Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
zarokên kurdan - tirşik
zarokên kurdan
(14) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. şekir in:

Here lînkê



22.04.2015 20:45 | xendekî

2. neteweya zarokan nîn e, zarokên kurd jî mîna zarokên netewên dî yên cihanê xweşik û şêrîn in..



02.04.2016 21:37 | ferhenga şikestî

3. ev wêne, mehmet özcan kişandîye. hun dikarin li ser înstagramê wî teqîb bikin.

Here lînkê



03.04.2016 16:58 | bûtîmar

4. zarokên xurt, saxlem û bihêz in. ji ber ku ji seleksiyona xwezayî derbas dibin û sax dimînin. jixwe di her maleke kurdan de 10 zarok dibin, lê %50 ê wan ji seleksiyona xwezayî derbas nabin û rehma xwedê dikin. %50 ên yên mayî jî ji seleksiyona êrîş, bombebaran û guleyên dewlata hov de rehma xwedê dikin. ma %25, bi vî avayî helbet zarokên kurdan yên xurt, bihêz, saxlem bin.



04.04.2016 12:15 | nazim tolhildan

5. Ewên kû kalên wan bi tirki û ew bi kurdî nizanin.



06.04.2016 15:58 | gumgumok

6. ji ber ku li her malbata kurd 4-5 zarok hene ger bibin tirk em dikarin bibêjin di sala 2030 de kurd li bakurê namîne



07.02.2018 23:45 | mindal

7. Bêxwedî nin, piraniya wan, dê û bavên wan hema rabûne ser hev wan çêkirine û dev ji wan berdane, ku mezin bibe bibe meriv divên keça min layê min, ku tiştek jê dernekeve û ji gelekan jî dernakeve, îja divên şixo tu ji biçûkiya xwe de beredayî bûyî.

Neteweyên paşketî, paşmayî, van tiştan di wan de henin, zêdebûna wan ji mirovan bêtir wek ajala nin, li ku hev biqefêlin radibin ser hev, qet haya wan ji zar û zêçên wan tune.

Gelekî kurd nas dikim, ji deha zêdetir zarokên wan hene, dibêm çima ewqas pir, dibêjin bila herin bişixulin pera bişînin. Ka bû çi, ev çi ye!

Gelek jî zanim ku keçên xwe difiroşin, hema kî were hinek pere bide, keçên xwe didin, hinek keçên xwe didin kesên ji xwe mezintir jî.



24.08.2020 04:34 | afa

8. zarokên ku nivîskarê li jor welê behsê kiriye heçku we peyama nijadperest û neyar kudekî bi kurdî xwendiye li we tê.Eynî wekî perspektîfa nijaperestekî klasîk yê ku bi çend bûyerên spesîfîk şîroveya gelemperî hatiye kirin nivîsiye. Bawer e ev yek mînakek herî baş ya hişmendiya makenîzmeya bindestiyê ye.Qey maye di bin tesîra fîlm û rêzefîlmên li ser "töre"yê. Keçên xwe difiroşin ha.Brawo welleh !



24.08.2020 06:42 ~06:44 | berbest

9. Zarokên li gor netewên din zûtir mezin dibin. Hêj di 13-14 saliya xwe de dest bi kar û xebatan dikin. Bi malbata xwe re diçin deryaya reş, bo hevdana bindeqa. Diçin di înşaata de dixebitin. Li kuça boyaxa sola dikin. Diçin çolê çapê dikin, pembo didin hev. Piştî çend sala tên zewicandin û hêj berî ku zarokatiya xwe bijîn, dibin xwedî zarok. Bi çûkantî de tox dikeve stuyê wan. Ji ber hindê dilê wan tim zarok e.

Ji aliyê perwerdehiyê de, li gor ewropa û heya li gor tirkiyê jî( ji bo kurdên bakur) gelek paşde mane. Hem ji ber nebûna derfeta û hem ji ber bêperwerdebûna dê û bavan, zarok çewt tên mezinkirin. Loma jî zarok zû digihêjin sût û çeteyan û madên hişbir, cixarê bikar tênin.

Ji hêla ziman de, zarokên bakur rêjeyeke pir bilind zimanê zikmakî nizane. Beşek jî kurdî fêm dike lê nikare biaxive. Beşeke pir hindik bi kurdî daxive.



24.08.2020 11:28 | tîrêj zana 21

10. li ewropa millet di temenê 30-35 de dizewicin helbet yên 35+ henin..
sedem çi ye ?
-ji ber ku ew qariyera xwe difikirin û xwe li ser karê xwe pêş dixin zewac ji bo wan plana talî ye.
jixwe dibêjin kî kani bi gede,zar û zeça dakeve ...

lê li cem me ji çûkanî dibêjin ah qîza nizanim kê baş e por zere mero wê ji ter bîne .

ji bo keçka jî ; de tu ji xwer bizewiciya, tu li me bû bele, nizanim me te ji bo çi anî ..
lawkê filan kes heye textor e , te bixwasta baş bû..

wel hasil kelam kurdên me gava mezin dibin tenê bi ramana zewacê mezin dibin loma ti pêşketin di heyata wan de tinne ..
kes ne qariyer difikire ne jî planekê.

vê navebera hanê du sê derba çûm pazarê ji bo xebat cem kurmetê xwe.

dibêji mi ev çawa kar e ?
ka tê çawa jinê bîne bi vî karî te ti tiştî jî bi serhev ne xistî ye..

"hey lawê mi jin anîna min bi serê te ketî ye belkî ez ê herim kerxana ?" (ji hundirê xwed)

-min jî go jin di bala min de ye ma.

ji wan we ye xort hemû wek wan in ; hiş û aqlê wan tev li ser zewacê û quza ye tolaz hawa.



24.08.2020 17:27 | shwinsherm

11. piranîya van bi tûnebûnê û belengazîye mezin dibin, qet bîrnakim waxtê em zarbûn bo alîkarîyê me, mamosteyê me hat sinifê û got kesen ku bê mont, sol, fahike piştê dersê bila warin hinda min û navê xwe binivîsînin, em 30 heb bûn me giştî jî navê xwe nivisî.
piştî dibîstanêjî zehfa me diçûn sol boyax dikirin an jî havînê şivantî, gavantî dikirin.

mînak: Here lînkê



24.08.2020 18:17 ~18:22 | doesntmatter

12. Zarokên ku bê kurdî mezin dibin.
Zarokên ku bê germbûna çîrokên kurdî mezin dibin
Zarokên ku bê perwerde mezin dibin.
Zarokên ku bê zanîna kal û pîrên xwe mezin dibin.
Zarokên ku bê nasîna qazî mihemed ,şêx riza ,dr qasimlo û hwd. mezin dibin.
Zarokên ku bê zanîna komkujiyên ku bapîr û dapîrên wî rû bi rû mane, mezin dibin.
Zarokên ku bi tirs mezin dibin.
Zarokên ku jîhatî ne lê ti car nikarin vî yekê nîşan bikin anku ji bo dagirkeran bi kar tînin.
Zarokên ku , bi ttrkî kurdbûna xwe tînên ziman.
Zarokên ku , ewilî rastê peyva kurd bi fermî pirtûkên dagirkeran de , bi wateyek ne baş dinasin.



24.08.2020 21:38 | brzn

13. (bnr: tirkmancî)
(bnr: yadê şîr var mı şîr)



01.09.2020 20:54 | mihemedcan

14. Di vê bobelatê de ji ber li mal mane û bêtir kurdî axivîne baş bûye (dibe kû nêrînek teng be). Lê her çi be jî ji perwerdehiyê mane. Ez di navberê de me, nava hest û ramanên têkel de me :(



02.09.2020 00:30 | rizgarm

15. zarokên ku tirkmancî mezin dibin.



19.04.2023 20:45 ~20:46 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokên kurdan ji bo baleyê pir jêhatî ne
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî