Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
sîdar jîr - tirşik
sîdar jîr
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Sîdar Jîr, di sala 1980'î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye, wergêrek û nivîskarekî kurd e.

Sîdar Jîr di sala 2004'an de li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiye kuta kiriye û paşê jî li Zanîngeha Andadolûyê fakulteya Îktîsadê beşa Têkiliyên Navneteweyî xwendiye. Çîrok û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de yekemîn fanzîna xwerû ya kurdî li Bakurê Kurdistanê (li Amedê) bi navê Kulîlk ligel hevalê xwe Deştî Rewşen derxist û piştî wê bi navê Kulîlka Ciwan kovar derxist û edîtoriya wê kir. Di destpêka Kovara W'yê de wekî edîtor di nava komek nivîskarên kurd de cih girt.

Di sala 2004'an de berhema wî ya yekem bi navê Ariya Giyanên Stewr û di 2011'an de jî pirtûka wî ya çîrokan a duyem ji weşanxaneya Lîsê bi navê Dozdeh Çirk hatiye weşandin. Her wiha Sîdar Jîr ji zimanê îngilîzî gelek çîrok wergerandine bo zimanê kurdî. Ji çîrokên çîroknûsên gewre yên wekî O. Henry bi navê Diyariya Sersalê , Sharwood Anderson Mêrikê Lal û Ernest Hemingway Berfa Çiyayê Klîmanjaro çîrokên bijarte wergerandiye û her wiha Antolojiya Çîrokên Amerîka jî wergerandine û ev berhem jî bo çapê amade ne. Her wisa ji tirkî çîrokên Cezmî Ersoz ên bijartê bi navê Bi kurdî hezkirinekê bidî min wergerandiye zimanê kurdî. Edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok û kovara zarokan a bi navê Dergûş jî kir ên ku li Amedê derdiketin.



25.07.2013 12:55 | arami

2. mêrdînî ye. çîroknûs, wegêr û bernameçêker e.



25.07.2013 13:02 ~2015.04.25 18:21 | seydayê_peyvan

3. di facebookê de pirr digirnije



02.01.2014 20:30 | kubikem

4. şervanekî facebookê ye



02.02.2014 21:01 | qomançêro

5. xebatên wî yên zêde baş hene lÊ belê pozbilindiya wî rê li ber keda wî digire...



14.02.2014 00:30 | zero

6. lawê nebî mûsa ye û çîrok jî ji wî dest pê kiriye (jixwe).

ku yek dibêje çîrok, ew dibêje ez çîrçîrok im.

jixwe ew çirçirok e. hewara xwedê



11.03.2014 22:37 | bavê salih

7. nivîskarekî hêja ye. min bi nivîsên azadiya welat naskir.

me rû bi rû hevdû naskir miroveke gellekî mutevazî û jîr e.

du meh berê şêwirmendiya lîstika şengê û pengê kir min jî temaşe kir û gellekî eciband

em domîna serkeftina wî dixwazin



10.05.2014 21:11 | renas

8. nivîskarekî kurda ye.sala 2013 me li enstîtuya kurdî gotûbêja wî pêk anî ,

neha li azadiya welat dinivîsa ,

pîrtuka wînî dozdeh çirk pir xweşe *



11.05.2014 23:39 | destbedest

9. Niha di jiyan tvyê de dest bi bernameya lênûsk'ê kiriye.

Bernameyek baş e, lê tikayeke min jê heye, de bihêle bila mêhvanên te jî biaxivin, gotina mêhvanên xwe nebire, jixwe bername ya te ye, tu her hefte li wir î, bihêle bila mêhvan jî hinekî bipeyivin, xwedêjêraziyo. *



15.02.2015 18:07 | xendekî

10. Di televizyona jiyanê de bernameyeke bi navê lênûsk çêdike. Min li ser youtubê temaşeyî 2-3 bernameyan kir. Dîksiyona wî pir xerab e. Serê her hevokê, her pirsê dilukume. Tu dibê qey bêyî ku xwe amade bike derdikeve bernameyê. Bi serde jî, timî sohbete dibe û tînê ser kar û barên xwe. pir qala xwe dike, dibe bi nêrîna min, bi dîtina min, nivîsa min, min, min û min û kerratî. diheside helbestkaran û vê yeke di du sê bernameyên xwe de jî rasterast dibêje. Ji nivîskarên ciwan re dibê qurre ne, helbûkî jê qurretir kêm kes hene.



27.02.2015 22:10 | diclefirat

11. (bnr: lênûsk)



28.02.2015 15:36 | ferhenga şikestî

12. camêrek li jor gotiye, di nav wergêrên îngilîzî de îngilîziya herî baş ya wî ye. Ku rastî wiha be, ez bixwe qet naxwazim li rewşa wergêrên me ên îngilîzîzan bifikirim, we go ez ji çi re wisa dibêjim? Dema we li paragrafa ewil a îngilîzî li pirtûka wî nerî ku camêr di pirtûka xwe a kurteçîrokan da xistibû destpêkê, hûn ê baş fam bikin ka ez qala çi dikim....



14.04.2015 02:05 ~02:12 | elomelo

13. qama wî 5 santîmên din jî dirêj bûya dê egoya wî ewqas nebûya hema dibêje ez û ez û her ez....



15.04.2015 12:44 | kurê bavê xwe

14. Yê ku di twitterê de henekên tewşomewşo dike yê ku nizane wê bêje trollekî twitterê ye. Xwedê kirî li profîla xwe gotiye ez nivîskar im heçî lê dinêre fêm dike.

Ne tenê bo wî lê bo hemû nivîskar û hûnermend û siyasetmedar, dema di medyaya civakî de dibin wek zarokan dilê min ji wan sar dibe.



04.07.2015 20:55 | brusk56

15. Ji bo nejîrbûna xwe veşîre paşnavê "jîr" li xwe zêde kiriye.

lê bêhtir beloq kiriye.



05.07.2015 00:55 | kurê bavê xwe

16. wekî hemî nivîskarên kurd ên vê serdemê, di medyaya sosyalê de pozbilind û qurre ye lê di eslê xwe de gelek xwîşêrîn û mutewazî ye.

belê hevalno belkî heta aniha bi hemî nivîskarên me re rûnîştime û qenebî çayekê vexwariye gelek ji wan tevî bayê sosyal medyayê pirr baş û henûn in, ji kerema xwe bikevin jiyana real û heqîqî, bi lotikên sosyal medyayê tu tiş naçe serî



05.07.2015 01:08 | ferhenga şikestî

17. vê dawiyê "handa" ye çi quzilqurt e nivîsiye, min han da xwe ku ez bixweynim, na bavo, nayê xwendin, rezalet e, bi qasî serê derziyê jî ji edebiyatê fam nakin, hinek qeşmera jî rabûye pesnê pirtûkê daye, qey ew jî dostikê wî nin, rismê keçikek nîvtazî jî li ser bergê pirtûkê xistîye ku ji bo pirtûk meriv cezb bike,



11.09.2018 00:42 | rojgar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîdar gergerî
» jîrikan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî