xêrnexazan re plan û komplo datanîn îro di zanîngehên dewletê de bûne akademîsyen û zazalog û zazanas û zazazan serzazager û zaza nizanim çi quzzê kerê.. li hemberî vê helwesta xirab û xêrnexwaz ya dewletê û zanîngehên dewletê yên wekê bîngol û dêrsimê divê her kurdek pişta zankoya artkluyê û ya rêveberê kurdolojiyê ya di vê zankoyê de (prof. dr. kadri yıldırım) bigire.. û keys û fersenda xirabî û têkbirinê nede dest kesekî.. û nîqaşên derheqê statû û pozîsyona zimanbûn an zaravabûna zazakî de jî divê ji fÎlologên alînegir ve bê hêlan..



25.07.2013 14:16 | endazer

8. Zazakî ( yan zî Dimilî, Kirmanckî, Kirdkî) Rojawanê Vakurdê Kurdistanî di qisey bena.



25.07.2013 15:01 | hesenodimilî

9. zazakî yan zî kirdkî, kirmanckî, dimilkî hetê zazayan yanî kirdan, kirmancan, dimilîyan ra qisey beno. sey kurmancî, soranî, kelhurî û hewramî yew lehçeyê kurdkî yo. bi texmînî 3-5 mîlyon însan zazakî qisey keno.



bnr: http://www.zazaki.net/haber/kirmanck,-kirdk,-dimilk,-zazak-148.htm



08.09.2013 23:06 | kurdane

10. fikrÊ min ew e ku; ji bo zimanÊ nivisandine zazaki zarawayÊ herÎ xweşÊ kurdi ye. pir sistematik e. dive kurdişinasan qıymetek cuda bidin wÊ zaravayÊ qeşeng.



15.09.2013 16:55 | cinorek

11. seba zazaki wane ke 'zone ma' yan 'zıwane ma' (zimanê me).



15.09.2013 16:59 ~2021.07.08 06:25 | cinorek

12. zaravaya bi saya du-sê nivîskaran * * * li tirşikê jî tê nivîsandin û xwendin. îşelleh em m jî hêdî hêdî hîn bibin.



15.09.2013 22:09 | simurg56

13. xweş-zaravayek ji zaravayên kurdî ye. min dil heye ku demeke nêz de dest bi fêrbûnê bikim. lewra zonê ma ye.



19.10.2013 12:28 | serhednişîn

14. ez çendakî pê de çûm, lê heyf ku nîvco ma, jixwe ez çi dikim jî nîvco dimîne, çi dibêjim jî kêm, çi lê dikim jî nîvco. zazakî zaf weş o.



19.10.2013 14:32 | înano lo

15. ji bo fêrbuna wî pirtukên (bnr: grûba xebate ya vateyî)hene.



19.10.2013 17:42 | bawero

16. vextonê zarokatiyo ma, ma key de kirdasî lê dewe û kuçe de zi nê zonî qisey kerdêne. işte zazakÎ ey zon ke zone ma yo.



18.02.2014 17:01 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zazakî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî