Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 69 peyam
wergera dimilî ya tirşikê - tirşik
wergera dimilî ya tirşikê
(2) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. hema bêje amade ye lê kêmasî ne.

sîstem jî ji bo pirzimanîyê hat amadekirin û bi alîkariya hevalên serhednişîn piraniya hevokan hatin wergerandin lê ji ber ku hevokên kêm hene hê jî nikarim biweşînim.

eslê xwe de wê bibûya sûrprîz, lê mixabin! alîkariya tirşikvanan pêwist e, loma neçar mam ku sûrprîzê xera bikim.

neyse, tirşikvanên ku dikarin bibin alîkar, bila emaila xwe ji min re bişînin ku wergerên hevokên kêm ji wan bipirsim.



her wiha (bnr: wergera soranî ya tirşikê)



13.04.2015 22:25 ~22:28 | simurg56

2. wergera bawer dikim wê endazyar bikarîbe bibe alîkar e. ji ber ku ew di nav tevgera wergerandina facebookê bo zazakî de ye.



14.04.2015 00:25 | berxweda

3. wergera ku wê vê hefteyê biqede û bibe şahiyeke mezin bo zazakî. bo wergereka bi zazakiyeke standard em li benda hevalekî man hinekî. hûn jî dizanin herkes ne zanayê zazakiya standart e. lewma hinekî derengî ket, lê hevalên me wê demeke nêzîk de vê meseleyê safî bikin. pey re ez ê gazî hemû hevalên xwe yên zaza bikim da ku beşdarî vê dîlanê bibin. ji nuke ve spasdarî boneta simurg56 ku li ser vê meseleyê hessas e.



xwedê kêmasiya wî nede.



14.04.2015 00:50 | serhednişîn

4. yek ji pîroziyên tirşikê ye, gava hat weşandin ez ê jî wek kurmancekî tirşika xwe bikim zazakî *



14.04.2015 20:40 | xendekî

5. wergera ku li gorî daxwaza kurdên zaza, navê wê dikare were guhertin. ne xem e. biryar ya wan e.



14.04.2015 21:06 | simurg56

6. Wergerandina xweş û xêr be, veledalin amîn.



min e-maîlê xwe da ji bossê re. Û benda me.



a din jî li ser navên zaravê zazakî/dimilkî/kirdkî/kirmanckî ez jî dixwazim tiştek bêjim. li gorî grûba xebate ya vateyî navê zaravê me yê 'standartî' (yanî nivîsê de tê bikaranîn) 'kirmanckî' ye.

Lê ez qet vê rewşê pirsgirêk nakim, hûn çawa dixwazin wisa bêjin kirmancno, kurmancno.



15.04.2015 00:18 ~12:23 | endazyar

7. xebateke xweş e simurg56 ez te pîroz û tebrîk dikim. bi saya te em ê êdî hinekî zazakî û soranî fêr bibim.

(bnr: sekin tune ye, berdewam!)*



15.04.2015 01:05 | mergehez

8. (bnr: wergera kirmanckî ya tirşikê)

ji ber ku di vî warî koma vateyê xweyîgotin e ez jî dibêjim bila wek gotina wan "kirmanckî" be.



15.04.2015 09:56 | xendekî

9. niha aktîv e, hezar carî ser xêrê.



16.04.2015 21:28 | xendekî

10. wergera ku îro dest bi weşanê kiriye. mirov dikare ji beşa çepê, zimanê malperê hilbijêre. an jî li profîla xwe, ji menûya "eyarên min" zimanê malperê mayînde biguhere.

bnr: sîstema nû ya tirşikê/66054



16.04.2015 21:28 | simurg56

11. willa zor zor baş û xweş bûy e.bila destê sîmûrg sax be min çavê wî xwar *



16.04.2015 21:33 | vêca çiyeeee

12. Sîstema nû ye ku ket fealîyetê. kedên simurg56 û serhenişîn pir in li vî karî.



Hê çend kêmasî hene, boss got em bi hev hel dikin, û ez jî benda wî me.



û ez dinêrim jî, heke xeletî bibe (ji niha hene), ez ji bossê xwe re bêjim.



her wiha, bi xêr be.



16.04.2015 21:35 | endazyar

13. her bijî!



17.04.2015 17:39 | cinorek

14. bi wergerandina hinek beşên din yên tirşikê, niha baştir e.



23.04.2015 17:54 | simurg56

15. li gel ku rewşa wê ne xerab e dîsa jî tê de kêmasî hene. loma pêdivî bi dimilîzanan heye. gelo kî heye ji bo me nêzikî 50 hevok/peyvan wergerîne?



03.12.2015 17:27 | simurg56

16. taybetiya tirşikê ku vê gavê tenê ji aliyê 2 tirşikvanan ve tê bikaranîn.



24.03.2016 19:10 | simurg56

17. taybetîya ku gava ez ji tirşikê derkevim û dîsa têkevim diguhere, dibe kurmancî. Hetta di destpêkê de min çend car ceribandinên cure bi cure kirin lê bi kêr nehat. Ew wext mi ji xwe re ev pirsgirek kul derd nekiribû. Lê madem babet vebû behskirina pirsgirekê jî hewce bû.



25.03.2016 02:18 | endazyar

18. bi wergera endezyar êdî %100 e.

ger we bivê hûn wergera dimilkî tenê ji bo carekê bi kar bînî: li aliyê çepê di bin qutiya lêgerînê de zimanê dimilkî hilbijêrin.

lê ger we bivê zimanê malperê ji bo we herdem bi dimilkî be, herin panel>eyarên min>ziman>ziman biguhere ger hûn ji vir zimanê xwe bikin dimilkî, êdî hûn kengê têkevin tirşikê wê zimanê tirşikê bibe dimilkî.



25.03.2016 07:23 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergerakurdi.net
» dimilî
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî