Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nusret fatîh elî xan - tirşik
nusret fatîh elî xan
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. strabêj û mûzîsyeneke pakî ye, wekê the voice of god (dengê xwudê) jî tê zanîn di nav otorîteyên mûzîkê de, 48ê li pakîstanê xwudê daye û 97ê li londona serbajarê îngîlîstanê çûye ser rehma xwudê, bêtir qewalî gotin, qewalî ji bo wan qewl û qesîdeyan tê gotin ku bo muhemed pêxember û al û eshabê wî tên gotin, mûzîsyenê îngÎlîz peter gabriel çawa guhdarî dengê wî dike dibe heyranê dengê wî, xêra wî nusret fatih elî xan li ewropa û amerîkayê jî tê naskirin, koma bi navê massive attack strana wî ya bi navê mustt mustt remÎks dike û ev remîks bi carekî meşhûr dibe li gelek klûb û holên şevê yên li ewropayê li ser hev tê lêdan.. performansa zindî ya nusret fatîh elî xan gelekî ji albûmên wî çêtir e, çend stranên wî hene wek elÎ mowla elî mowla elî dem dem hingî dirêj in di hinek konsertên xwe de carina saetekî sax bes stranekî dibêje..



11.05.2015 01:49 | endazer

2. Nusrat fateh ali khan"Dam mast Qalandar"Massive attack mix

(di playlîsta min de versiyoneke din ya vê remîksê heye, ku rîtm û tempoya wê deh qetî ji vê zêdetir e, mixabin ez geriyam lê bi ser wê versiyonê ve nebûm)

Nusrat Fateh Ali Khan - Dam Mast Qalandar Mast Mast



Nusrat Fateh Ali Khan Qawwal - Haq Ali Ali Maula Ali Ali

(stran nêzikî 40 deqîqe ye)



11.05.2015 01:58 | endazer

3. Nexwe ew strana ku ji hêla koma tinariwen ve hatiye strîn jî ya wî ye





11.05.2015 09:55 ~09:55 | ceso

4. (bnr: sanson ki mala pe simroon main)



30.11.2015 05:15 | xwedaparêz

5. li cihekî min xwendibu ji bo fateh elî digot kû dengê wî dikare mirîyan ji gore derxe. dema ez li zanîngehê xwendinkar bûm, min pir wî guhdar dikir.niha min navê wi nav sernavan dit ew rojen xweş hatin bira min. ez xelet nizanibim, pişte wi, birazîye wi reberîya koma wan dike.performansên wî yên zindî -bi ew dengê bêmînak- meriv derdixe rewîtîyekî ber bi rojhîlata efsûnî.





01.12.2015 00:55 | nemeczek

6. weyy ev çî yee ez tirsîyam ew dengekî çi xeribe û çi xweş eee

(bnr: deqeya 07:30-08:45)

(bnr: deqeya 12:20-13:00) meriv pêşîyê ditirsîne û paşê nişkîva muzîk weldigere û kêfek, çoşek tê merifa.. hestên min tevlihev bun *





19.04.2016 00:56 | bûtîmar

7. yek ji kilamên pîroz e: nusret fatîh elî xan & homayoun shajarian - sholevar


sholevar شعله‌ور (biheraret)

ez bêhude li kuçe û bazaran nagerim

ez bêhude li kuçe û bazaran nagerim

ez tehma eşqê dizanim ta ku bigihêjim wesletê diçim û têm

ey Xweda bibexşîne min, perîşan - perîşan digerim

xetakar im, gunehkar im, bi giriyan digerim

şeraba şewqê dixwim li dor yarena xwe digerim

gotinên serxweşan dikim bes hişyar digerim

geh dikenim geh digirîm geh dikevim geh radibim

xulamê şemsê tebrîzî me, mîna qelenderan digerim



11.01.2021 02:47 ~2021.06.17 17:11 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nusret fatîh elî xan
» fatîhe
» elîps
» xanî baba

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî