Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
belûcîstan - tirşik
belûcîstan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. welatê (bnr: belûç)an ew jî weke me ji aliyê çar dewletan hatine levakirin. Here lînkêZimanê wan belûçî jî nezikî kurdî û farsî ye.Li ser hesabên twitterê gellek kesên belûç (bnr: freekurdistan) û freebalochistan dinivîsin û motto(dirûşm)ya wan ev e " Kurdistan û Belûcîstana Azad". Min ji xwe şerm kir ku heta niha min nasnekirbûn.Çend navên şervanê wan ê ku di rêya têkoşina azadiyê de şehid ketine evin: Alî Şêr Kurd, Şêr Zeman Kurd, Alî Can Kurd, Mûmtaz Kurd, Xalid Kurd, Anwar Kurd, Yar Can Kurd.îcar bifikirn çawa ji Kurdan hez dikin û xwe wek bira dibînin.





edît: ez dibeqey wêne xwiya nake: Here lînkê



14.05.2015 19:21 ~19:49 | hûteheftserî

2. nivîseke min a kevin, dibe ku şaş nivîsên ji wê demê mabin hebin lê negirin.





Parçeya Belucîstanê ya herî mezin di nav Pakîstanê de ye.Ev beş li Pakîstanê wek eyaleta Belucîstan hatiye danasandin.Eyaleta herî mezin ya Pakîstanê ye û dikeve rojhilata Pakîstanê.Ev eyalet gelemperî ji belucan pêk tê, şeniya wan jî nezîkî 12 milyona ye.Pakîstan û herêma Belûcîstan ji damezerandina Pakîstanê û vê de ti caran lêk nehatine.

Ji 30 eyaletên Îranê yek jî eyaleta Sîstan-Belûcîstan e ku dikeve başûrê rojava ya Îranê.Tixûbên vê eyalatê bi Pakîstanê û Afxanîstanê re heye.Milê bakurê wek Sîstan û milê başûr jî wek Belûcîstan tê naskirin.Milê Sîstanê cihekî zûha û hişk e lê milê Belucîstanê ji ber ku li ber perava okyanûsê ye cihekî têr baran e.Ev jî erêniyeke ji bo aboriya herêmê.Lê ya giringtirîn ew e ku cihê Balûcîstana li Îranê xwedî taybetiyek jeopolîtîk e.Çîn,Îran,Pakîstan û Hîndîstan pediviyên xwe yê enerjiyê li ser Belûcîstanê pêk tînin.Îran neçare ku xetên xwe yên gazê,xetên xwe yên petrolê û xetên din yên çavkaniyan nav axa Balûcîstanê re derbas bike.Bo van xetan e ku navbera Hîndîstanê,Çînê û Îranê de hin peyman hatine kirin. Ji ber vê yekê Îran polîtîkayên xwe yê li eyelate Sîstan-Belûcîstanê baş dinirxîne nahele ku alozî,gengeşî û pevçûn li wê derê derkeve.



Belûc ji ber rêbazên tund yê Îranê,ji hêla têkoşînê ve li Pakîstanê çalaktir in.Dewlemendiyên binerdî yê vê deverê ji bo pêşketina aborî xwedî erêniyek balkêş e. Lê xelkên herêma Belûcîstanê nikarin tu sûdê ji van dewlemediyan bistînin. Rewşek berovajî yê vê erêniyê heye,gelên herêmê di nav feqirî,hejarî,paşdemayînê de ne.Gelik neyîniyên wek aborî,civakî,siyasî hwk. hene .Ji ber vê yekê nerazibûna wan li hemberî navenda Pakîstanê tim hebûye.Ji xwe ev pirsgirêk ji damezerandina Pakîstanê (1947) pê ve holê de ye.Dema Pakîstanê di sala 1998an de li Belûcistanê ceribandina çekên nûkleer pêk anî,nexweşbûn hê mezintir bû.Di salên 2004,2006 an de raperîna gel û pevçûnên bi navenda Pakîstanê re zêde bûn.Ji sala 2005 an pê ve jî ket nav şerê çekdarî de.Sala 2008 an de Mûşerref ji serok wezirtiyê îstifa dike û ji hilbijartina Îlonê jî Asif Elî Zerdarî dibe serokomarê Pakîstanê.Ev tiştên diqewimin dibe sedema kêmbûn a pevçûnan. Hikûmet di salên 2009 an de pirsgirêkên li Belûcistanê d’êxe rojeva xwe û “Paketa Belûcistanê” derdixe.Lê ev pakêt we çênekir ku riya çareserî ya herdem vebe.Ev pirsgirêk bi xwe re hin pengav û tevgerên berxwedaniyê anî/tîne.Yek ji van ew e ku li Pakîstanê bi navê “Arteşa Rizgariya Belûcîstan/AOB” têkoşînek bi çekan tê kirin heye. Siyasetmedar û milîtanên Belûc dixwazin ku kontroleke eyaletî li ser çavkaniyên xwezayî hebe û dibêjin divê em xwedî maf bin ku em karibin biryaran li ser pêşketinên siyasî,aborî,civakî yê herêmê bidin.Partiyên siyasî yên Belûc dibêjin ; tekoşîna me pêşberî rêbazên leşkerî heye.Xwestina me ya ji hev qetandinê,ji hev cihê bûnê tuneye.Serokên Belûc jî dibêjin em dixwazin mafê gel di nav tixûbên heyî de destbixin.Lê li gor İslamabat ev yek ne welê ye İslamabat îddîa dike ku raperîn ji bo du,sê eşirên berjewendiyên xwe difikirin çêdibe û holê de ti neheqî nîne.



15.05.2015 14:29 ~14:31 | cekdar

3. Welatekî bin destan e ew jî wek Kurdistan e.



15.05.2015 16:25 | tîrejên rojê

4. yek ji rêberên wan ên şehîd alî şêr Kurd

Here lînkê



16.05.2015 01:47 | ceso

5. li ser yourubê bi sedan vîdyoyên wan ên ku bi paşfonên ala kurdan û bi muzîkên kurmancî ligel wêneyên lehengên wan hatine weşandin hene. yek ji wan.







kuro heqqet ev kî ne ku haya me ji wan tune? niha min jî ew wekî birayên xwe hilbijartin. ew jî bûne çar perçe û ketine binê zilma çar dewletên bêwijdan.



16.05.2015 01:51 | ceso

6. (bnr: karima baloch)



10.01.2021 23:45 | hueyn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» belûcîstan

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî