Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nurettin turgay - tirşik
nurettin turgay
(0) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. ji qosera mêrdînê ye. li zanîngeha 9 eylulê beşa xwedanasiyê yanî (bnr: îllayat) xwendiye. li heman zanîngehê master kiriye. li zaningeha selçûkê doqtrora kiriye. niha li zaningeha dîclê ya dîyarbekirê weke profesor hîndekariyê dike. her wiha di (bnr: dicle tv) de jî bi navê (bnr: bawerî) bernameyeke olî çêdike. seyda li herêmê gelek tê hez kirin.



26.07.2013 21:56 | seydayê_peyvan

2. mamê hevsera hevalê min ê ji zanîngehê ye.. min bi xwe qet nedîtiye û darî bernameya wî jî nekiriye lê hingî heval behsa dike êdî wekê nefsek ji malê be dema navê wî seh dikim pê kêfxweş dibim.. *)



26.07.2013 22:01 | endazer

3. vê eydê dema ez çûme mal jinên malê hemÛyan behsa mele nûredîn dikirin.. mele nûredîn halo gotiye.. mele nûredîn gotiye ev guneh e ev heram e.. ma te seh nekir mele nûredîn çi got..

ji aliyekÎ ve li ber dikevim ji ber ku jinên me yên nexwendî gelekÎ dilsafî ne kî li ser navê dîn ji wan re tiştekî bêje cihde baweriya xwe pê tînin Û xwe jê re dikin erd û xwelî..

ji aliyekî ve jî ji ber ku dews û cihê nîhadê çavgilîz girtiye kêfxweş dibim..

min di peyama xwe ya din de jî gotibû lê dîsa dubare bikim mamê hevsera hevalê min ê ji zanînegehê ye.. wan jî li ser pariyê hevalê hevalekî dîtiye..*



11.09.2013 17:31 | endazer

4. ji ber girtina dijle tvyÊ mixabin gelê me disa mecbÛrÊ nihat hatipoğlu kirine. di nihat hatipoğlu de li gor min piççek jÎ samÎmiyet nÎne. seydayÊ nureddin mirovek dilsoz bÛ dema di axivÎ ji kezebê di axivî.



01.11.2013 20:27 | nan û av

5. melleyekî bi aqiledi jiyan tvyêde carna dertê weşanê weza dide niha kêfa min ji melleya re nayê lê vî meleya zanaye kêfa min pir ji vîya û melle ahmedê nalbendî re hat.



25.04.2015 17:30 ~17:34 | shorbevan

6. meleyê meriv heyranê wîye meriv ji gohdarî û temaşeya wî têr nabe. rastî jî bira ji vî zatê qedîm pêştir tu kes nebêje ez meleme û di rîya îslama rastdame.



13.07.2015 22:28 | shorbevan

7. efendim...



14.07.2015 15:18 | xwelî li ser

8. (bnr: prof. dr. nurettin turgay)



14.07.2015 22:28 | shorbevan

9. vê rimezanê li ser televîzyonê çend carekî lê rast hatim, asta zanîna wî ya fiqh Û şerîeta îslamê jî û asta kurmanciya wî jî ne ewqasî zêde baş û ne jî xirab bû, bi tirkî jê re dibêjin ''vasat''.. lê wekê ehmedê xanî dibêje ''Ev meywe eger ne avdar e / Kurmancî ye, ew qeder li kar e''



14.07.2015 23:21 | endazer

10. a niha li ser ekrana (bnr: jiyan tv) yê weşana zindî de pirsên bawerîyê dibersivîne.

xweş xeber dide. min eciband



22.09.2016 22:19 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nurettin turgay
» turgay yildiz

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî