Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
baqî xido - tirşik
baqî xido
(1) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Dengbêjê nemir Baqi Xido ji Kobanê ye. Li der dorê Kobanê pir navdar e. Di klamên xwe de gelek qale evînîye dike. Niha li Kobanê bi navê "Navçeya Çand û Hûnere Baqi Xido" sazîyek heye.



26.07.2013 11:21 | kurdmisê

2. baqi xido: stranan dewreşe evdi gellek baş dıxwune,





10.08.2013 16:00 | bejanpirsus

3. dengbêjê tixub nenas, behra hestan de ajneber, bi serêxwe senfonî û çirokbêj. mixabin derheqê dengbêjê nemir heta îro lêkolîn û xebatek berfireh nehatîye çêkirin.

bi wî dengê xwe yî nerm û kelogirî mirov a dixe bin tesîra xwe û demek dirêj di mejî de olan dide . ji ber Di warek parparkirî û wêran da hatîye dinyê , stranên wî û dengê wî mîna teyrek bask birîndar e.



08.09.2013 22:21 | felat

4. Baqî Xido di sala 1920an de li bajarê Kobaniyê ji dayîk bû ye. Wî di sala 1995an de ji ber sedemên nexweşiyê dest ji dengbêjiyê berda. Jiyana Baqî Xido di nav feqîrî û belengaziyê de derbas bû ye.

Di dengbêjiya wî de rola mihemedê dûman (jêre li Kemanê dida) û mihemed gulî (li tembûrê dida) gelekî mezin e.Di jiyana Baqî Xido de, ku hema hema bi sedan kasetên wî hene.

Ew bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Lo Dilo û gelekên din navdar e.



08.09.2013 22:41 | endazer

5. dengbêjê ku distire û dibêje;



''Were lawo lawo delal

Anê nemayê ezî nisaxim delalîyo bi dûre wî tadigirim, mehrûm anê nemayê ezî nisaxim delalîyo bi dûra wî tadigirim.



Anê nemayê roj ji rojê xerab tirin, anê nemayê nikanime Kil û Eynikê delal ji min re dikirê rojê şahîyan û defan bi xwe ra rakim û hilgirim.



Anê nemayê ger ku xeber dar xeberê bi min din, bêjin delal hatîye gunde, seba xatirê delêl, dikanim bi hemal bim û gundê Mizarê tev rakim û hilgirim..''



11.09.2013 01:48 | endazer

6. kilameka vî dengbêjê mezin ya bi navê hey lo dilo heye, min îro ev stran ji dengê keçikeke ciwan a ji rojavayê kurdistanê guhdarî kir, navê keçikê nizanim lê bereketa xwudê li ser dengê wê be, bi rastî jî dihelîne..



14.02.2014 02:41 | endazer

7. shahînê bekirê soreklî, di bernameya xwe ya vê heftiyê ya li ser sbs radio-yê de behsa jînenîgariya vî dengbêjê mezin, ligel pêşkêşkariya çend nimûneyekî ji hunera wî, kiriye..

jînenîgarî+beşek ji destana memê alan+beşek ji destana derwêşê evdî: http://goo.gl/YsEMdx



22.02.2014 04:06 | endazer

8. dengbêjê nemir baqî xido di sala 1920 anda li rojava yê kurdîstanê bajarê kobanî yê ji dayik bû ye. di sala 2009 anda jî çû li ser dilovanî ye xwe. yezdanê dilovan cihê wî bike bihûşt...wek her zarokên gelê berazan da di zarokîya min da jî cihekî giring girt û roleke mezin list. di mala me de hemî qasetî wî hebûn û kilamên wî jî hemî bavê min jî ji me ra digot. bavê min him bi stran digot him jî çiroka stranan ji me ra digot. qehramanê stran û çirokî wî da, bûn qehramanê jiyanê min a zarokî û xortanî yê. dema stran û çirokî wî guhdar dikirin diketim heyala û di heyalê xwe da ez geh dibûm dewrêşê evdî li hamber tirkan û gêsan şer dikir, geh dibûm ewnî beg ji bo gelê bindestan çek ra dikir... stranên xwe yî herî bi nav û deng: dewrêşê evdî, delal, xalo, ewnî beg û dilo ye. lê di zarokî û pirr jî xortanî ya min da a herî kêfa min jê dihat strana "dilo" bû. gotinê vê stranê zehf xweşin. di kereme xwe va çend gotinê strana dilo bixwînin:

dilo

hey lo dilo, way lo dilo

neçaro dilo, xwînîyo dilo

hey lo dilo, way lo dilo

bê aro dilo, arsizo dilo

te serê min da nehîştî ne hişo ne aqilo

hey lo dilo tu delalî

lo dilo tu delalî

tu çira ro digrî, lo dilo şev dinalî

ma ne bese ji te ra dilo

te ez xistim vî halî

ê lo dilo malxerabo

tu çîya ne mezintirî dilo

lo dilo tu çira xwe çîyan mezintir dikî dilo

tu biçûkî dilo...



stranê jî li ser vê linkê guhdarkin:



23.02.2014 12:34 | kurdoyevskî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» baqî xido

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî