Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nabî - tirşik
nabî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. şairekê nijadkurdê bilind û bala yê edebiyata dîvanê ya şaristaniya osmaniyan. mirov dikare wî weke yaşar kemalê kevn jî binav bike. bila xalê nabî min bibore lê ez dibêjim qey yekem mînaka entekletuelê kurd yê ketiye psîkolojiya xwekêmdîtinê ye. meselokek meşhûr heye ku nîvîskar û akademisyenê tirk iskender pala jî di pirtûkek xwe de cih dabû vê yekê ku bi kurtasî wiha ye. :

rojekî nasekî nabî tê stenbolê mêvandariyê û jê re dibe qismet ku tevî nabî bê vexwendinê ji bo ziyafeteke padîşahê osmanî. roja ziyafetê gava di civatê de sêv îkram dikin, hevalnasê nabî hima radike sêvê û dibê qirç gezeke bêwijdanî lêdixe. hemû giregirên osmanî di hev de diqilqilên lê padîşah weke ku tiştek nebûbe vê yekê piştguh dike lewre wan çaxan divê te pêşî bigotana "devletle padişahım" û peyre jî divê te sêvê bikirina bêrîka xwe û te paşê bixwarana. piştî ku cıvat belav dıbe nabî hal û meselê ji mêvanê xwe re dibêje da ku careke din li hafa padîşah tişteke wilo neke û rojek ji rojên xwedê dîsa ji bo ziyafetek tên vexwendin lê vê carê loqim îkram dikin û vê carê hevalnasê nabî pêşî dibêje "devletle padişahim" û peyre jî dike bêrîka xwe lê vê carê jî giregirên osmanî di hev de diqilqilin û dikin uffinî puffinî mêvan bi xetaya xwe dihese lewre loqim pêre dihatin xwarin ew jî destê xwe davêje bêrîkê lê tev şîrqal û li hev ketiye û şal û şelwar û destên wî tev bûne toz û nabî xwe nagire vê malikê li hev tîne û saeta xwe nexweş dike. dibêje:



nâbî'yi nâbî yapan bir hüsn-ü nazâr,

urfa'nın kürd'ünde nezâket ne gezer?



yanî :

tişta ku nabî dike nabî xweşbîniyek

ma nezaket bi kurdê rihayê re heye?



02.05.2015 19:53 ~19:54 | ceso

2. ji wîkîpedyaya kurdî:

...

Nabî (z. 1642 − m.1712), yek ji sê şairên kurd yên mezin di şiêra dîwanê de ye.



Nebî şairekî naskirî û bi eslê xwe kurd e. Navê wî yê rastî Yûsif e û ji Ruhayê (Ûrfa) ye, di navbera salên 1642 û 1712an da jiyaye. Ew jî wek Nefî diçe Stenbolê û di hinek karan da wezîfe digre, lê piştî demekê ji wir diçe li Helebê bi cî dibe û beşekî mezin ji jiyana xwe li wir derbas dike. Ji bilî Dîwana Osmanî, du mesneviyên bi navê Hayriyye û Sûrname û gernameyeke wî ya bi navê Tûhfetu’l-Harameyn hene. Ev berhema dawîn behsa çûyîna wî ya Hîcazê dike.

...



02.05.2015 20:51 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nabî

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî