Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
yılmaz güney - tirşik
yılmaz güney
(47) (10) (5)
di mijarê de bigere

17. Xwediyê van gotinan e :



Hevalno êş û tade , zilm û belengazî , xwîn û girî ne qedera gelê Kurd e. Em vê qederê red dikin. Em vê qederê qebûl nakin. Em naxwazin zarokên welatekî bindest bin ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin. Em dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yê Kurdan. Em dixwazin bibin zarokên Kurdistanê. Em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe stranên evînî û azadiyê bibêjin. Em dixwazin cîhana xwe û axa xwe bi destên xwe bistirên û ji nû ve ava bikin. Û em dixwazin li ser axa xwe li bin alaya xwe serbixwe û azad bijîn. "





25.08.2016 21:57 | biaqila malê

18.



25.08.2016 22:01 | biaqila malê

19. gotinek wî wiha xweş heye; dost ve düşman herkes bilsin ki kazanacağız, mutlaka kazanacağız

"bira dost û dijmin herkes bizanibe emê biserkebin, mûtleqa(teqez) emê biserkebin"



25.08.2016 23:54 | shorbevan

20. (bnr: mutlaka kazanacağız)



09.05.2019 00:32 | bûtîmar

21. derhênerek serkeftî ye. wisa tê gotin. min fîlmên wî yên sereke temaşe nekirine, loma ez ê niha ji wî alî ve nenirxînim lê belê ne lehengekî kurdan e. ew jî, ahmet kaya jî heta yaşar kemal jî. hemû jî ji hev serkeftîtir in. lê belê xizmeta gelê xwe nekirine. bi taybetî yaşar kemal, kiriye ku ferqa di navbera tirkî û kurdî de, bihustek din jî mezin bibe.

dema navê yek ji wan dibînim, serpêhatîyek min tê bîra min. dema ciwan bûm li mala me li odeya me ya rûniştinê, li ser dîwarên me wêneyên wî û ahmet kaya hebûn. carek nizanim me wê wêneya çi li dîwêr ve bikira, bavê min got eger çarçove tune be, em dikarin ya yilmaz guney rakin û wê çarçoveyê bi kar bînin.
ez hêrs bûm, min got çawa yaw? bila ew bimîne, em yeke din bikirin.
bavê min -ku bellî bû ku ev fikr ji zû de ye li cem wî peyda bûbû- got; ma qey jixwe çima wêneyên wî û ahmet kaya li dîwarên me hilawêstî ne, ma ji bo kurdan çi kirine. mêrik ji xwe re fîlma kişandiye, nav xweşîyê de jîyaye, çûye dozgerek kuştîye û ji ber revîyaye ewropayê. vêca me çi jê ye?

ez hîç wisa nefikirîbûm. heqqet rast digot. hevalên min yên taxê ku bavê wan tirşikçî bûn, mahsûn û îbo ji xwe re kiribûn îdol, em ê ku zarokên welatparêzan bûn jî, me yên wek ahmet kaya û yilmaz gûney ji xwe re kiribûn îdol. di rastîyê de zêde zêde ferqa wan jî tune bû.
yilmaz guney nebûye kujer, belkî niha di nav chp an jî partîyek din yên çepgiran de bû.
ahmet kaya nehatiba lînçkirin, belkî wê evqas tûj nebûya.

ji alîyê hunerê ve, xeberek min tune ji wan re. lê ji wê rojê ve ye, ne lehengên min in. her çiqas hê jî berhemên wan bi kar bînim jî.



10.05.2020 23:15 ~23:15 | simurg56

22. di navbera yilmaz guney û ahmet kaya de ferqeke gelek mezin heye.
rojekî ji ahmet kaya re dibêjin erebeya te niza luks e mal û milkên te hene lê tu behsa sosyalîzmê dikî, ahmet kaya dibêje erê min bi sala êş û azarên tunebûyînê kişandin, ji îro pê de her çi derfeta min a aboriyê hebe ezê pê bijîm!

pratîka yilmaz guney mîna teoriya wî bû, her gav alikariya feqîr, şoreşger û kurdan dikir, tevî ku karibû bibe lord, ew her gav bê mal û milk bû.
hevalekî wî (dikim nakim navê wî nayê bîra min) dibêje: ''em ji mîhrana cannesê derketin, ji ber xelatê yilmaz guney pereyek jî bi dest xistibû, min got ezê serê sibehê zû herim bêjim pere bide min, çimkî dema pere diket destê wî hama li xelkê belav dikir, serê sibê ez çûm otelê li gel wî, tam min ê bigota yilmaz ca pereyan bide min, ji min re got heval ji kerema xwe niza çend banknotan bide min. ewqas pere dîsa di şevekê d belav kiribû û pereya teksiyê jî ji yekî deyn kiribû'

guneyî demek şoreşgerÊn kurd û tirk ji polês û dewletê parastin. yek ji wan mahir çayan e. yilmaz guney mahir çayan û hevalên wî li mala xwe dihewîne. di banê xaniya xwe de vedişêre, dema polês tê dibêje te mahir û hevalên wî li malê veşartin? dibÊje erê min veşartin, li qata jor in. tabê polês pê dikenin û diçin, bi zirektiya xwe polêsan dixapîne.


yilmaz güney yek jê damezînêrê enstîtuya kurdî ya parîsê bû. gelek piştevaniya kurdan kiribû li parîsê.
ahmet kaya her gav pesn û wesfên kemalîzmê dida, lê yilmaz ne wisa bû. di videoya jêr de hûn dikarin axaftina wî ya li enstîtuya kurdî ya parîsê guhdarî bikin.

yilmaz güney ''biz dört bir yandan işgal edilmiş bir sömürge ülkenin çocukları değil, bağımsız, birleşik ve özgür bir kürt ülkesinin, kürdistanın çocukları olmak istiyoruz''





10.05.2020 23:33 ~23:38 | ferhenga şikestî

23. li sêwregê, bi taybetî li xwaringehên li ser rîya riha-amedê, di gelek dikanan de posterên wî hene. yek jê li sûkê yek jî li parka fidanlikê, du peykerên wî hene.
bi peyama jor, min dît ku di derbarê wî de agahîyên min hinekî kêm in. min çend axaftinên wî yên li ser meseleya kurdan dîtine ya rastî. karê enstîtûya parîsê, bêguman xizmetek e ji bo gelê kurd.
/15284



10.05.2020 23:40 | simurg56

24. ê ku derxistiye holê ku ji bo hinek mirov yekî biecibînin divê dinya xera kiribe.

yaw mêrîk derhênerê herî baş ê dîroka tirkiyê ye. mêrik heta dawiya emrê li gor fikrên xwe jiyan kiriye. stûyê xwe li ber desthilatdaran xwar nekiriye. li kurdîtiya xwe xwedî derketiye. tu caran înkar nekiriye.

divê her mirov li gor wextê xwe were nirxandin. erê tu niha dikarî bi kurdî binivîsî û bixwînî, bistrî, te çi bivê dikarî bikî. ji ber ku beriya te bi hezaran vê yekê kir. ji ber vê dikarî bikî. lê wê demê tune bû îşte yaw. tune bû. wan jî(ahmet kaya jî ser de) bi vî awayî têkoşînek kirin.

tu caran nebûn dostê hikmatê. tu caran nebûn berdevkê bîrûbaweriya fermî a dewletê. hên hê çi dixwazin yaw. çima fîlmên kurdî çênekiriye, çima stranên kurdî negotine.

herdû jî jiyana xwe li xerîbiyê qedandine. herdû jî navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsîne li dîrokê. ez bi xwe bi herdûyan jî serbilind im û herdû jî lehengên min in.



10.05.2020 23:49 | brusk56

25. min ji bîr kir binivîsim, di fîlma sürü ya yilmaz güney de bi tesadufî mazlum doğan jî di sahneyekê de xuya ye.

hindek kes dibêjin bi alikariya yilmaz güney ji enqerê derbasî depê bûye lê min agahiyeke piştraskirî heya aniha peyda nekir.
li gorî xwişka wî, mazlum doğan dema ji trêne peya dibe û tê malê ji xwişka xwe re dibêje li trênê kamera ez kişandim, li gorî xwişkê, mazlum tirsiyaye ku bê desteserkirin.
di deqeya 1.20:12 binêrin hûnê mazlum bibînin.





10.05.2020 23:58 ~2020.05.11 00:03 | ferhenga şikestî

26. dîmena ku li jor ferhenga şikestî qal kiriye li vir e:

Here lînkê



11.05.2020 00:10 | xelîl

27. di dîrokê de demrêzî (chronology) gelek girînge.

demrêzî: nirxandina tişt û teba yan li gorî dem û dewrana wan, ne li gorî niha. ku nirxandina tiştên berê li gorî niha çêbibe, wê gavê jê re kevnîtî (anachronism) tê gotin. kêmasiyek mezine, gava xeletiyek wisa di gotarek, pirtûkek yan tezekê de hebe ew tişt kes êdî guhê xwe nadê. kevnîtî bikeve nivîsekê, ew êdî nabe nivîs, dibe çîrok, xeberoşk û hwd.

li ser "çirkin kral" em dikarin bêjin mêrxasek wisa yan tuneye, yan ku hebe jî kême.
ji ber ku dewra wan, wekî li jor hatiye gotin, dewra bêbaviyê bû. kesê bi tenê peyva kurd bikar anîbe, hatiye wendakirin, jiyana xwe wenda kiriye. dîsa jî camêr gelek tişt kiriye ji bo gelê xwe, û bê tirs bê minet jiyana xwe domandiye.

helbet dil dixwaze ku ji çand û zimanê xwe re kar û xizmet kiriba û pêmayiyek hiştiba, lê car heye tişt hew ji destê meriv tên.
(bnr: dost ve düşman herkes bilsin ki kazanacağız, mutlaka kazanacağız)
bila heval û neyar herkes bizanibe emê biserbikevin, biteqez emê biserkevin
Here lînkê



11.05.2020 00:57 | afa

28. piştî ji tirkiyê revîyayî, wê axaftina xwe ya navdar kiriye û xebata enstîtûyê jî dîsa wê salê ye. jixwe heman salê jî miriye. yanî heta dawîya emrê xwe, di destê me de tu nîşane tune ku ji bo gelê xwe xebitîye.
em dizanin ku ji bo çepigirîyê, wêrek bûye û ji ber vê ketîye girtîgehê jî.
em dizanin ku ji bo sînemaya tirkî gelek xebitîye û îspata wê, fîlmên wî ne.
lê dema em werin meseleya kurdî, encax piştî revîna ji tirkiyê, axaftina wî û enstîtû heye di destê me de ku îhtîmalek mezin piştî çûna ewropayê, evqas tûj bûye. hûn ê bêjin, ma wê demê kurdîtî hebû? belê belkî ne wek niha bû. ev ne sûcê yilmaz guney e. lê ji ber vê yekê jî hewce nake ku em payeya egîtîyê bidin wî.

lê berevajî wî, ahmet kaya hê li tirkiyê û dema di lûtkeya karîyera xwe de bû, gotinên xwe texsîr nekir û wek berdêl jî jîyana xwe û karîyera xwe wenda kir. em wilo lê binêrin, ahmet kaya gelek gelek jê kurdtir e û sekna wî ya bo kurdîtîyê, aşkere ye.
piştî ku çû ewropayê, ew jî tûj bû û li ser ocalan stranan got.

ez hê jî wilo difikirim. yilmaz guney çepgir bû, wêrek bû, ji ber çepgirîya xwe serê wî ket belayê ne ji bo kurdîtîyê. ji bo çepgîrîyê fîlman kişand ne ji bo kurdîtîyê. ji ber sûcek şexsî revîya ewropayê, ne ji ber kurdîtîyê. yilmaz guney ji ber kurdîtîyê kîjan berdêlî daye?
encax piştî çûyî xerîbîyê, kurdîtîya wî geş bûye û xebata enstîtûyê û wê vîdyoyê wek fêkî, daye.

em werin meseleya mazlum dogan; ew mesele ne aşkere ye. heye ku ne ew be jî. eger ew be jî li gorî îdîayan him tê gotin ku yilmaz guney alîkarîya wî kiriye ku here dep'ê, him jî tê gotin ku mazlum dogan tirsîya ji ber ku ketîye kamerayê. ji binî ve nakokî ye. eger ew tirsa wî rast be, nexwe bi tesadûfî li wir bûye.

belê divê herkes li gorî şertên serdema xwe were nirxandin. jixwe ez jî wisa dikim û loma wî tawanbar nakim. ez şûna wî bûma, belkî min ewqas jî nekira. lê ev nayê wê wateyê ku em ê wî belasebep bikin lehengê gelekî.
guney çepgirek berxwedêr e ku ji ber meseleyek şexsî serê xwe kiriye belayê û di dawîya emrê xwe de, kurdbûna xwe anîye bîra xwe.

çepgirên kurd îro jî wisa ne. meseleya kurdî wek parçeyek ji doza çepgirîyê dibînin û tu girîngîyê nadinê. eger kapîtalîzm were têkbirin û biratîya gelan were lidarxistin, jixwe ev mesele jî wê were safîkirin. loma ne hewce ye mirov mûstaqîlen li ser vê meseleyê bisekine. qey yilmaz guney jî wisa difikiriya.



11.05.2020 03:32 ~03:31 | simurg56

29. derhênerek şoreşger e. Yek ji wan kesane ku teorî û kiryarên wî yekin. Li gor gotina xwe a demên tirkîyê dixwaze bibe şervanê şoreşa proleter, li gor axiftina xwey li parîsê dixwaze bibe zarokê kurdistana serbixwe û yekgirtî .

dibînim li vir bêyî xwe piçek biêşênin, çend tişt bixwênin hema bi awayek jixweber bi gotinên jiberkirî bi çend gotinan yilmaz guney ji kurdayetîyê bêpar nîşan dikin.

Ya yekemîn yılmaz güney ji tu alîyên siyasî ve bi ahmet kaya re nayê muqayesekirin. Jiberku di navbeyna wan de ji alî bîrûbawerîya siyasî, bîrdozî, ramanî û hişmendiya kurdistanî ferqek qasî çiyayê agirî bilind heye.

Gotina "piştî çûyîna ewrûpa evqas tûj bûye" bêbingehe. Yilmaz guney jixwe her tûj bû. Tu ferqa yilmaz û şoreşgerên nifşê 78 nebû, wî jî wek yên dî gotarên siyasî dinivîsî ú di hemûyan de qala têkbirina dewleta tirk dikir. Belkî stratejîya wî ne li gor stratejîya hêzên kurdistanî be lê wî hertim behsa şoreşa tirkiye-kurdistan dikir û haya wî ji rastîya kurdistanê hebû ku di gelek nivîsên berî çûyîna ewrûpa de mafê serxwebûna kurdistan , bêşert û merc qebûl dikir. (Çvk: yılmaz güney - siyasal yazılar s.135)

di fîlmên xwe de (aç kurtlar, yol, sürü ) jî bi awayek metaforîk behsa pirsgirêka netewî kirye. Guney, bi fîlmên xwe jixwe mêj ve, hê salên 70'yî de bûye egîdekî gelê kurd. Hin kesên payeya egîdî di berîka xwe de digerînin û belav dikin wî egîd nebînin çiye. Yilmaz guney ticarî kurdayetîya xwe înkar nekirye an jî jibîrnekirye ku li parîsê bêt bîra wî.

Em bên ser mesela ahmet kaya. Stranên wî yên xweş hene lê dema em li jiyana wî dinêrin bi uslub, awayê jiyanê û fikrên xwe mirovekî beredayî ye. Belê eynî wisan, mirovek bavsalar, entel, homofobîk û welatparêzek tirkiyeyî ye. Tu kûrahîyek fikrî pê re nîne. Li ser youtubê çend vîdyoyên wî yên demên rehet temaşe bikin hûnê jê bin şermê. Dema vîdyoyên wî seyr dikim dibêjim ne hunermendek qey zelamek 50 salî li qehweyeka semsûrê diaxive. Di bernameya show tv de methê mistefa kemal dike. Di wê şeva lînçê de jî, ne bi awayek serbilind, ne bi awayek jixwebawer behsa kurdayetîya xwe dike. Dibêje jiberku eslê min kurde ezê straneka kurdî çêbikim hûn jî piştevanîya min bikin. Belkî ev ji bo ahmet kaya gotinek mezin be lê ji bo gelê kurd gotinek ji rêzê ye. Û li ewrûpa jî nebûye kurdistanîyek, li wê derê jî behsa welatê xwe tirkîye dikir ku ji bêwelatî dicemidî.

tu mirovên xwenda, hinek bi mijarên bîrdozî ve mijûlbûyî vê muqayeseyê nakin, û encax kesek nezan bêje ahmet kaya ji yilmaz guney kurdtire nizanimçîktire.



11.05.2020 11:40 ~11:44 | hespêsor

30. derhênerekî Kurd e.
min wêneyê wî li ser dîwarê min ve daleqandiye.



11.05.2020 11:44 | delîlo

31. wek derhêner û çepgirek, şoreşger e lê ne aîdê çanda kurdan e.
eger tu çepgirek wê demê bî, jixwe wê hinek sempatîya te ji bo gelê kurd jî hebe. him ji ber heqîyê him jî ji bo piştgirî ji wan bistînî. di destê me de kîjan delîl heye ku, wextê yilmaz li tirkiyê be, xususî ji bo gelê xwe tiştek kiriye?
tim û tim heman tişt tên dubarekirin. wêrek bû, şoreşger bû, comerd bû û hwd. em behsa şexsîyeta wî nakin jixwe, kurteya fikra min ev e: ew jî wek ahmet kaya û yaşar kemal malê çand, ziman û sîyaseta tirkiyê ye.

her çiqas şexsîyeta wî mesele be jî, yên wek şivan perver in, zarok û malê vî miletî.
ez bextewar im ku ji nav kurdan yên wek guney, kaya û kemal derketine. lê di heman demê de li wan dinêrim, diqehirim.
çimkî mesela kurdî tenê û tenê ziman e. tenê ziman e ku me ji neyarên me cûda dike.
hunermendê ku xizmeta zimanê xwe neke, wek leşkerek e ku xizmeta dijminê xwe dike.

jixwe ji bilî meseleya hunerê jî, hê tu delîl nehat nîşandan ku ji bo gelê xwe tiştek kiriye. belkî fikrên wî hebin û ewqas. weke din, bi hêz û hunera xwe, xizmeta îdeolojîya xwe kiriye.

yaşar kemal jî mirovek baş bû, di eslê xwe de fikrên wî jî baş bûn bo kurdan lê dema em li kirinan dinêrin, mixabin tiştek nabînin. di warê hunerê de, ew jî leşkerê dijmin bû.

ger em werin meseleya ahmet kaya. armanca min ne ew e ku yekê rexne bikim, lê pesna yê din bidim. lê heke hinan wan dabin ber hev, wê demê divê em heqê wî teslîm bikin ku hê dema di rewşek xweş û bêproblem de bû, li zimanê xwe xwedî derket û berdêla xwe da.
berevajî yilmaz guney, ji bo fikrên xwe yên kurdîtîyê berdêl da, hem jî berdêlek mezin. ger em behsa nivîs, gotin û fikran bikin jî, strana wî ya gururla bakiyorum dunyaya bêyî metaforan, rexneyek mezin e li qedexeya zimanê kurdî. û jixwe stranek kurdî jî gotiye. belkî tişt nehatina serê wî, wê ji bo zimanê xwe tiştên dîtir jî bikira. lê eger yilmaz guney li tirkiyê bima, îhtîmalek mezin wê dîsa bi tirkî fîlmên çepgir bikişand.

dema ez karakteran bidim alî bi zelalê dikarim bêjim ku ciwan hacoyek an jî şivan perwerek nadim 100 yılmaz guney û ahmet kayayan. û dîsa dikarim bêjim ku ahmet kaya ji yilmaz guney bêtir "tişt kirine" ji bo gelê xwe.


edit: dixwazim vê jî bêjim, grup yorum jî, di derbarê kurdan de îhtîmalek mezin wek yilmaz guney difikirin. lê ev wan jî nake lehengên me. dike sempatîzan, rêheval, şîrik û hwd.



11.05.2020 12:36 ~12:49 | simurg56

32. Yilmaz Guney û ahmet kaya ji bo ku her tiştî bi tirkî kirine bo min her tim wek çepgirên tirkan xûyandine.
Bi rastî kesekî ku sîyaset , kar û barê xwe bi zimanê xwe nebike , bandora wî zêde li ser gelê xwe nabe.Yanî bi kîjan zimanê çi dike bandorê li wî dike.Bi rastî yilmaz guney mirovekî mÊrxas e û wek li jor jî hatiye nirxandin.Jê re rêz digrim bo axaftina wî ya li parîsê bo vekirina enstituya kurdî.

Çewtiyên yilmaz guney , ahmet kaya û yên wek wan ( ku hdp bi temamî ji wan pÊk te) ji bo ku sîyaseta wan ji bo tirkan e (ne ji bo kurdan e) û bi zimanê wan van tiştan dikin her tim têk çûne.heke ev kesan bizviriyana gelo xwe , peyamên xwe û siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikirana wê raste rast peyama xwe bigîhandana gelê kurd.Lê wan çi kir ? Çûn bi zimanê rom , peyamê xwe kurdan re şandin.Kurdan çi , çawa fehm kir ? Ji bo ku medya her tim destê rom de bû , kurdan peyamê wan ti carî bi zelalî negirt, fehm nekir wek ku partiya ku reya xwe ji kurdan distîne û dibêje ez ne partiya kurda me.(dibe hin kesên bê mejî bibêjin ev stratejî ye , tu fehm nakî , ev ji bo bi hêz kirina pariyê ye û hwd.).

Heke sed hezar kurdên zana, nav gel de hebûya û raste rast bi gel re têkiliyê de bûya û peyaman raste rast bi kurdî bidana kurdan wê demê kurd wek niha bela wela ne dibûn.

Ji bo ku peyamdayîn û siyaset bi zimanê roma ye , kurd diçin malperên wan dixûnin , tv yên wan temaşe dikin û encamê de jî bi dikevin defika biratiya gelan.Ji bo ku ahmet kaya bi zimanê rom digot , kurdên me sibe êvar zimanê tûranîst guhdar dikin û li ser medya civakî jî xwe bi wan gotinan tînin zimên.Yilmaz guney ji bo ku her tiştî bi zimanê rom kir , kurdên me jî xwe bi zimanê rave dikin.

encamê de dixwazim wiha bibêjim , kurdên ku hatine bişaftin dikaribûn peyamên xwe , axaftinên xwe bi kurdî bikirana heke (nizanibana jîhîn bibûna anku hewla axaftinê bidana) wan bixwesta peyama xwe bi teqez bida kurdan.

Niha ji we dipirsim, çi cudahî navbera axaftina/têkoşîna ahmet kaya , yilmaz guney, silhedin demirtaş , ahmet şık , pervin buldan ,sirî sureyya onder , serok û serokên rêxistin de heye ? We nedît , ne wisa ? Min jî nedît.



11.05.2020 12:48 ~12:49 | brzn

33. mijara ku divê hin kes li pişt gotinên xwe bisekinin.

Yên muqayesekirin kirî bila bi gotina "her sê jî tirkî hilberandine " mijarê şêlo nekin. We muqayesekir û got ahmet kaya kurdtire, ji bo kurdan zêdetir xebat kirye. Ez jî dibêjim nexê, hûn şaşin.

Ji bo kesek xizmeta doza kurdistanê bike kurdî muhîm be jî ne tekane rê ye. Dikare bi yewnanî jî xizmeta doza kurdistanê bike. Heger tirkî û nav tirkan de bike ev hêjî biqîymettire. Gelek kes, hema bêje em hemû wisan difikirin ku ismail beşikçi ji bo kurdan gelek xebatên mezin kirye. Lê yek hevok kurdî nenivîsye. Ê çawan hûn xebata beşîkçî bo kurdan qebûl dikin, lê ya yilmaz guney qebûl nakin? Yekê gotîye ji bo çepgirî kirye, ji bo bîrdozîya xwe kirye. Ev hevale wisan difikire ku bîrdozîya komunîzmê aydî miletek dî ye, yanî hizir nake ku komunîstek kurd hebe. Heger kurdek di çarçoveya bîrdozî de bi zimanek biyanî behsa serxwebûna kurdistanê kir li gor vî hevalî ev xizmeta kurdan nake.

Min delîl nîşan da û hêjî dibêje delîl nîne. Wî got ahmet kaya kurdtire min got nexê tirkiyeyî ye, li ewrûpa digot em nahêlin tirkiye bê parçekirin, lê yilmaz guney digot em kurdistana serbixwe û yekgirtî dixwazin. Yilmaz jî qasî rêxistinên kurdan ên 70'yî, 80'yî mafê serxwebûna kurdistanê diparast. ev fikir jî têde ji ber fîlm û ramanên xwey şoreşgerî bedelên mezin daye. Dozgerek tirk kuştiye û tirşikvanê me dibêje ev meseleyek şexsî ye. Li tu dera dinê kuştina dozgeran wek mijarek şexsî nayê dîtin. Û vêca li tirkîya faşîst kuştina dozgerek nîjadperest ji alî şoreşgerek ve. Yilmaz guney li herderê bangaşeya serxwebûna kurdistanê kirye. ev ne xizmeteke bo gelê kurd?



11.05.2020 13:24 | hespêsor

34. Hemu nerîn û fikir li ser kurdayetiyê hatîye çêkirin, yanî xêra wan kesan gihiştîye ji Kurdan an na?
Mijar tenê wî çarçoveyê de hatîye analîz kirin.
Lê kemasîyek heye; zerar!
Wan kesan ji kurda re u ji kurdayetiyê zerar dan an na?
Ka bejin pir ciwanên kurd bi saya wan kesan Tirkî heznekirin?
Bi saya wan edî tirkî ji kurda re şîrîn nehat?
...
Pirs pir girînge ezê dubare bikim,

Gelo wan kesan ji kurda re u ji kurdayetiyê zerar dan an na?



11.05.2020 13:25 | lonw karda

35. Hunermendê ku di vê peyamê de bi Ahmet Kaya re hatîye pîvan û loma ji alîyê min ve jî wilo hatiye kirin: yılmaz güney/122985

Berevajî Îsmaîl Beşîkçî ji ber fikrên xwe yên bo Kurdan di girtîgehê de nemaye û berdêl nedaye. Loma tu eleqeya wan tune.
Li gorî tirşikvanan, di gazînoyan ji ber sedemêm şexsî, kuştina dozgeran jî bo avakirina Kurdistanê bû.

Û her wiha ev îdîa jî hêjayî nirxandinê ye ku bi alîkarîya Ahmet Kaya tê li ber pişaftina Kurdan fireh kiriye.

Seîdê Nursî jî alîgirê mafên Kurdan bû. Lê ji bo vê tiştek berbiçav nekir. Çimkî ji bo wî ya girîng dînê wî bû. Loma em ji wî re jî nabêjim xizmetkarê gelê kurd bû an jî lehengî gelê kurd bû fîlan.

Welhasil ji bo sînemaya Tirkan baş xebitîye.



11.05.2020 13:44 ~13:44 | simurg56

36. Wekî ahmet kaya bi saya wî tirkî di nava kurdan belav bûya û hêdî hêdî ketiye mala kurdan. Belê dibe ku ji bo kurdan hewldana wî hebe Lê aliyê din û ji her tiştî grîng Kurd bi sedema wî rêya xwe dane tirkî. vî demê wekî şivan perwer tevbigeribûya wê me niha jê re bigota mîrê sînemeya kurdî.. Ji me re çavkaniyên Kurdî pêwist in. Di çavkaniya kurdan de mixabin cihê wî tune ye.

(bnr: ahmet kaya vs yılmaz güney)
(bnr: ahmet kaya vs yılmaz güney vs yaşar kemal)



11.05.2020 14:37 | kajav

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene