Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 6 peyam
    nurettin turgay - tirşik
    nurettin turgay
    (0) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. ji qosera mêrdînê ye. li zanîngeha 9 eylulê beşa xwedanasiyê yanî (bnr: îllayat) xwendiye. li heman zanîngehê master kiriye. li zaningeha selçûkê doqtrora kiriye. niha li zaningeha dîclê ya dîyarbekirê weke profesor hîndekariyê dike. her wiha di (bnr: dicle tv) de jî bi navê (bnr: bawerî) bernameyeke olî çêdike. seyda li herêmê gelek tê hez kirin.



    2013.07.26-21:56 | seydayê_peyvan

    2. mamê hevsera hevalê min ê ji zanîngehê ye.. min bi xwe qet nedîtiye û darî bernameya wî jî nekiriye lê hingî heval behsa dike êdî wekê nefsek ji malê be dema navê wî seh dikim pê kêfxweş dibim.. *)



    2013.07.26-22:01 | endazer

    3. vê eydê dema ez çûme mal jinên malê hemÛyan behsa mele nûredîn dikirin.. mele nûredîn halo gotiye.. mele nûredîn gotiye ev guneh e ev heram e.. ma te seh nekir mele nûredîn çi got..

    ji aliyekÎ ve li ber dikevim ji ber ku jinên me yên nexwendî gelekÎ dilsafî ne kî li ser navê dîn ji wan re tiştekî bêje cihde baweriya xwe pê tînin Û xwe jê re dikin erd û xwelî..

    ji aliyekî ve jî ji ber ku dews û cihê nîhadê çavgilîz girtiye kêfxweş dibim..

    min di peyama xwe ya din de jî gotibû lê dîsa dubare bikim mamê hevsera hevalê min ê ji zanînegehê ye.. wan jî li ser pariyê hevalê hevalekî dîtiye..*



    2013.09.11-17:31 | endazer

    4. ji ber girtina dijle tvyÊ mixabin gelê me disa mecbÛrÊ nihat hatipoğlu kirine. di nihat hatipoğlu de li gor min piççek jÎ samÎmiyet nÎne. seydayÊ nureddin mirovek dilsoz bÛ dema di axivÎ ji kezebê di axivî.



    2013.11.01-20:27 | nan û av

    5. melleyekî bi aqiledi jiyan tvyêde carna dertê weşanê weza dide niha kêfa min ji melleya re nayê lê vî meleya zanaye kêfa min pir ji vîya û melle ahmedê nalbendî re hat.



    2015.04.25-17:30 [guhertin:2015.04.25 17:34]| shorbevan

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.25-21:50 [guhertin:2015.07.14 23:15]| endazer

    7. meleyê meriv heyranê wîye meriv ji gohdarî û temaşeya wî têr nabe. rastî jî bira ji vî zatê qedîm pêştir tu kes nebêje ez meleme û di rîya îslama rastdame.



    2015.07.13-22:28 | shorbevan

    8. efendim...



    2015.07.14-15:18 | xwelî li ser

    9. (bnr: prof. dr. nurettin turgay)



    2015.07.14-22:28 | shorbevan

    10. vê rimezanê li ser televîzyonê çend carekî lê rast hatim, asta zanîna wî ya fiqh Û şerîeta îslamê jî û asta kurmanciya wî jî ne ewqasî zêde baş û ne jî xirab bû, bi tirkî jê re dibêjin ''vasat''.. lê wekê ehmedê xanî dibêje ''Ev meywe eger ne avdar e / Kurmancî ye, ew qeder li kar e''



    2015.07.14-23:21 | endazer

    11. a niha li ser ekrana (bnr: jiyan tv) yê weşana zindî de pirsên bawerîyê dibersivîne.

    xweş xeber dide. min eciband



    2016.09.22-22:19 | hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nurettin demirtaş

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî