Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
açı - tirşik
açı
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi îngîlîzî: angle

peyva tirkî ku wateya wê ya kurdî çi ye nizanim. di eslê xwe de ne ku nizanim çi ye, nizanim kîjan e. ji ber ku gelek alternatîfên cûda hene lê mixabin yek jî ne berbilav û standart e.



li gorî ferhenga termên matematîkê; kujî

li gorî ferhenga me ev alternatîf hene: qozî, qunc, gûç, qîraç, goşe hene.

di ferhenga endezyar.orgê de ji bo vê têgînê peyvên goşe û hoke tên bikaranîn.



06.05.2015 21:24 | simurg56

2. Eger hun ji min bipirsin: ne goşe ne qunc ne kûjî ne jî... Nabin. Haya me jê tune lê jixwe di kûrdî de peyveke eyan û beyan ji bo vê rewşê heye. ew jî "ber" e yanî berahî.( yanî perspektîf an jî bi tirkî açi) Herwekî:

- kuro bi te berê vî quncikê çend derece ye?

+ wele bavo berê wî heftê derece heye.

...

Ji sêgoşeya ku her berahiyek wê şêst derece be re dibêjin sêgoşeya hevqerax



06.05.2015 23:31 | ceso

3. kujî peyveke xweş e mirov dikare di kurmanciya standart de kujiyê bikar bîne, bi tirkî açı û köşe ji xwe eynî tişt in, tirkan çima rabûne ligel peyva köşe peyva açı çêkirine, aqilê min jê nagire, bi îngîlîzî jî di wateya kujî û quncik û qorziyê de dibêjin angel ji bo açiya tirkî..

tu eleqeya ber û berahiyê bi açı yanî kujî û qorziyê re nîne..

kujî ew mesafeya radyal e ku dema du kenar li cihekî digihêjin hev an hevdu dibirrin peyda dibe..



07.05.2015 00:52 | endazer

4. mijara ku bi tirkî hatiye vekirin ji ber ku jixwe tişta tê xwestin werger e. min jî pêşin got ez mijara îngîlîzî vekim lê hat bîra min ku dema kesek were tirşikê û bixwaze kurdiya vê têgehê hîn bibe, wê pêşîn li mijara tirkiya wê binêre.

ne nîşaneya tu tiştek din e.



07.05.2015 10:40 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» açı

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî