Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
ricm - tirşik
ricm
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li gorî şer'a îslamê cezayê kuştinê bi riya avêjtina kuç û keviran ji bo wan jinên zewicî û mêrên zewicî ku bi jin û mêrên din re ketine têkiliyên cinsî yên ne meşrû.. hema bêje di hemû dîn û baweriyên semawî de ev ciza heye, lê ji ber ku êdî tenê li cem hinek misilmanan tê nerîtandin nav ketiye ser misilmanan, carê min digo qey ev ciza di quranê bi xwe de jî heye lê di quranê de tenê cizayê ''100 daran'' ji bo wan jin û mêrên nezewicî û gunehê zînayê kirîn heye.. çend rîwayet hene ku dibêjin berê di quranê de ayetek li ser cizayê ricmê jî hebû lê paşê bi ayeteke nû ew ayeta ricmê nesh bû yanî ji meriyetê ket.. du şert hene ji bo cizayê ricmê bê birrîn.. ya ewil ''îtîraf'' û ''îqrar'' e yanî divê yê ku zîna kirî bi xwe li ser xwe bide anku li gunehê xwe mikur be, ev îqrar jî li gorî hinekan divê çar caran bê gotin, li gorî hinekan jî carek tenê bes e.. şertê didoyê ''4 şahid'' in yanî divê çar şahidên mêr an 8 şahidên jin hebin ku jin û mêr di halatê zînayê de bi çavê xwe dîtibin, gotinên şahidan divê ji hevdu bigirin, eger gotinên şahidekî tenê jî ji yên dî negire cizayê ''80 daran'' li wan şahidan tê birrîn.. wekê şertê sisêyê jî ''hemlebûn'' heye, yanî eger jin bi riya têkiliyeke nemeşrû biheml bibe û li gunehê xwe mikur were hingî dîsa cizayê ricmê lê tê birrîn lê bi biaweriya min ev şertê sisêyê jî dikeve di nav şertê ''îqrar'' û ''îtîraf''ê de..

di roja îroyîn de ev ciza bûye hêncet û argûmantek ji bo îslamofobiya li cem hinekan.. ji wan we ye qey, li gorî şera îslamê hema heçÎ kesê gumana zînayê li ser wan heye, bi dest xwe re tên ricimandin, lê mesele ne we ye, di dewra muhemmed pêxember de çar an pênc kes ji ber cizayê zînayê hatine ricimandin, ez ne xelet bim hemû jî wan bi xwe li ser xwe daye..



19.04.2015 21:50 ~21:54 | endazer

2. kabisin xwê bidin alî şikesti hê kû ne li van deraye heewuu! te çewa di xur dît hewqas binivîsînî ti me ji na fikirî ti navêjî ewê cewa bixweyînin em zanin gunê te bi te nayê bira bi me bê kek endazer

(bnr: min ricimand)



19.04.2015 21:59 ~22:02 | shorbevan

3. di şer'a cihûtiyê de jî û di ya xirîstiyaniyê de jî heye, ji lÎnka jêr yên ku dixwazin dikarin wan ayetên derheqê ricm û ricimandinê de yên di tewrat û incîlê de bixwînin; Here lînkê



19.04.2015 22:04 | endazer

4. ji cihûtiyê derbasê îslamê bûye û di quranê de jî derbas nabe.

(bnr: bila kevirê ewil yê bêguneh biavêje)

(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)



19.04.2015 22:19 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ricm

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî