Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
elegez - tirşik
elegez
(21) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. Gunde bi nave Elegez li Ermenîstan e. tê gotin navê çiyayekî li wê heremê jî ye. Navendeka çandîye ji bo kurdan. Sala 1937 li wir Şanoyek hatiye afirandin.

Straneka Koma Wetan bi nave Elegez heye. *



26.07.2013 05:32 | babedyo

3. strana koma wetan e ku ji aliyê koma rewşen ve jî hatiye gotin.



26.07.2013 10:37 | simurg56

4. (bnr: heta tu bibî ez ez dê bibim elegez)



26.07.2013 10:59 | bazirgan

5.





29.07.2013 03:10 | filankes

6. nivîskarek ji nav nivîskarên tirşikê ye.. xudanê/a pênivîs û perspektîvek objektîv e.. zimanek xweş û sivik û rewanbêj û herikbar bikar tîne di nivîsên xwe de.. hêviya me jê û ji xwudê ew e ku di tirşikê de berdewam be û binivîse û hey binivîse heta hetayê binivîse..



02.09.2013 19:40 | endazer

7. admîna nû ya tirşikê.. û herwiha yekemîn admîna jin ya tirşikê.. em wek konseya rêveber ya tirşikê ji bo karê nû yê ku pê ve rabûye pîroz dikin û hêviya serkeftin û berdewamiyê jê dikin.. û wek diyarî ji hanî xanimê strana masî xanimê jê re dikin perû û diyarî..



03.09.2013 15:29 | endazer

8. (bnr: obsesiyona paralîmpÎk)



15.09.2013 15:00 | endazer

9. sala 1926 an de fîlma yekemîn ya kurdî zarê li vir hatiye kişandin..



15.09.2013 19:50 | botan

10. berê navenda rewşenbîrên kurd bû, lê îro hatiye ji bîr kirin û her wiha şopên pêşêrojê di nav gund de nemaye.



29.09.2013 23:12 | sîsîfos

11. Navê çiyayekî ye ku tirk jê re dibêjin "alagöz" û îngîliz jî dibêjin "Aragats". zargotina kurdî de navê vê çiyayê delal pirr derbas dibe.



30.09.2013 01:39 | serhednişîn

12. wêneyê milê xwe û pora xwe ya gul-gewez xistiye di profîla xwe ya tirşikê de.. yanî kawayê nemir li ser rêya xwe ya li kuçe û kolanên amedê lê rast were jî wê nekare nas bike.. wêne jî tê bêjî qey bi mekîna hesaban hatiye kişandin.. pîkselên wêneyî tên hejmartin.. asoxîn; yetmez ama evet!



06.10.2013 01:53 | endazer

14. yek ji niviskarên tirşikê ku ez diecibînim. ji xwe ku min yek eciband divê hûn bizanin başe, ez van roja pîvanê başiyê me sibe du sibe îhtîmale bibim pisporê rewşa hewayê, heqqet ew keştî çima her tim naşxwele.



12.10.2013 22:28 | tivirloismail

15. Mêrg û geliyên elegezê girtin dûman,

Niza’m ji çi re gelo bihar bû zivistan.

-Fêrîkê Usiv



20.10.2013 09:38 | cinorek

16. Nivîskara cirrxweş û meşrebfire û xweşbêj û xwediyê nivîsên tirş û şêrîn*e. Axaftina wê pirî nêzê min e ku tu ê bêjî qey ji gundê me ye.



29.10.2013 01:12 | ceso

17. gundekî kurdistana sor a berê ye, gelek nivîskarên me ji vî gundî derketin



29.10.2013 10:09 | elomelo

18. Nivîskara ku du hefteye deng jê dernayê.



19.11.2013 00:32 | ceso

19. bâye aliyen ermenistanê tê... bazidê axte bâ aliyen ermenîstanêda dûhat, dûgotnê eva bâye elegezê ye...



19.11.2013 01:17 | sîyabend

20. wisa dixweye ku piştî çûyîna min ewê jî xwe li çol û beyarên realîteyê qelibandiye.. ji şivanok, ji cinê lembê stranekî jê re dikin diyarî û berdêlî.. (bnr: bêjinê bila bê)..



19.11.2013 20:53 | endazer

21. çîyayê li hemberî agirîyê ye. li gorî efsaneyeke kevn, elegez û agirî herdem bi hev re çavnebarî kirine û bi hev re nifirê giran gotine.



elegez ji bo agirî wiha gotîye: mij û dûman qet li ser te kêm nebe.

agirî jî ji bo elegaz wiha gotîye: mişk û mar qet li ser te kêm nebe.



bi rastî jî nifirên herdu tev pêk hatîye. li ser agirî mij û duman get kêm nabe. li ser elegez jî mişk û mar wek welat bi cîh bûne.



03.12.2013 12:13 | nazim tolhildan

22. nivîskarek ziman-tûj e. carina wenda dibe, lê gava vedigere, tê û bi herkesî re dikeve nav nîqaşên li ser 1-2 mijarên diyar, de.

henek menek, xweş dinivîse. li hemberî êrîşên, xwe dîsa bi êrîşan diparêze.

(bnr: parastina herî baş êrîş e)



29.12.2013 13:53 | simurg56

23. ji mûzîKê fêm nake rock mûzîka kurdî/22532

ji rock mûzîkê qet fêm nake. ger fêm bikiribûya di derbarê harun atamanê koma rewşenê de bi vî awayî nediaxivî.

te kîjan strana harun neeciband ? te çi ji cilên wî ên çerm e ? a te tune ye tu lewma wisa lavzan diavêjî ?

henek li aliyekê, gelek rexneyên neheqî û ne di cî de kiriye, di derbarê harun ataman û jan axîn de.

bila haj xwe hebe, em hemû leşkerê harun ataman in *



02.01.2014 11:50 | brusk56

24. Nivîskara ku çû û çû û çû nema hat...



26.01.2014 16:49 | ceso


26. nivîskara ku ditirsim tiştek lê hatibe.

yanê hey nexwe bawer nakim ku ev qas ji tirşikê dûr ketibe. teqez tiştek lê hatiye *

ger tiştek lê nehatibe, piştî vê peyamê bawer im wê bê û rewşa xwe rave bike *

qene carek têkeve, ew jî bes e, em ê têketina dawî binêrin û bizanin hê dijî ..



28.01.2014 01:10 | brusk56

27. li kÛçe û kolanên amedê bi pey şopa kÛtûka nivîskarên kurd ketiye.. sê cara navê johny deep hildin dê derkeve..



28.01.2014 01:22 | endazer

28. bangggg banggggg bangggg !

nivîskarA ku aniha girêdayî ye ..

(bnr: ka tu derbasê aliyê din bibe)



06.02.2014 00:39 | brusk56

29. çeman

ji kerban

perîkên avên xwe rûçikandin

tu nehatî

dilketî xurifîn

tu nehatî

dest avêtin namûsa hechecîkan

tu cardin nehatî

hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin

tu dîsa nehatî

ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? ...

ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? ...

hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu

axx bê! ...

şev û roj li min hatine xezebê

de haaa! ... tu li ku ma?



06.02.2014 01:57 | ferhenga şikestî

30. nivîskarê ku nehatiye civîna yekemîn a tirşikê a dîrokî a ku peyama serok apo lê hat xwendin e .

sed heyf û nizanim çend mixabin *



23.03.2014 00:12 | brusk56

31. nivîskara ku wextekî li van deran peyam peyama wê bû lê zûde ye naxuye. wisa difikirim ku ji bo ku parastina xwe bi kurdî bike û kurdiya xwe pêşve bibe hate ket nava beroşa tirşikê û piştî ku êdî li dadgehê got " savunmamı kürtçe yapmak istiyorum" dev ji me berda û çû.



07.07.2014 21:49 | ceso

32. bi çend peyamekî Îro li tirşikê vegeriyaye..

nizanim ne bêhna xelatan kiriye ne bêriya me kiriye..



10.09.2014 21:03 | endazer

34. ya ku vegeriyaye. bi xêr hatiye dîsa.



13.09.2014 00:02 | brusk56

35. nivîskara ku piştî ku bihîst em di derbarê wê de tiştên nebaş dibêjin û gilî û gazincan jê dikin, îro hatiye*



08.11.2014 23:11 | ferhenga şikestî

36. elegez elegez mîna buka gul gevez..



10.01.2015 12:36 | tirşikçi

37. nivîskara wêneyê profîla wê ecêb e. meriv nizane wê werr kiriye an kêmasiya tirşikê ye *



06.02.2015 00:54 | berxweda

38. efsane û nivîskara ku vê sibê bi peyamek weke sedeqe* vegeriya ye. daxwaz dikim ku hinekî din destvekirî be û binivîse*



25.03.2015 09:38 ~10:02 | ceso

39. Straneka koma wetanêye.



25.03.2015 15:11 | hemokrates

40. yekemîn û tekane nivîskarê jin e ku ketiye lîsteya nivîskarên herî jêhatî: Here lînkê



28.03.2015 09:06 ~09:12 | simurg56

41. navê straneke xweş ya koma wetan e



28.03.2015 10:23 | bijêrvan

43. nivîskara ku ji psîkolojiya bindestî û rezîl ê rizgar bûy e. zewaca kurd û danişan/65012



11.04.2015 00:04 | vêca çiyeeee

44. Nivîskara ku şîroveyên wê wekî baya ji çiyayê elegezê tê hûnik in.





Ji ber ku min dijûn li dijunkerê xwe kirî hindik maye ku vereşê.ez ji ber vê yekê leborîna xwe jê dixwazim. Lê bi rastî tiştek ne destê min de bû. Min li ser hev çend mijar dîtin ku tim li dijî pkk rasterast dijûn bûn.



Tirşik net an jî derekî din ên kurdan nikare bibe navenda dijmintiya pkk. Pêwîst bû moderator vê bîne ber çavê xwe ku piraniya kurdên cîhanê pkkyî ne û dema heqaret lê hat kirin bi lezgînî wê mijar an jî peyamê ji holê rake.



Em wekî endamên tirşikê enceq dikarin bi rêya rexneyan hemberê van mijaran derkevin tiştek din ji destê me nayê. Û bila bê zanîn ku heqaret bêbersîv namînin. Min hemberê rexneyê rexne kir lê bersîva rexneya min bû dijûn. Eger dijûn li vir normal be bila tu kes aciz nebe min dît ku ew kesên li vir pir nivîsandîn bêşerm hucumê dikin. Ez ne ew kes im ku dijuna li gelê min an jî min hatî kirin bêcewab bihêlim. Ew dijunên îro min kirîn di heyata xwe de binhişên min re jî derbas nebibûn! Lê wî dijunkerê heram mêjiyê min hemberê xwe şixuland û ew çêr peyda bûn.



xwezî nemirovan em mecbûrê djûnan nekiribûna lê mecbûr dikin. ez dîsa ji vê nivîskara hêja lêborîn dixwazim. lê bi tenê lêborîna min ev der bi aram nabe pêwîst e dijûnkerên esas dev ji şêwaza xwe ya tje heqaret berdin.



16.04.2015 02:09 ~2015.04.21 17:27 | mele ehmedê nalbendî

45. gundê li pêncem parçeyê kurdistanê ye. her ku ew der tê bîra min dîsa fahm dikim ku kurdistan ne çar parçe ye..



03.05.2015 21:58 ~22:25 | berxweda

46. nivîskareke jîr e, û ger ku serê we ket belayê, tavilê zengila deriyê wê bidin*



03.05.2015 22:24 | ferhenga şikestî

47. nivîskareka kemne dîsa bixêr hatîye.



17.06.2015 23:53 | shorbevan

48. bi nê nameyî de, stranêke koma wetan esta. ez na strane ci rê erşawena. wa xo rê goşdarî bikero. *







18.06.2015 00:00 | endazyar

49. Spas hevalîno hûn her hebin



18.06.2015 00:57 | hogir elegez

50. Kekê elegez ez lêborîna xwe ji te dixwazim

Min çewt fêmkir ji ber wê min peyama yekemîn şand *



18.06.2015 18:43 | hogir elegez

51. nivîskara tirşikê ye û ji nivîskarekî êzîdî re gotiye: "nivîskarê ku gotina 'ha elegez' wek silav dayinê dihesibîne ye. lê em 'kurd' van hîtaban ancax li dewarên xwe dikin" (binêre: hola êzîda/71642 )

yanî ew êzîdiyan wek dewaran dibînine, û kurdan jî di warê çanda civakî de ji asta dewartiyê bilindtir dibîne. divê jê re bê gotin: êzîdî bi gundîtiya xwe serbilind in û tiştekî normal û rewa dibînin. eger meriv bibe professor jî gerek meriv bi bîr neke meriv ji ku hatiye.



di vê çarçoveyê de peyama wê keçikên alman ên porzer, çavşîn û çermesmeriya tava havînê/71161 jî pir balkêşe.



08.07.2015 14:37 ~14:38 | hola êzîda

52. nivîskara ku êzîdiyan wek deweran nabîne, gotina wê hatiye manîpulekirin, tu eleqeya gotina wê û encama vê tesbîtê tune ye

ango xwestiye bêje ku di gazîkirinê de divê piçek rêzdar be û bi ya min rast jî gotiye



08.07.2015 15:29 | ferhenga şikestî

53. Nivîskara peyama wê bi ya min jî hatiye manîpulekirin e. Bila kes vê yekê weke dijminatiya êzîdiyan nîşan nede, ev ji bo şexsekê hatiye gotin ne ji komekê re.

Nîşe: min qet li vir, li tirşikê, tu dijminatiyekê li dijî êzîdiyan nedîtiye û mafê tu kesî tuneye ku weke ku dijminatiyek hebe bide xuyakirin.



08.07.2015 17:45 | azadixwaz

55. him nivîskare him jî moderatore jimin gotin.



08.07.2015 21:00 | shorbevan

56. Nivîskara ku bi gotina "em kurd ... bi dewaran ..." otomatik pê re dibêje "yen ne-kurd, anku tu wek êzîdî .... bi mirovan diştexile çawa em kurd bi dewarên xwe diştexilin"

ev ji binhişiya wê tê û dibe ku ji ber vê jî bêbîr diyar kiriye. Lewma em wê tawanbar nakin. Em wan kesan tawanbar dikin, yên bi serhişî û bi bîr dibêjin "şeytanperest".

Em bi vê nivîskara xwe serbilindin, û hêvî dikin ku ew bi zimanê xwe ê jîr tirşik zengîntir bike. Lê bila gundîtiya me neke qusûr.



08.07.2015 22:15 | hola êzîda

57. Di binê peyamekî xwe de edît û nedît nivîsandiye. Ez ji kena zikopişto bûm. Te ez kenandin bila xwedê jî te bikenîne*



10.07.2015 20:39 | brusk56

58. (bnr: espîrîkirin lînknedan)



10.07.2015 23:02 | ferhenga şikestî

59. Elegez weki buka gul gewez.

hemû çîçek gul û fêzin

kanîyen zelal dikşên bi hêzin...



11.07.2015 00:43 | hesen bira

61. navekê geleeeek xweş e. bi taybetî ji bo navê jinan ne keçikên piçûk.

-elegeeez!

-wa elegezê!

-elegezxan.

-elegeza dila?

-elegezokê!



11.07.2015 03:02 ~03:05 | xendekî

62. nivîskara ku demekê dev ji cixareyê berdabû û ji bo min bûbû şanê hêviyê lê dîsa dest bi cixareyê kiriye lewma mi go de şikestî wa ye evê xanimê jî dest pê kir terikandinê qet neceribîne careke dî..*



17.07.2015 10:07 ~10:11 | ferhenga şikestî

65. (bnr: keçika ku ofsaytê zane)



30.10.2015 02:33 | ceso

66. (bnr: keçik û tirşik)

(bnr: mêşina nav dewara)

nivîskara ku tekên wê tunene ez bawerim ji wê pêştir tu keçikên kurd yên pêşketî tunene.. çewa dibe? qey wisa rihete meriv tirşikê kifşbike û were lê binivîsîne. format hîn bike ez bawerim di pey elegezre hetanî sed sala ewê keçikên kurd neyên tirşikê nizanim xwedê çewa wê şaşkirîye berê wê daye mala hirhop û zirzopa.

kesa ku li hemberî wê divê tirşikvan di çarçoveya edeb û terbîyeyêda bimînin.. nivîskara dibe ku elegezo be jî çê dibêjin dibe dibe.



30.10.2015 16:57 | shorbevan

67. serê wê jî sax be, xemgîn im loma nikaribim xwe rabigirim û jê re peyam bişînim...



29.11.2015 16:21 | ferhenga şikestî

68. nivîskara pîştî demek dirêj dîsa hatîye li tirşikê dinivîsîne û xwe ji xwedê dike dibêje kesli min napirse bixêr hatîye..



di vê peyamêde dikare lêpirsîna ku lê bûye bibîne: îtîrafên tirşikvanan/82572



03.01.2016 01:38 | shorbevan

69. Bixêr hatiye tirşikê. Lê sankî hîç dûr neketibî ji tirşikê.. Her li vir bî.. Yanî ez her dibînim. Instangram tvitter filan bêvan *



03.01.2016 06:17 | kevçiyê dil

70. nivîskara ez vê peyama wê 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê/88125 gotinên di derbarê shorbevande gotiye ez wekî îltifat dibînim.. û li sosyeteyan heqaret kiriye.. ferhenga şikestî resmê wê di hişê minde nivîsand, jixwe min zanibû keftorîye lê ne hewqas jî, qala xwe û civîna kiriye kesê nizanibe ewê bibêjin horîya cinetêye kî pêra here civîna kes pêra naçe cinetê inca herin civînan tew! * baroya farqînê jî te qebûl nake *



(bnr: henek)

(bnr: silav)

(bnr: hurmet)









19.04.2016 01:58 | shorbevan

71. yeka xweşsohbet e, bedew û levhatî ye, kurmanciya wê jî gelek xweş e, ji bo fikrên wê yên siyasî nikarim tişteke baş bêjim *, ji ber ku yeka mînyon e temenê wê zêde lê xwuya nake. *

hêj gelek tişt hene, lê ji bo ser xwe ve neçe, nabêjim :P



22.07.2016 22:39 | endazer

72. Kî derheqê vê xanima bedew, nazik û nazenîn de gotinên neçê bike kor dibe kerr dibe lal dibe*

Bi qasî ku têt zanîn di daweta ferhengekî şikestî de serkêşa govendê ye, yanî xêr û guneh di stûyê sîxuran de*



22.07.2016 23:54 | ferhenga şikestî

74. nivîskara ku ez bawer im hemû peyamên xwe jê birine.
herî dawîn di 23-07-2017ê de têketinê kiriye.
çima tiştek wisa kiriye nizanim.



13.08.2017 23:17 | simurg56

75. dibêjin wekê çend nivîskarên berê ewê jî hemû peyamên xwe jê birine.
yên xelkê dikevin depresyonê neynûkên xwe dixwin, porê xwe kurr dikin, yên me jî tên peyamên xwe yên tirşikê jê dibin.
ez di şûna simurg56 de bim ez ê hemû peyamên wê û yên nivîskarên din ên peyamên xwe jê birine vegerînim. bila ew bi saetan xwe biwestînin jê bibin, simurg56 di deqeyekî de hemûyan vegerÎne wekê cezayê sîsîfos. ;)



19.08.2017 22:54 | endazer

76. Li tirşikê Zendên xwe daye ber cilêtan, peyamên xwe tev biriye.

Berê Reklamekî Tirkî ya gilette hebû, slogana xwe de digot "jilet iyi görünmektir" yanî "cilêt meriv rind nîşan dide"

meriv carna dixwaze di jiyana xwe de rûpelekî nû weke û dixwaze rûpelên berê ya qeydkirî ji ortê rake ku resmê xwe de ti qisûr neyî dîtin.

Belkî mesele ev e, belkî seba hêrsa tiştekî din. axirî em nizanin...



06.01.2018 04:11 ~04:29 | mîr

78. herwiha navê gîhayekî ye.
dikeve nava keledoşê.



22.10.2018 13:45 | bûtîmar

79. yek ji efsaneyên berê yên tirsik.netê ye. û wer xuyaye ku hemî peyamên xwe jê biriye. gelo çawa bi xwe re ditiye ku hemî peyamên xwe yeko yeko jê bibe hê jî meraq dikim.
(bnr: kul û derdên tirşiknûsan)



01.12.2019 02:21 | ceso

80. (bnr: )rizgar elegez.



01.12.2019 09:37 | yusiv hemed

81. nivîskara ku ji bîr kiriye vê peyama xwe ergatîvîte/87330 jê bibe. wexta rastê vê peyama wê ya jênebirî hatim ji kêfan kelegirî bûm*



06.12.2019 03:04 | ceso

82. Nivîskarek jêhatî û resen bû.çpna wê hê jî kul e di dilê min de. Ji wê jî xerabtir, jêbirina hemû peyamên xwe.. ya rast hemû jî li cem me tomarkirî ne ;) lê bêyî destûra wê em nikarin biweşînim.
Xwezî vegeriya û me jî peyamên wê vegeranda.



06.12.2019 18:56 | simurg56

83. ji tirşikê yek ji kesên min ew dişopandin yek jê elegez bû; carekî de lê da û çû. li dû xwe peyamên xwe jî birin û çû; xwezî dîsa wek li jor jî hatî gotin vegeriyaba û peyamên wê paşve hatiban anîn.



07.12.2019 09:38 | xendekî

84. nivîskara bi jêbirina peyamên xwe min ecêbmayî hiştî. her roj di kevin mijarên balkêş de rastî xwelîya peyamên barkirî têm. ji peyamên derbarê wê hatî nivîsîn têdigihim ku nivîskarek hêja bû. xwezî nifşên nû ji peyamên xwe bêpar nehiştvan.



06.04.2020 12:23 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» elegez

Kategoriyên mijarê:: tirsik cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî