Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
wergera soranî ya tirşikê - tirşik
wergera soranî ya tirşikê
(12) (2) (3)
di mijarê de bigere

1. wergera ku ger tirşikvanên ku dikarin wergera li soranî bikin hebin, wê pêkan be.

tirşikvanên ku dikarin bibin alîkar ji kerema xwe re bila e-maila xwe bidin min ku hevokên li benda wergera soranî, bişînim wan.



13.04.2015 22:26 | simurg56

2. wergera ku wê tirşikê bike ''shorbe'' ne lazim e.. ne tenê ji bo soranî ji bo dimilî jî ne lazim e, ez ne ku dibêjim illeh divê bi kurmancî be, soranî, dimilî an kurmancî ji min re ferq nake, heta bi soranî an bi dimilî be ji bo min çêtir e, belkû hingî hînî çend lefzên zaravayeke din bibim.. bawerim bi vî awayî ji xwe ji her zaravayekî kurd dikarin ji tirşikê fêhm bikin.. ji roja roj de hej dam û dezgehên sanal yên pir-ziman û zaravayî nakim..



13.04.2015 22:37 | endazer

3. fonksiyona ku ji aliyê nivîskarên dimilî hatibû xwestin.

wê nebe sedema tevlîheviyê, ji ber ku wê zimanê jixweber kurmancî be. nivîskarên ku dixwazin bi zaravayek din bi kar bînin, wê bikarin ji profîla xwe zaravayek hilbijêrin. yanî kurmancî tiştek wenda nake.

weke mînak min bihîst ku hinek nivîskarên dimilî, bi kutekî û encax bi alîkariya nivîskarek din kariye bibe endam.



13.04.2015 22:40 | simurg56

4. wergera zazakî ji ber talûkeya li ser zazakî hewce ye. ya soranî ne hewce ye. mêrika hegel, kant, descartes kes nehiştine ku wergerînin. lê zazakî li bakurê kurdistanê li bin siwana kurmancî de werar dibe, em qebûl bikin jî nekin jî zazakî pêşiyê bindestê tirkî ye pey re bindestê kurmancî ye. ango bindestê bindesta ye.



ji aliyê erdnîgarî û qederê ve kurmanc û zaza zêdetir mihtacê hevdu ne. her wiha polîtîkaya qirêj ya ku li ser zazakî tê meşandin encax dikare bi xwedîlêderketinê ve bête asteng kirin.



him zazakî ji aliyê kurmancan ve tête fam kirin lê soranê dewsa ku alfabeya celadet bi kar bînin diçin ya îngilîzî bi kar tînin dema ku bi latînî dinivîsin. sîsteme ferhengê ya duzimanî du her du beşên sereke yên kurdistana bakur pêwîst e. 3 mîlyon zaza hene lê hê jî TVyek bi zimanê wan tune ye. Ev neheqîyeke gelo? Rast e hûn ê bêjin bila ew jî xwe re çêkin. lê ne wilo ye. kesên wek demirtaş û gulten bo ku hîtabê kurmanca bikin zimanê xwe yê dayîkê zazakî datînin kêlekekî. dibêjin kürtçe bilmiyor. qesta wan ji kürtçeyê kurmancî ye!!



qe nebe 250 000 hezar zaza li amedê dijîn lê newrozê de qareqara kurdan e bi tirkî xeber didin. çend hezar tirk li amedê ne? çend hebên wan tên newrozê? ji xwe re empatî bikin. an na ku siba dusiba wan got bavo em rêya xwe hûn rêya xwe wê demê dengê xwe mekin. xwe kerr bikin. bila nîvê kurdistana bakur bibe xureka gurê devçatirr...





14.04.2015 01:11 | serhednişîn

5. tiştê ku ez jî dixwazim çêbibe.û bawer nakim çi gengeşî jî derkevin.ez bixwe jî hêdî hêdî hîn dibim dimilkî yê û bawerim bi vî avayî dê bo min baştir bît.



14.04.2015 01:19 | vêca çiyeeee

6. Here lînkê



http://www.ferheng.org/





tû bi soranî dinivîsînî vedgerîne kurdîya latinî pir hêjaye ji bu kesê bixwaze tipên soranî û xwendina wî hîn bibe .



14.04.2015 10:46 ~19:13 | shorbevan

7. Pêdivîyek e. Piștî ku hevaleke soran ji bo emdambûnê alîkarî ji min xwest, min tê anî der ku tirșik bi soranî naxebite.

soranî wê bibe zimanê kurdîstana serbixwe. Ma çawa tirșik bê soranî dibe. Wele șerm e *



05.04.2017 23:50 ~2017.04.06 00:25 | gumgumok

8. tinebûna wergera tirşikê a soranî
(bnr: eyba reş û şerma giran) e.



06.04.2017 00:13 ~00:14 | bûtîmar

9. kengî têdikevim hêla çepê hema hema vala ye. a zazakî bidin alîkê, kurmancî nayê nivîsandin. ez ditirsim tirşik têkbiçe û bê girtin, mêrxasan terika soraniyê girtiye. xeyal xweş e bile. *



06.04.2017 15:09 ~15:09 | biruya hayao miyazaki

10. wan deman wek fikreke belesebeb hatibû lê niha dema difikirim dibêjim çima na? divê soran jî bi şertê alfabeya latînî bitirşikînin.



02.05.2020 00:39 | endazer

11. hewce ye, pêwîst e, lezim e. divê tirsik.net wekî navê xwe wekî tirşikê be û zaravayên kurdî di nav xwe de bihewîne. Tiştê tê xuyan çend heval soranî dizanin, bila alîkariya wan di demeke kin de çima nebe. belkî tirsik bibe encama fêrbûna kurmancî ji bo başûriyan û fêrbûna soranî ji bo kurmancan. ya bi xêr.



29.10.2021 20:15 | pênûsa westiyayî

12. berî demek dirêj me bi yekî soran re li hev kiribû û min pelên zimên yên tirşikê şandibû ji bo wergerê lê deng jê derneket. kesek bikare an jî pêşnîyarek hebe ez dikarim pelên zimên bişînim jê re.



29.10.2021 23:09 | simurg56

13. Wergera ku heye piştî çêbûna wê hinek soran serî li tirşikê bidin û rê li ber geşedan û gengeşeyên nû vebe. Têkiliyên her du parçeyan xurtir bibe. Lê birastî ne pir bi hêvîdar im. Lewra em halê soranan di derbarê kurdayetiyê dibînim. Gava werin tişikê bawerim wê mijarin bi vî rengî vekin:

- ji bo hînbûna tirkî pêşniyarên nivîskarên tirşikê

- baştirîn rêzefîlmên tirk

- rêyên bûyina hemwelatitiya tirkiyê

-Li stenbol bo soranan cihê gerê

-xweştirîn bajarê tirkiyê

-antalya

-Kurtlar vadisi

-polat alemdar



Nivîskarek soran bi navê hewlêriha hebû, ma gelo ew nikare ji heqî vî karî derkeve?



30.10.2021 15:13 | tîrêj zana 21

14. silav û rêz , dibêjim çi xema we ye ez li vira me ji bo zaravayê soranî û berê dema serîda hatim bo tirşikê min go ez dixwazim arîkarî bidim û bo zimên ez ê hemî tiştekî bikim û berê min çend karên wergerandin jî kiriye di navbera zaravayên zimanê şîrîna kurdî de û ez ê pir dilxweş jî bibim lê nizanîbûm cem kê ye? karê wergerandinê û pêwendiyê dirist bikin wate naxwazim her gotin be yên ku karên wergerandinê dikin li vir hêvîdar im peyamên min bibînin ez jî çiqas ji destê min were bikim ez ne soran im yan kurmanc ez kurd im * ji hewlêrê ve rêz û hez kirin bo we.



30.10.2021 20:16 ~20:20 | hewlêriha

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergera temaya aqilmendkurdê
» soranî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî