Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
avahad vahar - tirşik
avahad vahar
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê straneke di fîlma behmen qubadî - nîwemang de ye. stran ji aliyê hossein alizadeh ve tê gotin. straneke xwezayî ye, mirov ji van aleman dûr dike, dibe û dibe.



gotinên stranê yên orjînal min nedîtin lê kurmanciya wê heye:



Avahad Vahar



Va hat bihar, deştek rengîn

Dilê alem şad, dilê min xemgîn

Rengzeriya xezanê xeteya payîzê ye

Rengzeriya min ji duriya ezîz e.



Dipirsim çima ma xew de, ev çi xew e,

Ez di halê Mecnun de me şeydayê dilê min tuyî.

 



Ev gotin di vê lînkê de ne: Here lînkê



di fîlma nîwemang (nîvheyv) de:







timamiya stranê jî ev e:





03.05.2015 14:22 | xendekî

2. gotinên stranê:

Awa had wahar deştûkê rengîn

(va hat bihar deşt û ber xemiliye)

Dilî alem şad dilî min xemgîn

(dilê herkesî şad lê dilê min xemgîn)

Rengzerdiyî xezan xetay payîz e

(Çilmisîna deşt û beran xetaya payîzê ye)

Rengzerdiyî dilî min dûriyî azîz e

(Çilmisîna dilê min ji dûrbûna dilketî ye)

Persîm le çîmen ew gewra kî ye

(Min pirsî gulistanan ew gewra kî ye)

Fermûyî xalq? mecnûn şeydayî lê niye

(Xelqê got ho mecnûn ew hê dîn nebûye)

- ew peyva xelq min tam fehm nekir dibe min xelet jî nivisîbe lê yên din ev in-



05.05.2015 22:42 | ceso

3. Stran ji hêla jineke nepenî ve tê gotin. Têkaliya stranê û hossein alizadeh ez ne xelet bim di bara amadekirina mûzîkê de ye û jixwe hossein azerî ye û bi kûrdî nizane - dibe ku ez xelet bim jî- ew jina ku vê stranê dibêje ew jina ku di fîlm nîwemang de dilîze bixwe ye lê em li hêviya xwedêjêraziyekî ne ku ji me re agahiyan derbarê wê jina nepenî de binivîse.*



05.05.2015 22:52 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» avahad vahar

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî