Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
zarokên di kurdiyê de pêşketî - tirşik
zarokên di kurdiyê de pêşketî

Navê mijarê ya ewil ev bû:zarokên di kurdî de pêşketî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Zarokên hêviya çand û ziman in. Zimanê Kurdî li gorî rêziman serkeftî dixwînin û dinivîsinin.



Yek ji van zarokan beriya 4 rojan li berwariya nameyeke ku bi xwe ji gelê kurd re nivîsandiye û gava namzetê hdp yên sêrtê çûyîn ji bo vekirina buroya hilbijartinê berwariya(xisxêr) ew name bi şêwazeke xweş, bi zimaneke herikbar xwend...



axaftina wê ev bû vîdeoya wê jî jêr e:



“Gelê hêja gelê mey ê bi rûmet hûn hemû bi xêr hatin ser seran ser çavan hatin.



Hûn hemû dizanin hilbijartina 7ê hezîranê ji boy gelê kurd gelekê girîng e, ji boy hebona gelê kurd, tirk û ereb, ne tenê ji boy gelê kurd e. Em dibêjin biratî, AKP qebûl nake. Em dibêjin wekhevî ew qebûl nakin. Em dibêjin însanetî AKP qebûl nake. Emê 7ê hezîranê pişta bendavê bişkînin tê tu qebûl bikî û bê hemdê xwe gelê hêja xebatê xwe ber bi bidomînin şev û roj nesekînin bixebitin. Roja 7ê hezîranê dengê xwe xwedî derkevin, sandoqên xwe xwedî derkevin.



Gelê hêja, Berwariyên delal ez bang li we hemûyan dikim. Roja 7ê hezîranê hemû kes bila pisiko kitikên xwe girê bidin da ku nekevin tirafoyê ceyranê qot neke, dengê me nedize. Ev çawa pisik dikeve tirafoyê? Ev pisika du ling e. AKP bi xwe ye û dikeve tirafuyê ceyranê qot dike da ku dengê bidize. Ez ecêb nabînim, hûn hemû dizanin dizî paşnavê AKPê ye. Dizî her tim navê te be, paşnavê te be û serdara AKPê be, qudiya, pêlava te be jehr û ziqim be.



Gelê hêja mêvanên delal emê sadê çardeh dengan bistînin. Wê dengê me mîlyonek jî bê dizîn emê dîsa sedê yazdeh û dazdeh bimînin. Mizgînî Didim gelê kurd, ya serkevtin ya serkevtin xatirê we.”





http://www.dailymotion.com/video/x2poth5



(te dît ku vîdeoyên dailymotionê li vir jixwe de venabin fermo Here lînkê



10.05.2015 15:58 ~16:00 | hêja hûner

2. di dawiyê de: (bnr: nûçeyek baş ji sêrtê)

henek li aliyekê xwezî êdî di newrozan de nameya ocalan ji aliyê vê keçikê ve bihata xwendin.



10.05.2015 16:26 | simurg56

3. (bnr: pervin buldanê ev neeciband) *

her çendî ji kaxeza li ber xwe bixwîne jî ji xwendina wê diyare ku ji berê de dizane bi kurdî bixwîne û binivîse, ev cihê kêfxweşiyê ye, zimanê axaftinê jî zimaneke sade û sivik e, xelkê ji rêzê jî bi hêsanî dikare jê fêhm bike, ev jî cihê kêfxweşiyê ye lê argûmanên di axaftinê de zêde ''banal'' in..

pisîng û trafo û dizî, heçî nizanibe wê bêje qey hdp bûye partiyeka sîstemê/tirkiyeyê? *



10.05.2015 16:43 | endazer

4. gultan qişanak aysel tuğluk ahmet türk henek henek (bnr: ez) bist û sê salî me hê weka zarûka li xwe dikim o gelkî pêşketîme lê xema nexwun û reşşik nedin ezê wejî pêş bixînim.



10.05.2015 19:02 ~19:05 | shorbevan

5. Welê, ez 17 salî me û ez difikirim ku ez hîn zarok im. * Bi rastî, ez ne pir pêşketîme, lê ez hewl didim ku pêşde herim *



10.04.2023 17:19 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokên di kurdiyê de pêşketî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî