Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
adonîs - tirşik
adonîs
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pexşannûs û helbestkarekî erebe, pêtir bi helbestê tê nasîn. navê wî elî ehmed seîd eşber e lê wek adonîs tê naskirin. di 1930an de li sûrî li gundekî lazkîyeyê hatiye dinyayê.



ev du risteyên wî yên li ser komkujiya enfalê, li rojhilata navîn, biratiya derew ya misilmantiya kurdan ya bi neteweyên din re aşkere dike;

"kurd tu carî nikarin qur’anê xitim bikim;

gava ku digîjin ayeta enfalê, radiwestin! "

adonis



06.05.2015 14:10 ~15:16 | mîrêhekarya

2. li gorî mîtolojîya yûnanî, evîndarê afrodîtê ye.



08.09.2015 00:07 | dijber

3. Gorî (bnr: mitolojîya yewnan) mirovê ku (bnr: afrodît) evîndar bûye.


Keçika şahê sûrî myrra,ji ber pereştîya ji afrodîtê re bi kêmanî dikir ji aliyê afrodîtê ve hatiye ceza kirin û daxwazê bavê ya kû qet wê pê nikaribe dide keçikê. Bi alîkarîya dadika xwe 7 roj û 7 şeva bi bavê xwe re şa dibe (gor hink çavkaniyan 40 roj û 40 şev e). Bavê wê şeva dawîn ferq dike ku eva pê şa bû ye keçika wê ye û dixwaze wê bikuje. Gunehê xwedaya bi halê keçikê tê û wê dikin (bnr: mord). Ji gewdeyê darê piştî 9 meha herî xweşikê fanîyan tê dinê.


Afrodît wê dibîne nabîne dil berdidiyê û ji bo ku wê biparêze dide (bnr: persephone). Persephone jî dil berdaye vê xortê delal û naxwaze wê şûnde bide. Di navbera du xudawenan de şer derdikeve. Zeus dikeve nava wan û biryar dide ku adonîs wê şeş meh li ba afrodîtê, şeş meh jî li ba persephonê bimîne. Adonîs wexta ku dikeve bin erdê havîn diqede zivistan destpê dike, wexta ku derdikeve ser erdê berekata axê zêde dibe û bihar destpê dike. Adonîs dema nêçîrîyê dike bi êrîşa berazekî jiyana xwe ji dest dide. Ji mirina wê afrodît ê ji xwe re par derxist û ji zeûs xwest ku wê dîsa bîne.


Ji ber vê bûyerê afrodîtê xwe gelek xemgîn kiriye. Ewqas ku hêdî hêdî xweşikahîya xwe jî wenda dikir. Piştî vê xweda li (bnr: çiyayê olîmpos) ê kom dibin û dîsa can didin adonîs. Dema ku can tê adonîs hewa germ bûye, kulilka vekiriye. Ji ber vê adonîs nûnerê bihara xweşik û bi kulîlk e.



14.02.2020 13:02 | rizgarm

4. Navê wî yê rast Elî Ehmed Seîd Eşber e di sala 1930an da li Sûrîyê hatîye dinê. Heta 14 salîya xwe li wir jîyaye û piştra 3 salan li bajarê Tartûsê di dibistaneke fransî da xwendiye. Di 1950an da çû zanîngeha Şamê li vê derê helbestên Baudelaire û Rilke nas kir. 1954an da lîsansa Felsefê û wêjeyê girt. Di 1960an da derbasê netewa Lubnanê bû. Piştê şerên di nava Beyrûtê da derbasê Parîsê bû li wir cih bû. Helbesteke wî ya bi navê ;

Mezmûnên Xwedayên Wenda

1
Ev cendek
Bayê sibehê hişyar kir
Zor dayê
Agir sar nebû û belav bû
Di cendekên zarokên bê dawî da.
Têk diçim di hundirê wan da di hundirê wan da qut dibim.
Kesên nas nakim nas dikim di hundirê wan da
Stargeha dilê min, Stargeha helbesta min, Stargeha temenê min.



20.12.2020 16:43 ~16:45 | xwebixwe

5. Xayîyê helbesta şev te vedişêre ye.
dema navê helbestvan adonîs dibîzim, ev helbesta tê bîra min paşê jî dengê ambûlansên şevê.

wek ku ambûlans te hildigirin ez bê hizûr im



20.12.2020 18:35 | bûtîmar

6. Li gor folklornas James George Frazer peyva Adonîs ji adon tê ku di zimanên semîtîk (fenîke, Îbranî) yên antîk de tê wateya Efendî, melîk, malîk ango xwedan û lord. ji du peyvikan pêk hatiye "a-" (xwe)¹ û "don" (karîn, bi soranî twan).

- xwedê/130294

- adonay/131009

- odin/131002

welhasilê kelam mebesta min ev e ku adon û xwedan ji heman fêhm û ferasetê derketiye.

têbînî: di peyvên kevnar yên mîna "azad" de "a" wek di wateya "xwe" de bicih bûye. "a" (xwe) û "zad" (jidayîkbûn, zayîn). Bi peyva xweza re tevlihev nekin. mantiqekê nêzîk tê de heye lê azad asîmanî û mirovî ye, xweza erdî û heywanî ye.



11.02.2021 21:15 ~23:28 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» adonîs

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî