Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
bajêr - tirşik
bajêr
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Helbesteka ji helbestwanê yewnanî û osmanî konstantînos kavafîs e.

bi Wergera dûrzan cîrano:



Dîbejî:"Ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din



wê he be helbet ji vî çêtir bajarek



li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;



dilê min binax e -weke meytekî-



li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min



xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim



ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim



belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"





Tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî



wê li dûv te were ew bajêr tim.



Tu wê li heman kuçan bigerî dîsa



li heman taxê kevn bikî salan;



wê li heman malan têkevin



porên te tayê spehî



herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.Hêvî neke tiştekî din.





Keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun



çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê



tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din



21.04.2015 00:57 ~00:57 | cinorek

2. heman helbest ji aliyê rênas jiyan ve jî hatibûye wergerandin..



21.04.2015 01:12 | endazer

3. û bi navê bajêr e xweş bajêr e an bi navê xwe yê dî yar fehîmayê straneke xweş ji milê cizîrê heye, ku narînxan gelek xweş distire..



21.04.2015 01:13 | endazer

4. Merqeyeke kurda ya seate ye.
Îro li înstayê liqayî malpera wan bûm.
Seatên wan pir xweşik û bi qelîte xûya dikin. Lê tiştên bi qelîte bûha ne *
Here lînkê



25.08.2022 02:45 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bajêrwatches

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî