Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
meseleya gundê xerabe - tirşik
meseleya gundê xerabe
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rojekî ji rojên xwedê rûviyek ji xwe re li deşt û zozanan li kendal û newalan nêçîrê digere axirê dawiya dawî rastê gundekî xerabe û terikandî tê û bi niyeta ku xwarinek ji xwe re ray bike xwe berî nava gund dide. Dinihêre waye li ser dîwarekî dîkek veniştiye. Rûvî banî dîk dike dibêje " ho hevalê dîk merheba ji te re ev çend zeman bû li te digeriyam, bi dîtina te kêfxweş bûm" filan û bêvan tiştan dibêje da ku keysê li dîk bîne û wî ji xwe nêçîr bike. Wisa bi sohbet dîk li ser dîwaran û rûviyê me li erdê ber bi navenda gund ve dimeşin. Haya rûviyê reben tune ku diçe dehfikê. Kûçikek jî ku hevalê Dîk e xwe veşartiye û li benda wan e. Gava rûvî digihîje cihê dehfikê kuçik ji cihê xwe yê veşartî dertê û bi qesta kuştinê êrişê rûvî dike lê rûviyê me bi eman û yemanê xwe xelas dike û Direve. Wisa sal derbas dibin dewran diguhere rojek ji rojên xwedê dîsa berî rûvî dikeve wî gundê Xerabe lê ew bûyerên xwe yên berê ji bîr vekiriye û dîsa çav dîkê ser dîwar dikeve û dîsa heman silav û heman bûyer û heman dehfik û heman rev... Lê vê carê gava rûvî direve ji dûr ve gazî dike dibêje:

"Heya ev dîk muxtar û ev kûçik jî nobedarê vî gundê be wê ev gund her û her xerabe be."

Û wekî diyarî ji me re meseleya gundê xerabe hiştiye. Herwekî mirov Dikare bêje "heya muxtarê tirkan ataturk û nobedarê wan turk silahli kuvvetleri be wê ev welat her û her xerab be. Yanî meseleya gundê Xerabe meseleya tirkiyê bixwe ye.



01.05.2015 22:46 ~2015.05.02 22:38 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» meseleya gundê xerabe
» gundê ḥaḥê
» xerabetê xeco

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî