Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ahmet kaya - tirşik
ahmet kaya
(12) (3) (5)
di mijarê de bigere

21. ku nemirîya yê niha 60 salî bûya..
belkî Xwedê qebûl neke vê zordariyê.
Çima çi dibû ku dawiya wî iha nebûya?
Wek gotina wî : "olmasaydi sonumuz boyle"

erê.





29.10.2017 00:13 | bûtîmar

22. (bnr: büyüdün bebeğim)



29.12.2017 21:58 | bûtîmar

23. (bnr: yalancı ayrılık)



25.07.2018 00:46 | bûtîmar

24. li ser Ehmet li ba min strana heré baş ya Siya Şevé - Oxir be ye..
digot : rézané strana, çiya bé stran nabe



25.07.2018 15:39 | neronakurd

25. em dizanin ku hema hema hemû helbestên orhan kotan ahmed kaya weke stran û helbestan xwendiye û gotiye.

dema ahmet dixwaze stranên orhan kotan bixwîne jê re dibêje, li hember daxwaza wî orhan kotan tenê daxwaz dike dibêje bixwîne lê beranberî vê divê tu alîkariya hin malbatên kurd ên rewşa wan a aborî nebaş bikî.ahmet kaya vê daxwazê qebûl dike. lê ahmet kaya helbestan dixwîne û soza xwe pêk nayîne.

dema ahmet kaya diçe ewrûpayê ew û orhan kotan hev dibînin. orhat kotan dibêje ahmet te soza xwe anî cih. ahmet kaya dest diavêje çeka xwe ku jê re pere binivîse. orhan kotan gelek hêrs dibe li hember vê tevgerê û derhal radibe û ji wir diçe.



09.05.2020 19:03 | roberz

26. mêrxase, dengê wî bêhempa ye, stranên wî gelek xweşin, û meriv çi tiştek baş bêje jê re hindike.

lê xwezî hema piçek ji çand û zimanê xwe re jî kar û xebat kiriba, hema çend stran û helbestên kurdî xwendiba, wê gelek baştir bûya.

gava tê bîra meriv, ev tişt wek dahsiyek di dilê meriv de dimîne.
dîsa jî silav û rêz jê re



10.05.2020 01:03 | afa

27. Stranek kurdî jî gotiye:





Heman stran (bnr: leyla farîqî) jî gotiye. Gohdarkirina vê ciwanikê bi min xweştir tê.





10.05.2020 09:55 | rizgarm

28. yekem û yekane strana wî ya kurdî bi navê Karwan ya stranbêjê ji rojavayê Kurdistanê xweşnav têlo ye. gotin û mûzîk ya wî ye û sala 2902an çêkiriye. gotinên stranê pirr xweş in lê ahmet kaya nekariye ji heqê stranê de bê, belkî ji ber ku dema ev stran got êdî dem lê dageriyabû.









10.05.2020 19:05 | endazer

29. ê ku, ne salvegera mirin an jî rojbûna wî ye. di derbarê de bûyerek nû jî neqewimî ye.
çima ketiye nav rojeva tirşikê nizanim *



10.05.2020 21:04 | brusk56

30.



Ahmet kayayê mexdûr û tirimbêla xwe jî neajotî, şûna hêz bide gelê xwe, li pişt gotinên xwe bisekine û bêje cehnima dewleta we kirî; hêjî li bere xwe bide efûkirin û vegere tirkiyeyê ku nahêle bê parçe kirin!

Gotinên yilmaz guney li bîra herkesê ye çawan li himber dost û dijmin weke şêran rawestaye û bangaşeya xurtkirina têkoşîna serxwebûnê dike.

Vêca hin kes dibêjin ahmet kaya kurttire :=)



11.05.2020 11:57 | hespêsor

31. Stranbêja t*rkî û neteweperwerê t*rk e.



11.05.2020 12:06 | ezxeyic

32. dema navê Ahmet Kaya dibihîsim tenê ev serpêhatiya min tê bîra min.

rojekê li dersxaneyê rûniştî min lê hevalinan godar dikir, bi awayekî samîmî bi hev re diaxivîn û henekan dikirin. piştre keçikek ji hevala xwe re got ka telefona xwe bide ez ê stranekî vekim. keçik rahişt telefonê û hêdî hêdî navê stranbêjan bi dengî got. demet akalın, Hirai Zerdüşt, duman, Ezel...
piştî cihekî sekinî û got.
+çavê min Ahmet Kaya godar dike. kêfa min gelek ji Ahmet Kaya re tê, bi wî ji kurdbûna xwe şanaz dibim. Tiştê ku ji bo kurda re kiriye dibe encama rêzeke mezin a min ji bo wî.
hevalên li dorê jî:
-em jî wilo, ji aliyê kurdbûnê ve gelek jê hez dikin.
helbet van tiştan bi tirkî digotin. wisa wilo keçik pesnê Ahmet kayayî da û got
+ka ez binêrim ji xeynî van kîjan stranbêj hene.
hat hat hat, cihê xwe de sekinî û got:
+ayyy sen Şakiro mu dinliyorsun, umarım dalga geçiyorsun. (ayy tu Şakiro godar dikî, hêvî dikim henekê xwe dikî.) keçika din, li wir bi awayekî şermoke got:
- kêfa min jê re tê. û dengê xwe nekir.
û hemû pol wekî ehmeqan henekên xwe pê kirin.

Ji vê bîranîna min jî rewşa me dîyar e. Ahmet Kayayê ku pesnê kujerê kurda dida li ber çavê mirovan wekî serokek mezin, Şakiroyê ku jiyana xwe ji bo kurdî xerc kir li ber çavên mirovan wekî mirovek xirab û kirêt tê nasîn û bûye benîştê devê xelkê.
ev gotinên min ên jor, ne berhevdana Şakiro û ahmet Kaya ye, ji ber di bûyerê de navê wan derbas dibin min wisa got. Jixwe mirovê biaqil dê fêm bike.

Ger ez rastiyê bibêjim kêfa min ji Ahmet kayayî re nayê, hem ji aliyê muzîkê hem jî ji aliyê karaktera wî ve jê hez nakim.  ji ser de di vê fikrê de me ku bûye sedema hezkirina tirk û tirkî di nav gel de. xwezî ti car xwe wekî Kurd nedabûya nîşan û ewqas zirarê nedaya me.



15.10.2021 18:11 | yûsiv

33. hûn ê ji ku bizanibin ez çi êşan dikişînim. ~ahmet (ehmed) kaya



03.05.2023 19:21 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmet kaya
» kaya börülcesi

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî