1. mûzîsyeneke kurd e, ez ne xelet bim ji erziromê ye, hema bêje di jenîna hemû amûr û enstrûmanên pifdanê de hosta ye, mey, bilûr, duduk, zirne.. tê gotin ku bavê wê jî mûzîsyeneke hoste bûye û ertan tekÎn jî li ber destê xwe bavê xwe elimiye vî îşî.. bi navê demans albûmeka wî heye, li tirkiyeyê di nav gelek albûmên stranbêjên tirk de navê wî heye.. vê taliyê ligel hussein zahawy û sohrab purnazirî û meryem îbrahîmpur di koma nishtiman de li bilûr û mey û zirneyê dide.. |
|
21.04.2015 20:41 |
endazer
|
2. dudukvan e. bila li qusurê nenêre ger têgehek wisa tune be. ew bixwe gelek li ber xwe dide da ku enstrûmana xwe wek duduk bide nasîn û qebûlkirin. ji ber ku li gorî wî, hinek derdor dixwazin vê enstrumanê wek balaban bidin nasîn ku di eslê xwe de enstrumanek cûda ye û bi vî awayî tê xwestin ku bikin aîdê azerîyan û ji destê ermenîyan derxin. |
|
26.11.2019 20:46 ~20:56 |
simurg56
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |