Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
heskîf - tirşik
heskîf
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navçeyeke batmanê ye. Heskîf cihekî kevnare î mirovahîyê yê. Bajarekî gelekî dîrokî ye. ji lêkolîn û lêgerîn arkeolojîk ên dawî jî dixuyê ku diroka wê ji dema me ta bi 11.500 salî berê ve diçe. li vir roma, bîzans, şeddadîyan, eyyûbîyan, artûkîyan, selçûqiyan û osmanîyan hukm kiriye.



Dewlet niha dixwaze li vir bendaveke (bnr: bendava ilisûyê) çêbike. Heger biserbikeve dê hemî bermayiyên dîrokî, ji 5.000 hezarî behtir şikeft, newala zîha bermayîyên pira kevîrî, tirbeya zeynelbeg, tirbeya îmam evdille û mizgefta er-rîzq û bajarê Heskîfê bi timamî di bin avê de bimîne.



(bnr: ji bendavan re na)



(bnr: bere heskîf li kêfa xwe binere)



25.07.2013 23:39 | seydayê_peyvan

2. navê stranekî rojhan beken e .

http://www.kurtcemuzikdinle.com/775/Rojhan-Beken--Heskif



26.07.2013 00:32 | brusk56

3. kelepora dîrokî ye ku min heta niha qet nweîtiye. min niyet hebû ku vê havînê herim û lê bigerim, lê tê gotin ku beşeke girîng ya heskîfê ji bo gerê hatiye girtin. de ka em ê dîsa jî herin...



21.07.2014 00:52 | simurg56

4. (bnr: mizgefta rizq)



07.01.2015 22:10 | xwelî li ser

5. cihekî dîrokî ye, ji tevahiya cîhanê, ji her nijadan bi sed hezeran mirov ji bo ger û geştê tên û pê xerq dibin lê bes tevî ku bi qasî du saeta ji min dûr bû jî careke tenê neçûme û min hê bi çavên xwe nedîtiye. .

niha heta çend salên dî ji bela çêkirina bendavê ji aliyê vê dewleta xwînxwar ve wê di binê avê de bimînê, bi salan e ku gelek çalakiyên cur bi cur ên ji hêla hezer kesan ve hatine lidarxistin, dewleta xwînxwar ji bo jiholêrakirina rêç û şop û bermayiyên kevin û dîrokî yên kurdistanê çavê xwe sor kiriye ku tevî hewldanên navnetewî yên li hemberê çêkirina bendavê xwe li kerritî û keranî daniye wek şair gotî "gelek hatin û çûn lê em li vir in" û wek arjen arî digo "hûnê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin"



07.01.2015 23:59 | ferhenga şikestî

6. cîhek ji cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê ye.



08.01.2015 00:02 | nazim tolhildan

7. (bnr: hesenkeyf)

Bajarê kevnar. Paytexta dewleta kurdan: merwanîya. Bajarê ku di fîlma mem û zîn a ji aliyê apê mûsa wan ve hatiyî kişandin de gelek sahne li wir hatîn kişandin. Bi taybetî sahneya zîn xwe ji wî latî diavêje nav çemê dîjleyê yek ji sahneyên fîlman ku nayên jibîrkirin e.



08.01.2015 12:22 | xendekî

8. Li ser heskîf komkujî hatiye meşandin. Hovên rewandî heskîf Qîr kirine TALAn kirine. Dîrokek 12 hezar salî winda kirine.
Vê çaxê tirkên dirû qet behsê heskîf nedikir, guhên xwe ker kirin qêrînên heskîh nebihistin, çavê xwe kor kirin tiştek nedîtin. Niha bi hêsîrên guneh ax û wax dikin. Çi feyde!
Kurdên me yên cahil û nezan jî ji bo du panotan bavê xwe jî difiroşin. Ax nezanî ax!
Here lînkê



11.06.2020 13:52 | kajav

9. tofaneke bê Nûh.



17.01.2021 22:12 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» heskîf

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî